‘Her destpêkek zayînek e her zayîn vejînek e’
Li ser erdnîgariya xaka pîroz, di sînga çiyayê serhildêr ê Şengalê de jinên Êzidî, di rûpelên dîroka çand û kevneşopiya xwe ya resen de bi têhngermiya roja payîzê destpêkeke nû, zayîn û vejîneke nû nivîsandin.
ZEHRA ŞENGALÎ
Şengal – Cejna Cimaya yek ji kevintirîn cejna civaka Êzidî ye. Ev cejn xwe dispêre dîrokeke bi hezaran salan, her sal di mehên payîzê Îlon û Cotmehê de dest pê dike. Li gorî çanda resen a civaka Êzidî Cimaya dikevin rojên Pênşem-Înê. Di cejna Cimaya de nûkirina Quban, siwarkirina Hîlala serê wê û rakirina periyan bi rengê Kesk, Sor, Zer û Spî pêk tê. Di heman demê de serdana gorên miriyên xwe jî dikin. Li ber her qubeyekê goristanên miriyên xwedanê quban hene. Gotina Cimaya tê wateya kombûnê.
Di nava civaka Êzidî de û bi taybetî li gel jinên Êzidî Xatûna Fexran weke temsîlkara çanda dayika xwedawenda pakî, bawerî, hêvî û qenciyê tê vegotin. Qubaya li ser navê Xatûna Fexran weke qubeya buhrandina hemû êş û azaran tê pênasekirin. Di heman demê de cihê kombûyîn, kêfxweşî û gihandina miradê dilê xwe.
Yekem car jinan bi pêşengiya TAJÊ qube nûkirin
Di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û bi alîkariya sîwana jinên Êzidî ya Ewropayê li ber Quba Xatûna Fexran kon hatin danîn. Cara yekemîn piştî dîrokeke bi hezaran salan jinên Şengalê di pêşengiya TAJÊ de di dîroka çand û kevneşopiya civaka Êzidî de destpêkeke nû nivîsandin. Piştî fermanê heta niha Qube nehatibû nûkirin. Hîlala Quba Xatûna Fexran bi destên sê jinên Êzidî Kinê Xidir, Xoxê Cindî Hesen û Dayê Xensê hat girtin û siwarkirin.
Endamên Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Xoxê Cindî Hesen û Kinê Xidir ên ku Hîlala Quba Xatûna Fexran siwar kirin ji ajansa me re axivîn. Di axaftina xwe de li ser navê tevahî jinên Êzidî kêfxweşiya xwe anîn ziman û bi nirxandinên xwe bal kişandin ser girîngiya rakirina Hîlalê û bang li tevahî jinan û civaka Êzidî kirin ku li çand û kevneşopiya xwe ya hezaran salan didome xwedî derbikevin, biparêzin û li dora wan kom bibin.
‘Ew horiyek bû’
Endama koordinasyona TAJÊ Xoxê Cindî Hesen di destpêkê de xêrhatina hemû kesên beşdarî Cimaya Xatûna Fexran kir û li ser girîngiya wê wiha got; “Em hatin ber Xatûna Fexran. Îro roja duyemîn a Cimaya Xatûna Fexran ye. Xelkê me yê Êzidî ji bo xêra xwe gelekî tên ber Quba Xatûna Fexran. Xwedî li goristan û şêxên xwe derdikevin. Xatûna Fexran kerameta wê hebû. Ew horiyek bû. Em weke jinên Êzidî xwe xizmetkarên wê dibînin. Em xwe weke zarokên wê dibînin. Her dema ku ketine tengaviyê me banî wê kiriye.”
‘Xatûna Fexran cihê baweriyê ye’
Xoxê Cindî Hesen behsa hatineke xwe ya beriya fermanê ber Quba Xatûna Fexran dike û wiha dibêje; “Ez ji bo xwe bibêjim, beriya fermanê hinek nexweşî û tengasiyên min hebûn, ez bi lingan ji Xanesorê dihatim ber Xatûna Fexran, tiştê ez ji bo wê hatim pêk hat. Xatûna Fexran cihê baweriyê ye. Çi mirovê dil paqij jin be, zilam be li ba wê ferq nî ne berê xwe dabe miradê wan çûye serî.”
‘Me di dîroka dê û bavan de destpêkeke nû nivîsand’
Xoxê Cindî Hesen di dema axaftina xwe de behsa kevneşopiya rakirina Hîlala Quba kir û wiha got; “Me jî îro weke jinên Êzidî TAJÊ destpêkeke ku di dîroka dê û bavên me de çênebûye weke dîrokeke nû xwest binivisînin û derbasî dîrokê bikin. Heta niha jinan di kevneşopiya Cimaya de Hîlal ranekiriye. Me îro got em ê Hîlalê lê siwar bikin. Ez, dayê Kinê û dayê Xensê bi navê temsîla hemû jinên Êzidî me Hîlal rakir. Em pêxas heta ber deriyê konê çûn pêşiya Hîlalê û me Hîlal rakir. Me daxwez kir Hîlal ji me re be. Bihayê wê gihandin 4 milyonan, careke din me got ji me re. Em çûn derbasî ber deriyê Qubê bûn em ê derbas bibin gotin 4 milyon û nîv e, careke din me got ji me re ye. Mala Xwedê hezar carî ava, mala Xatûna Fexran ava. Em ên bi temen dirêj bûn me ji xwe re xêrek kir. Qenciya Xatûna Fexran her li ser me ye em çi jî bikin. Em rihê xwe jî bidin têrê nake. Bi rastî em çi ji Xatûna Fexran re bikin dîsa kêm e.”
‘Hêvî û daxweza min ji jinên Êzidî ew e ku xwedî li Xatûna Fexran derbikevin’
Xoxê Cindî Hesen di dawî de hêvî û daxwaz ji hemû jinan û civaka Êzidî kir zêdetir xwedî li çand û baweriya xwe derkevin û wiha got: “Em hêvî û daxwez ji jinên Êzidî tevan dikin ku li Xatûna xwe, xwedî derbikevin. Em çi demê ban bikin ew amade dibe û bi hewara me ve tê. Wê demê divê zêdetir em xwedî lê derbikevin û bêhtir xêrê bi Xatûnê bikin. Her gava tengav bûn, berê xwe bidin vî cihî. Bila ne berê xwe bidin doxtoran û ne jî cihên din. Berê li ba jinan çi rewş çêbibûya dihat vê derê baş dibû. Lê niha jin baweriya xwe bi tiştên xwe yên pîroz naynin. Em dibînin îro wekî ku bawerî kêm bûye xuya dike lê em dibêjin divê baweriya xwe bi Qube û Hilalê xwe bînin. Ev Quba Xatûna, Şêx Hadî ye, Şerfedîn e û Çilmêra ye.”
‘Xatûna Fexran di civaka me de sembol e’
Endama Koordînasyona TAJÊ Kinê Xidir bal kişand ser girîngiya bawerî û nirxan di nav civaka Êzidî de û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di serî de em xêrhatina we dikin, di vê cejna Xatûna Fexran de şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînim. Em ji malbatên şehîdên xwe re serkeftinê dixwazin. Em îro bi saya şehîdan li vir in. Karê me û xêra ku me kir bi saya şehîdan e. Îro weke jin û gelê Êzidî em li vir kom bûne û cejna Êzidî pîroz dikin. Em vê cejnê li gelê me yê Êzidî pîroz dikin, em li şehîdên xwe pîroz dikin. Em ji vir heta Ewropayê li tevahî jinên Êzidî û hemû kesên ku bûne alîkar pîroz dikin. Îro me, dayê Xensê û Xoxê Hîlala Xatûna Fexran rakir. Em gelekî kêfxweş in Xatûna Fexran ji me û gelê me tevan re bûye sembolek. Ji Şengala me ya rengîn re, ji şehîdên me re bûye sembol.
‘Em ji nû ve ji dayik bûn’
Di dîroka me de yekemîn car jinan Hîlala Quba siwar kir. Berê malbat bav û bapîrên min Hîlal siwar dikirin lê me jinan siwar nedikir. Îro me jinan Hîlal siwar kir. Ev ji bo me jinan pêşketineke pîroz e. Rast e em ji ber şehîdên xwe birîndar in û dilê me diêşe lê em kêfxweş û bi kelecan in jî. Me weke jinên Êzidî îro Hîlala Xatûna Fexran siwar kir em gelekî kêfxweş in. Ev pêşwazîkirin weke em nû ji dayik bibin bû. Hem ji ber şehîd û esîrên xwe em giriyan, hem jî em kêfxweş bûn ji ber ku me Hîlal siwar kir. Gava me jinan Hîlal danî ser milên xwe, kêfxweşiya ku em jiyan mînakên wê tune ne.”
‘Bila civaka me di nava tifaqê de be’
Kinê Xidir tifaqê weke dermanê hemû nexweşiyên nava civaka Êzidî pênase kir û bi van gotinan hêvî û daxwaza xwe anî ziman; “Hêvî û daxwaza min ji gelê Êzidî re ew e ku bi tifaq bin, Mam Zekî digot; ‘Tifaq di ser hemû tiştî re ye. Ger Êzidî bi tifaq em ê Şengaleke xweser, armanc û daxwaza şehîdên xwe bînin cih. Şehîdên me li pey vê hedef û armancê çûn em ê jî li ser vê armanca şehîdan ola xwe xurtir bikin. Em weke gelê Êzidî rê û resmên çanda xwe ya berê bi cejnan pîroz dikin. Gelê Êzidî ji fermanê heta îro li vir kêfxweşî nejiyabû. Hê jî şehîdên me li çolan in, hestiyên me di axê de ne û bi hezaran keç û jinên me di di destên DAIŞ’ê de ne. Lê ji niha û pê ve em ê nehêlin kêfa dijmin xweş were. Em ê dijmin bişkînin bibin şûr û bikevin mil, çav û pişta dijmin. Hemû kesên ku destên xwe dirêjî Şengalê kirin û li pişta xwe dan me, îro dibêjin Şengal a me ye em ê wan destan bibirin.”
‘Yê ku ev fikir da me ku em bi hêz bibin Rêber Apo ye’
Kinê Xidir di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku yek ji daxwazên sereke ya jinan û civaka Êzidî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got; “Em şopdarên şehîdên xwe ne careke din em soza xwe dubare dikin. Heta em sax bin em ê li pey doza şehîdên xwe bin. Li pey şopa Êzidayetiya xwe, çand û kevneşopiyên xwe, cejn û erefatên xwe, rê û resmên Êzidayetiyê, ol, Qewal û baweriyên xwe bin. Ez ji gelê me yê Êzidî re serkeftinê dixwazim. Em serkeftinê ji yên di heps û zindanan de li ber xwe didin re dixwazin. Em azadiya Rêber Apo dixwazin. Yê ku ev fikir da me ku em bi hêz bibin, Rêber Apo ye.
Înşaallah em koka dara kevnar in, em tu caran terka vê kokê nakin. Bi sedan qehremanan serê xwe dane, em ê di riya Tawusê Melek de serê xwe bidin. Xatûna Fexran jî xwedawendek bû, bi keramet bû mîna dayê Zero. Em ê riya wan ji xwe re hilbijêrin. Em ê li pey doza Êzidayetiya xwe bin, em ê doza mafên xwe bikin. Ez ji kesên ku canê xwe ji bo gelê xwe dikin qurban re serkeftinê dixwazim. Em silavên xwe ji hevalên li Çiyayên Qendîlê re dişînin. Em vê cejnê li YJŞ-YBŞ’ê û asayîşa Êzidxan pîroz dikin. Li Rêbertiyê pîroz dikin. Em hêviyê ji Xwedê dikin ku maf û heyfa Êzidiyan ji dijminan re nehêle. Heq û heyfa şehîdan, dîl û sêwiyan bigre. Jin, Jiyan, Azadî, hol hola Tawusê Melek e, şehîd namirin.”