Çalakvanên Yemenî: Divê ezmûna YPJ’ê li welatên din jî dubare bibe

Çalakvanên Yemenî piştgirî dan fikra hebûna YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dan zanîn ku pêdiviya jinên welatên dinê jî bi yekîneyek wiha heye.

RANİYA ABDULLAH

Yemen – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di sala 2013'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Bi hezaran jin di warê bikaranîna cureyên çekan de hatin perwerdekirin û ji aliyê fîzîkî û derûnî ve hatin amade kirin da ku bikaribin li hember şert û mercên cûda yên jiyanê bisekinin. Ajansa me nêrîna çend jinên çalakvanên Yemenê derbarê Yekîneyên Parastina Jin û bandora ezmûna wan li ser wan û welatên dinê girt.

"Ev yekîne li dijî hemû diyardeyên tundiya fizîkî û zayendî û tecawizê dixebitin"

Çalakvan Emel Seîd diyar kir ku divê ezmûna avakirina YPJ’ê li welatên din jî dubare bibe û wiha pê de çû: "Her çend ez li dijî tevlîbûna jinan di şeran de me, lê pêwîst e jin bêyî ku li benda parastina mêran bin, yekîneyên leşkerî ava bikin û xwe biparêzin. Ev yekîne li dijî hemû diyardeyên tundiya fizîkî û zayendî û tecawizkirinê yên ku ji aliyê komên çekdar ve li Sûriyeyê tên kirin, dixebitin û ji bo azadiya xwe jî têdikoşin. Ger li Yemenê ji bo jinan yekîneyên parastinê bê avakirin, ez ê tevlî wan bibim."

"YPJ mînaka herî baş a wêrekiyê û paratina rûmetê ye"

Çalakvan û berpirsa projeyên Weqfa Masarat a ji bo Pêşxistina Mirovî Erwa Hecer got ku jinên Sûrî rastî gelek binpêkirinan hatine û wiha domand: "Gelek raportên mafê mirovan nîşan didin ku jinên Sûrî rastî îşkence û tundiya fîzîkî û zayendî hatine, bêyî destwerdana cidî ji aliyê civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî ve. Ji ber vê yekê ji bo parastina jinan ji van binpêkirinan YPJ hat avakirin. Tişta ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, serbilindî û wêrekî ye ku xwe diparêzin bêyî ku li benda parastina ti kesî bin. Ew mînaka herî baş a wêrekiyê û parastina rûmet û axa xwe ne."

"Divê jin bi wêrekî çekê rakin û ji bo parastina xwe bên perwerdekirin"

Derûnnas Kerîma El-Semdî jî hêz û cesareta jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî YPJ’ê bûne wiha anî ziman: "Di şer û pevçûnan de jinan bedelên giran dane, ji ber ku herî zêde jin tên hedefgirtin. Ji ber vê yekê divê jin bi hêz û wêrekiyê bên çekdarkirin û ji bo parastina xwe bên perwerdekirin. Ev ezmûna bêhempa, ger hewce bike, divê li her herêm û welatên ku şer û pevçûn lê diqewimin, were dubare kirin."