Navê ku ji evînê tê: Mabeta

"Mehebet" an jî "Mabeta" navçeyeke ku gelek mezhebên olî yên cuda di nava xwe de dihewîne ji ber vê yekê ji navçeyên dîtir ên herêma Efrînê cudatir e.

HESNA MIHEMED

Şehba - Navçeya Mabeta ku girêdayî navenda bajarê Efrîn ê Bakur û rojhialtê Sûriyeyê. Her mezhebek li ser ol, adet û kevnşopiyên xwe di navçeyê de dijîn. Tu ferq û cudahî nexistine navber hevdu ev teybetmendî ku dihêle Mabeta ji navçeyên Efrînê yên dîtir cuda be. Di vê nûçeya xwe de em ê jiyana mezhebên olî, her wiha cihên dîrokî yên kevnar ên navçeyê her wiha wêrankirina wan cihan piştî dagirkeriya dewleta tirk li gor agahiyên di destên me de bidin nasîn.

Ji Mehebet ew hatiye

Li gor belgeyên Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrîn bajaroka Mabeta dikeve ser deşteke kilsî û bi qasî 15 km li bakurê rojavayê navenda bajarê Efrînê dûr e. Li ser navê wê hinek dibêjin ew ji peyva "Evîn" bi zimanê Erebî jê re dibêjin "Mehebet" hatiye, Kurdî vegeriya navê "Mabeta". 37 gund girêdayî navçeya Mabeta ne. Rûniştvanên wê bi çandina zeytûnan, rez û rezvanan ji navçeyên dîtir cuda ne. navçe di dema fermana Fransa li ser Sûriyê navenda navçeya "Kiradagh" bû.

Mabeta û cihên wê yên dîrokî

Li navçeya Mabeta 13 cihên dîrokî û şûnwarî hene ku dîroka Mabeta vedibêjin. Bîra Gûzê ku dikeve bakurê rojavayê navenda bajarê Efrînê û bi qasî 20 km jê dûr e, her wiha dikeve rojavayê gundê Birîmce di navbera gund û navçeya Mabeta. Navê wê  bi Bîra Gûzê hat nasîn ji ber cihê wê gelek kevnar e û li gel wê dara Çinarê ku temenê wê vedigere hezar salan hebû her wiha li derdorê wê darên gûzê yên kevin û mezin tên peydakirin, lewra bi vê navê hate naskirin. Girê Avrazê bi 20 km dûrî navenda bajarê Efrînê ye ku li ser vê girê darên zeytûnê yên temenê wan sedsalî ne dihatin peydakirin her wiha li kêlek girê, bîra avê tê dîtin ku bi zelalbûna ava wê tê naskirin. Girê Berbauş jî ku li ser wê girê ziyareta Berbauş a xelkê Elewî heye.

Gira Bîra gir ku dikeve başûrê gundê Şîtka û li derdora gir baxçeyên fêkiyan û zeytûnan tên peydakirin. Li aliyê başûrê wê jî bîrek avê ya kevin heye û navê xwe jê girtiye. Gira Bîra Xaziyana ku girêdayî gundê xiziyana yê jêrîn a navçeyê ye û navê wê ji avê bîrê tê ku niştecihên gund li ser wê avê pêdîviyên xwe pêk danîn û heya niha ava wê heye, gira Ziravkê jî dikeve bakûrê gundê Omo û gir bi çema Ziravkê tê naskirin, gira Kitix li rojhilatê wê rawestgeha Kitix a trêna Eksprsa Rojhilat heye û di navbera gir û rêhesinê de çemê Kitix ji aliyê bakurê rojava ve diherike û ji bo derbasbûna trênê pireke hesinî li ser hatiye çêkirin, Derdora gir ji demên kevnar ve bi darên zeytûnan ên gelek salî hatine çandin. Gira Misto Hesen û gira Misto Hesen a jêrîn, Gira Dirîmiyê, gira Şorbe, gira Eyûş û gira Pêşbiraqa jî hene.

Mabeta 4 mezhebên olî hembêz dike

Nisrîn Şebo ya ji Efrînê ku bi êrişên dewleta Tirk a sala 2018’an ve neçar ma koçî Şehbayê bike di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya Mabeta û adetên wê û wiha got: "Navê Mabeta ji hezkirin hatiye. Di Mabeta de kurdên Elewî, Sinî, Xiristiyanî û Ermenî hene û her pêkhateyek bi rengê xwe bi hev du re dijîn. Ji ber Mabeta bi elewiyan tê nasîn ji aliyê navçeyên dîtir ve em di nava zextan de bûn. Difikirîn ku Elewî girêdayî Rêjîma Sûriyê ne lê di rastiyê de em ne girêdayî tu kesî bûn. Piştî şoreşa Rojava zêdetir navçeyên dîtir em naskirin û ew nêrîna ne baş li ser me hate rakirin. Dema  şoreşê pêk hat jin karîbû cihê xwe di meclîsa gund de bigirin û xwedî nêrîn û helwest bin, di heman demê de rola wan di çareseriya pirsgirêkan de mezin bû. Koka me ji Bakurê Kurdistanê ye bi qewimandina şer hin malbat koçbûn û derbasî navçeya Mabeta bûn ew jî kurdên Elewî bûn û li wir jiyana xwe domandin. Adetên Mabetiyan girêdana wan bi xweza û sewilan ve tên nasîn."

Adet û kevnşopiyên Mabeta

Nisrîn Şebo di nava gotinên xwe de adet û kevnşopiyên navçeya Mabeta bi lêvkir û ev tişt vegot: "Xelkê Mabeta gelek baweriyên xwe bi xweda û gorên olî dikin. Ji ber vê roja Çarşemê milet tevahî diçûn serdana gora bi navê "Yexmûrdede" ew jî ji bo barandina baranê di zivistanê de mirov qurbanî li ber ziyaretê dikir. Ziyareta "Berbauş" jî ya pêkanîna mirazan bû. Kurdên Elewî di meha Eşûrê de rojî digirtin ku di vê mehê de mirov 12 rojan rojî digirin û piştre xwarina bi navê "Kûtayî" amade dikirin û belav dikirin, wateya vê yekê jî ku cotyar salê tevahî xizmet erd û zeviyan dikin ji ber sal 12 meh in, mirovan 12 rojan rojî digirtin û xwarina Kutayê ku 12 cure tovan ji genim, dan, pîvaz, kuşt, nûk, nîsk, gûz, mûj, behîv û hwd, dixin nav xwerinê û li ser cîranan tê belavkirin weke cejinekê ji cotyaran tê naskirin. Li kêlek wê cejina Xewirê Xidir heye ku 3 rojan rûjî digirin û piştre xwerina sembosek amade dikin û tê belavkirin. Di heman demê de dayîkên me heya niha li ber eniyên xwe kefî dikin ev jî kevnşopiyên wan ji dê û dapîran e, ku demê keç zewicî li ber eniyên xwe kefî dikin."

Bi av û kaniyên xwe dewlemend e

Nisrîn Şebo tekez kir ku Mabeta bi çem, kanî û çiyayên xwe navdar e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di navçeyê de bîra Avgirî hebû ku li ber ba wê bîrê darek mezin hebû ku jinên navçeyê wek kom li ber avê karê xwe digirin bi taybet piştî rakirina mewsimên xwe yên havînê diçûn cil û seriyên xwe li ber ava bîrê dişuştin. Kaniya Ziravikê û Zinarê înê jî li Mabeta tê peydakirin ku milet weke seyran ji xwe der diçûn ber avê. Li gundewarên Mabeta jî kanî û çem hebûn weke gundê Kaxirê û Gundê Hisê ve ku bi kanî û xwezaya xwe ve dewlemend in."

Kiryarên dagirkeriyê li navçeya Mabeta

Piştî dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, navçeya Mabeta weke navçeyên dîtir para xwe ji dagirkerî û wêraniyê girt ku ew navçe bi cihên xwe yên dîrokî, xwezayî kanî û çeman dihat nasîn niha ji ber dagirkeriyê bûye dojeh. Ji bilî ku rojane ji 18'ê Adara 2018'an ve heya roja îro xelkê wê navçeyê û gundewarên wê rastî lêdan, revandin, êşkencekirin û destdirêjiyê tên, cihên dîrokî û şûnwarî yên ku li jor me behsa wan kirine jî temamî hatine talankirin û ruxandin, her wiha şûnwarên wan hatine dizîn û li sûkan hatine firotin. Ev kiryar dikevin nav sûcên şer.