Min di rojê de payîz dît
Di her werzekî salê de xweza, rêwîtiyeke bê dawî ya pir rengî ber bi dilê mirovan ve dike.
ZEHRA ŞENGALÎ
Şengal – Di her werzekî salê de xweza, rêwîtiyeke bê dawî ya pir rengî ber bi dilê mirovan ve dike. Payîza ku xwe ji werza Havînê diwelidîne dest bi rêwîtiyeke nû ya dijwar dike û ji werza Zivistanê re malavayî dike. Hembêza xwe ji pevçûnekî tund ya xwezayê re vedike. Her çendî werza Payîzê weke dawîbûna demekê bê zanîn jî, barê hemû xemên xwezayê hildigre nava xwe û ji baranê re dibe rêheval, ji şevan re dibe melodî, ji rojê re dibe palpişt. Payîz, zaneyê ewrên dijwar e, ji bayê re tove. Li her darekî, gulekê, dibe mêvan ji wan pelên bi xem digre û mizgîniya tovên xwe ji nûve di barana payîzê de biwelidînin dide. Ma ne eve rêhevaltiya xwezayê? Ev e sira hebûna xwezayê, ev e cîhana bê evîn nawelide, ev e xwezaya yekem a bi hemû zanîna xwe, xwezaya duyemîn bê lêgerîn, bê xweşikbûn, bê hebûna xwe bê par nahêle.
Li gel her însanekê/î werzên salê bi wateyên ji hev cuda tên pênasekirin. Her werzek, bi ya berî xwe û a piştî xwe re hebûna xwe bi wate dike. Hemû jî berdewamên heyînên hev in. Yek bê yekê nabe. Ev jî ahenga xwezayê dide nîşandan. Xweza bi awayekî herî kamil bûyî ji mirovahiyê re hatiye diyarîkirin. Ji bo di nav ahenga gerdûnê de bibe yekpare, her roj, bi awayekî xweşikbûna xwe pêşkêş dike. Rêwîtiya Rojê yek ji sira herî mezin ya gerdûn û xwezayê ye. Em di her werzekî salê de bi rengekî cuda şahidî ji rêwîtiya Rojê re dikin. Lê di werzê Payîzê de dibe sira hemû siran. Bi taybet di rojên bi ewir de, gava diçe ava mirov her tim dixweze lê temaşe bike.
Me îro di rojê de Payîz dît. Me îro şahidî ji kêliyekî herî bedew ya Rojê re kir. Li aliyekî ewrên payîzê, li aliyekî têhna rojê ketibûn zikhev de.
Li ser xaka qedîm ya mirovahiyê ya Şengalê, li warê qewmê rojê lê taxtê xwe daniye, gava roj diçe ava bi xweşikbûnan ve tijî ye. Êdî demsala Payîzê destpê dike. Ax ji weşîna pelan re dibe war. Roj ji ewran re dibe hevrê. Îro çûna Rojê bi her awayî cuda bû. Ji warê qedîm yê qewmê rojê temaşeyî Rojê kirin, hestekî aramî, ahengî û xweşikbûnê diafirîne. Bi xwezayê re jiyan kirin, bi mane jiyan kirine. Em xwe ji wê sira maneyê bê par nehêlin.