Çendî pêlên deryayê rabin jî divê tu xwe bigihîjînî bejahiyê

Dema tu xwe di nîv deryayek de bî dibînî ku bejahiya ku te jê dest pê kiriye dûr ketiyê û ya pêşiya te nêz maye, wê demê çendî pêlên deryayê rabin jî tu mecbûr î kedek du qat bidî da ku tu bigihîjî bejahiyê û xewnên xwe pêk bînî. Bi van gotinan çîroknivîs û rojnamavana Lîbiyayê Neîma Aqwiya guhertina karê xwe yê ji nûçegihaniyê ber bi perwerdeya zarokan ve nirxand.

IBTÎSAM AXFÎR
Binxazî- Nûçegihan û nivîskara çîrokan Naîma Aqwiya dev ji xebata xwe berda û dest bi perwerdekirina zarokên Binxazî kir û dibistana taybet ava kir. Aqwiya dibêje ku vekirina vê projeyê ne rast e lê ruxmî zehmetiyan ew kêfxweş û serbilind e bi serkeftin xwe. Ev proje xwedî tecrubeyek beriya sê salan e. Dema ku ew wekî seroka lijneya çalakiyên çandî yên xwendekaran li nivîsgeha Binxaziyê ji bo xwendekarên jêhatî di warê wêje û vegotina helbest û çîrokan de binirxîne dest pê kiriye. 
“Ez ne ji wan jinên ku xwe dispêrin zilamekî me”
Ev raman hêdî hêdî xwe di serê Naîmeyê de mezin dike. Piştî şêwrên bi kesên pispor re, ew dixwaze dibistaneke taybet a zarokan refa 1 û 2 ya seratayî veke, kêrhatî û jêhatiyên wan binase û geştir bike. Dest bi projeya xwe dike û navê keça xwe Nîdei, Al-Nîdai li dibistanê dike. Her wiha  salek ji bo belgeyên pêwîst ên vekirina dibistanê dixebite da ku di çarçoveyeke qanûnî de bixebite. Wê bawer nedikir ku barê wê dê ji bo rahêjtin û fêrkirina zarokan girantir be. Ew  wekî emanetek di nava destên wê de bû lewre stratejiyek avaker da ku wan biparêze û fêr bike. Wê serî li dayikên ku zarokên wan li baxçeyên zarokan in kir ku bi tecrubeyên wan perwerde bibînin.
Ev projeya ku ji bo vedîtina kêrhatî û jêhatiyên zarokan bû, piştî şerê li Lîbyayê rewşa aborî ya civakê lawaz bû, wê di warê aborî de pêşketin û alîkariya hevjînê xwe kir. Ew xwe naspêre zilamekî û dibêje "Ew jineke serbixwe ye û ji bo pêkanîna armancên xwe  di warê aborî de xwespartina zilamekî red dike." 
Xwendin mirov zindî dihêle
Tê diyarkirin ku Neîmeyê li zanîngeha Binxazî Qariyonisê di sala 1997’an de beşa ragihandinê xwendiye. Di gelek rojnameyên Lîbyayê de kar kiriye, di karên rojnamegerî û spîkeriya radyo û rojnameyên weşandî de xebitiye her wiha gelek çîrok nivîsandine.
Neîme bal kişand ku ew ji nivîsê dûr ketiye lê hîn ew kelecan pê re heye û ew bi bûyerên derdora xwe û tevlibûna zarok û malbatan re têkildar e. Her wiha ew vê mijarê hêja dibîne û dixwaze bibe mijara nivîsandina romana wê ya yekem.
Rojnameger Neîme Aqwiya dibêje ku nivîsandin mirov zindî dihêle, ger tu nexwînî, nenivîsinî û neşopînî tu yê bimrî. Ew dema derfet dibîne her tim dinivîse, di van deman de bernameyek rodyoyê ya bi navê Al-Hekîm ku ji 30 beşî pê tê amade dike û plana bernameyeke çandî ya nû dike.
Neîme diyar dike ku pandemiya coronayê bûye sedema girtina dibistanê û zirarek mezin daye û dibêje: "Veger her çendî hêdî û kêm be jî ez teslîm nabim, berovajî vê  hewldanên min ji bo pêşketin û geşedanên herî baştir e.”