“Çend sal derbas bibin jî emê daxwaza windayên xwe bikin”

Dayikên Şemiyê, bersûcên karsazên Kurd pirsîn û gotin: “Çend sal derbas bibin, bila bibin emê dev ji daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo windahiyên xwe bernedin.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê, bi armanca  aqûbeta kesên dibin çavan de winda bûn bipirsin û daxwaza cezakirina bersûcan bikin, çalakiya  xwe ya heftiya 845’emîn, ji ber pandemiyê bi onlîne li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, pirsa bersûcên karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên di sala 1994’an de, di dema ji otelekê semta Yeşîlkoy a navçeya Bakirkoy a Stenbolê derketin, ji aliyê kesên nasnameyên wan ne diyar ve hatin revand û piştî du rojan cenazeyên wan hatin dîtin, kirin û xwestin bên darizandin. 
“Em ê dev ji têkoşîna xwe ya lêgerîna windayan bernedin”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Karsazên Kurd ên di sala 1990’an de hatin revandin, tenê hin ji mirovên hatin îşkencekirin e. Li Tirkiyeyê, lêpirsîn û darazek bi bandor tuneye. Qatil li derve digerin. Ger li vî welatî hinek wijdan û edalet ma be, wê qatilên bi hezaran mirov ên li holêne bên darizandin û hiqûq bê bicihanîn. Ne darizandina van kesan, rizandina darazê ya li vî welatî nîşan dide. Kesên welat bi rêve dibin, bila baş zanibin ku heya ku qatil û bersûc bên darizandina, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Keça Adnan Yildirim Leyla Yildirim jî, anî ziman ku agahiya dewletê ji bo komkujiyê hebû û wiha axivî: “Ev komkujî bi hevkariya dewletê pêk hat. Ev cînayetên siyasîne. Ev cînayet bi awayekê krîmînalîze hatiye dest girtin û qatil hatine beraet kirin. Beraeta Mehmet Agir jî, bileta vegera qadê bû. Bêguman wê dewlet nebêje ‘em berpirsiyarin.’ Ji bo ku qatilên mîna Mehmet Agir hîna jî xwedî bike.”
Ji Mirovên Şemiyê Rezzan Karaman daxuyaniya çapemeniyê ya heftane xwend û wiha got: “Ji bo ku komkujiyên bi destên dewletê hatine kirin neyin ji bîr kirin, 845 heftene em têdikoşin. Daxuyaniyên weke îxbarên sûc ên li tevahiya cîhanê bên hesibandin, mixabin li Tirkiyeyê tu encameke hiqûqî dernakeve holê. Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adanan Yildirim û Haci Karay di derketina otelekê de tên binçavkirin û ji wan re tê gotin ku ‘emê îfadeyên we bigirin û dûre we serbest berdin.’ Lê dûre tu gahî ji wan nayê girtin. Ligel hemû îtîrafan jî bersûcên wan hatin beraet kirin û tu encam nehat bi dest xistin. Daxuyaniyên serokê rêxistina çete ya girêdayî dewletê Sedat Peker rizandina di saziya dewletê de datîne holê. Lê em dibêjin, çend sal derbas dibin bila bibin, em ê ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay û hemû windahiyên xwe daxwaza xwe ya edaletê dewam bikin.”