"Çarşema Sor cejna avabûna gerdunê ye"

Gelê Êzîdî di 74 Fermanan re derbas bûne, tevî wê jî pîrozbahî û kevneşopiyên xwe diparêzin. Cejna Çarşema Sor mîna cejna vejînê û avakirina gerdonê tê pênasekirin û di hefteya duyemîn a meha Nîsanê de tê pîrozkirin.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Çarşema Sor an jî sersala Kurdên Êzidî, di meha Nîsanê de Kurdên Êzidî roja çarşema Sor wek saleke nû digrin dest. Çarşema Sor cejna êzdiyan ya herî naskirî ye, her sal di heftiya duyemîn a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gor baweriya êzidiya ev cejin sembola vejîn û başiyê ye, her wiha cejina herî mezin a di nav civaka Êzidî de ye. Baweriyên êzidiyan dibêjin di vê rojê de gerdun hatiye avakirin û wiha zindî li ser erdê des bi jiyanê kirine.  Di vê cejinê de Êzidî hêkan dikelînin û renge reng dikin, ew hêk jî temsîla nû avakirina gerdunê dikin. 
Ji bo bereketê kulîlkan bi deriyê malê ve dikin
Civaka Êzidî bi hezarê salan e vê cejinê pîroz dikin, ji ber beriya her kesî şekil û çawaniya avakirina gerdonê dizanin. Di cejina Çarşema sor de êzidî hêkan dikelînin, watedariya wê jî di hundirê hêkê de şiklê gerdunê didin nasîn. Berbanga sibeha cejinê her kesê zû radibe û berê xwe dide tîrêjên rojê û ji bo aşîtiya dunyayê dûa dikin. Paşê berê xwe didin çolê kulîlkên sor berhev dikin û di qalikên hêka de bi deriyê malê ve dikin, da xemla jiyanê xweşik bimîne.  
Sibeha cejnê mirov berê xwe didin mezelên xizmên xwe û xwarinê li wir belav dikin. Roja cejinê nabe kes biçe ser karê xwe, her kes pîrozbahiyê dike. Li gor bawriyên êzidiyan nabe kes di meha Nîsanê de bizewice, ew rêzgirtina xemil û bedewiya mehê ye. Gelek cejnên Êzidiya hene her yek xwedî wateyek taybete û hemû cejin grêdana xwe bi xwezayê re heye.  Jina Êzidî Fîdan Emo ji me re qala wate û giringiya Cejna Çarşema Sor kir.
“Roja cejnê em 336 hêkan dikelinin”
Fîdan li ser pîrozbahiya cejna Çarşema Sor wiha nêrîna xwe anî ziman: "Em her sal cejna Çarşema Sor pîroz dikin. ji xwe êrîşên li ser me têne kirin jî bi armanca dawîkirin û têkbirina çand û baweriyên me ne.   Dema em li Efrînê bûn, hemû Êzidiyan cejna xwe bi hev re pîroz dikirin û pir kêfxweşbûn. Serê sibehê em radibûn û me pêdiviyên cejnê amade dikirin, despêkê li zarokan paşê jî li her kesê belav dikir. Em hêkan bi rengên weke kesk, sor, zer û spî reng dikin, ev hemû reng jî li gor werzên salên e. LI gor salê 336 roj hene em jî li gor wê 336 hêkan dikin avê dikelînin û paşê li cîranan belav dikin. Piştî wê em bi şahiyekê cejna xwe pîrzo dikin. Her tiştê girêdayî xwazayê be em pîroz dibînin."
"Êrîş li ser bawerî û çanda me tê kirin"
Fîdan bal kişan ser êrîşên li ser baweriya Kurdên Êzidî û wiha pêde çû: "Di 9'ê Cotmehê de pilan li ser civaka Şengalê hatin pêkanîn, bi van pilanan dixwazin Kurdên Êzidî tune bikin, lê em bi komkujiyan û fermanan bi dawî nabin. Êrîşên niha li ser me tên kirin bi xwe ferman e. Di sala 2014'an de dewelta tirk çeteyên xwe şandin Şengalê lê hemû pilanên wan vala derketin, Îroj dîsa em Kurdên Êzidî li ser lingên xwe sekinîne û em pilanên wan şermezar dikin. Dema Êzidiyan çavê xwe li cîhanê vekirin rastî êrîş, êşkence û fermanan tên lê dîsa jî em ê li ber xwe bidin û wê serkeftin ya me be."