Warê girên dîrokî û çiyayên bilind: Bilbilê

Navçeya Bilbilê ya kantona Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem navçeya Efrînê ye. Navçeya ku navê xwe ji bilbilên dengxweş gelek girên dîrokî û şûnwar hene ku niha hatine talankirin.

HESNA MIHEMED

Şehba - Navçeya Bilbilê bi qasî 50 km. dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Navê xwe ji bilbil digre  ku di nava daristanên çiyayên derdora navçeya ku wê demê gund bûye de, de pir bûn lewre navê wê bû Bilbil. Di heman demê de di serdema Osmaniyan de jî navê wê "Ezê" bû û îhtîmal heye ku ji navê Ezedîn be.

Erdnîgariya Bilbilê

Navçeya Bilbilê dikeve dawiya quntara başûr û bilindtirîn çiyayê parêzgeha Helebê ew jî Girê Mezin e, bilindahiya wê 1269 metre ye. Bilbil bi qasî 90 km. dûrî bajarê Helebê-ber bi bakurê rojava ve ye. Ji serdema Osmaniyan ve kevnar e û navenda malbeta Şêx Îsmaîl Zade bûye, ev malbat di navçeya Bilbilê de navdar in. Xaniyên navçeyê yên kevin ji heriyê û baniyên wan darîn in.

Navçeya Bilbilê bi aboriya xwe dewlemend e

Şêniyên wê bi çandiniyê, bi taybetî di warê zeytûnan de kar dikin û debara xwe dikin. Li navçeyê hin pîşeyên destan hene, wek atolyeyên ji bo domandina makîneyên çandiniyê, hesinkarî, malzemeyên avahîsaziyê û hin karxaneyên zeytûnan. Demsalên ku baran zêde be, bi dehan kanî li derdora navçeya Bilbilê û gundewarên wê diherikin. Navçe xwe dispêre piranî çandiniya bi ava baranê, ji bo hilberîna zeytûn, dexl, rez û xwedîkirina lawiran. Di heman demê de karên wê yên destan jî hene. Berhemên herî navdar çêkirina xalîçe û malzemeyên avahîsaziyê ne. Li bilindahiya çiyayên navçeya Bilbilê madenên hesin û sifir hene. Her wiha mermerên rengîn jî tê de hene. 39 gund û malgundî girêdayî navçeya Bilbilê herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene.

Dîroka wê hatiye wêrankirin

Piştî ku Tirkiyeyê herêma Efrînê di 18'ê Adara 20218'an de dagir kir, dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê mîrateyên çandî yên mirovî li herêmê ku di nav wan de gir, şûnwar, bîrewerî û heta perestgehên olî yên mezhebên cuda (Misilman Elewî, Êzidî û Xisristiyanan) wêran kirin. Di encamê de Rêveberiya Şûnwaran dosyaya binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî van şûnwaran û girên kevnar belge kir, di nav de yên navçeya Bilbilê jî li gorî agahiyan ew jî belge kirin. Hin ji wan cihên dîrokî û kevnar ev in;

Gelek ji wan giran di Rêveberiya Kevnewarên Sûriyeyê de nehatine tomarkirin

Girê El Sûs ê arkeolojîk ku 35 km. dikeve bakurê bajarê Efrînê û yek ji girên di tomarên Rêveberiya Kevnewarên Sûriyeyê de nehatine tomarkirin e. Navê gir ji riweka naskirî ya şêranî El Sûs hatiye ku piranî rûyê gir dih-gire, ji ber vê yekê gir bi herêmî bi navê wê hatiye binavkirin. Piştî dagirkeriya dewleta tirk, gir bi maşîneyên giran hatiye kolandin.

Girê Saadîn ê dîrokî jî li dawiya bakurê navenda navçeya Bilbilê ye û ew ji aliyê bakur ve bi qasî 35 km. dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Girê Saadîn bi darên zeytûnan, rez û gelek darên kevnar ên behîvan  hatiye çandin. Ev girê dîrokî jî weke girê El sûs di tomara Rêveberiya Kevnewariyên Sûriyeyê de nehatiye tomarkirin û hatiye jibîrkirin.

Girê Şêxurzê navê xwe ji kaniyek kevn digre

Tilê el-Bîr (Şêxorzê) yê arkeolojîk li navçeya Bilbilê ye, bi qasî 7 km. dikeve başûrê rojhilatê navenda navçeyê û li nêzî gundê Şêxorzê ye. Bi qasî 800 metreyan li bakurê gund dikeve û gir jî bi qasî 30 km. li aliyê bakur dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Navê vê girê jî ji ber ku kaniyek kevin li rojavayê gir heye û 125 metre jê dûr e ye. Ev gir piştî dagirkeriya herêmê bi temamî hat wêrankirin ji aliyê çeteyên dagirkeriya tirk ve û darên zeytûnan ên ku temenê wan digihîje serdemên kevnar ji holê hatin rakirin.

Tilê Qestel Miqded ê arkeolojîk jî li dawiya rojhilatê gundê Qestel Miqded li navçeya Bilbilê bakurê bajarê Efrînê dûrî 28 km. dikeve. Li gorî belgeyên ku hatine bidestxistin ew jî rastî kolandinên sabotajê hatiye, li kûrahî û deverên cuda yên gir kolandin hatine kirin. Li dawiya bakur-rojhilatê gir jî rastî kolandina bi maşîneyên giran hatiye û darên zeytûnan ên ku her dem lê şîn dibûn hatin jêkirin.

Bilbilê bi çiyayên xwe yên bilind tê nasîn

Sureya Mustafa behsa navçeya Bilbilê û cudabûna wê ji navçeyên din dike û wiha dest bi axaftina xwe dike: "Navçeya Bilbilê navçeyeke dîrokî ye û kevintirîn navçeya Efrînê ye. Bilbilê 46 gundan di nava xwe de dihewîne ji bilî navenda navçeyê. Navçe bi her du çiyayên bi navê Gir tê naskirin. Çiyayê Gir ê mezin li ser asta bajarê Helebê mezintirîn û bilindtirîn çiya ye. Li ser çiya ziyareteke olî heye, gel li gorî baweriya xwe diçe serdana wê gorê. Dema bûyerek biqewime, yan jî daxwaza kesek hebe berê xwe didin gorê û mirazê xwe dixwazin. Di heman demê de navçe yekem cihê Efrînê ye ku av û elektrîk hatiye kişandin. Ji ber erdnîgariya wê ji xeta sînor ê di nav Efrîn û Tirkiyeyê de herî nêz e. Li kêleka wê hemwelatiyên navçeyê bi welatparêziya xwe navdar in. Şêniyên Bilbilê herî zêde di parastina ax û zimanê xwe de li pêş in."

Şêniyên wê kevneşopiyên xwe diparêzin

Adet û kevşopiyên navçeya Bilbilê yê herî zêde tê nasîn ew e ku civaka wê li hev kom dibe, her wiha rengê jinan tê de xuya dike. Sureya Mustafa bal dikşîne ser adetên navçeya xwe û wiha pê de çû: "Xelkê navçeyê heya niha parastina adetên xwe yên kevnar kiriye. Yek jê jî civaka wê li hev kom dibe, yanî ji hev parçe nabin. Li kêleka wê çanda alîkariyê li gel me pêşketî ye. Her wiha xwarineke wan a kevnar heye û heya niha jî amade dikin ew jî xwarina bi navê “Kutayî” ye. Heya piştî koçberbûnê xelkê Bilbilê parastina adetên xwe li Şehbayê kirine. Bilbilê bi gorên xwe yên olî navdar bû. Tê de ziyaretek heye bi navê ziyareta Teknê ku bi jinekê tê naskin ew jî Fatimê Yûsib e ku gel ji derveyî navçeyê jî berê xwe didin vê gorê û mirazê xwe dixwazin. Li kêleka wê gundekî bi navê Eşûnê li Bilbilê heye di dîrokê de hêz û berxwedana jinan li pêş bû lewre gund bi navê wê hate binavkirin. Ev jî tê wateya ku navçeyek dîrokî û xwediyê gelek destanan e."

Xwezaya wê gelek xweşik e

Bilbilê bi xweza, deşt, çiya û kaniyên xwe navdar e bi taybetî çiyayê Gir ê mezin ku wêneyê Rêber Abdullah Ocalaln li ser wê hatibû xêzkirin. Sureya Mustafa wiha behsa xweşikbûna navçeya xwe kir û gotinên xwe bi dawî kir: "Di nava navçeyê de kaniyek hebû şêniyên navçeyê bi ava wê kaniyê pêdiviyên xwe pêk dianîn û avê bi destan dikişandin malên xwe. Her wiha bi çiyayên xwe jî deng vedabû li Efrînê bi taybetî çiyayê Gir ê mezin ku li ser wê wêneyê Rêber Apo ji keviran xêz kiribû heye. Ev wêne ji hemû aliyên herêmê ve dihat dîtin ji ber ku çiyayê herî bilind ew e lê piştî dagirkeriyê ew wêne hat rûxandin û li şûna wê wêneyê Erdogan hat xêzkirin ev jî cihê xemgînî û êşê ye.”