Gundekî kevnar: Sikir El-Ihêmir
Sikir El-Ihêmir ji kevntirîn gundên Herêma Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyêye ye û dergûşa mirovahiyê ya 8 hezar sal B.Z ye. Gundê Sikir El-Ihêmir jî 4 sal zêdetir e bi êrîşên dewleta Tirk re rûbirû ye.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Çerxa dîroka 12 hezar salan, li ser erdnîgariya 14 hezar girên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî digere. Bêhna şoreşa neolotîkê û çanda xwedawendan careke din ji gund, gir û çem û kevneşopiyên wê difûre. Her çiqasî desthilatdar, dagirker û mêtingeran hewl didan bi êrîşên pergala desthilatdar hevbeşiya jin, jiyan û civakê parçe bikin jî nikaribûn ji ber ku jin di pîvanên edalet û wekheviyê de her em digihîştin hev û ev dibû sedem ku dîroka xwe heta îro biparêzin.
Jin bi hişmendiya ku dîroka wan di roja îro de veşartî ye, li dora girên gundên xwe dicivin û hewldana derxistina wê rastiyê dikin ku toza hezaran sal ji ser paqij bikin û careke din xwedawendiyê bikin. Di vir de jin di hemû ol û baweriyên Mezopotamyayê de digihîjin hev, ji ber ku armanca jiyan û têkoşînê dibe yek.
Bi hezaran gund, perestgeh û bajarên kevnar li ser axa dewlemend ya Kevana Zêrîn di navbera rêzeçiyayên Kurdistanê de li deşt û kêleka rûbarên Firat, Xabûr û Dîcleyê hatibûn avakirin. Yek ji wan jî gundê Sikir El-Ihêmir e.
Şahidî ji serdema Osmanî û Fransîyan re kiriye
Ji ber bandora karesetên xwezayî yên wekî lehî, erdhej, hişksalî, bahoz û hwd. gelek gund û bajarên herêmê dihatin terikandin an jî ji ber êrîş û şerên li herêmê çêdibûn dihatin hilweşandin. Yek ji girên herî navdar û xwedî cihekî herî girîng û stratejîk di herêma Cizîrê de gundê Sikir El-Ihêmir e ku 7 km. li rojavayê navçeya Til Temirê ye û li ser qiraxê çemê Xabûrê bedewiya xwe her demsal nû dike. Gundê Sikir El-Ihêmir şahidî ji serdema Osmanî û Fransiyan re kiriye.
Wekî hemû giran, li ser vî girî jî gelek gor hene û hinek ji wan veguherîbûn goristanan. Gorên ku hatibûn çêkirin jî ji ber rewşa avhewayê û karesetên xwezayî bi gir re bûne yek, ew kevirê li ber serê mirî tenê dibe nîşaneya hebûna goran. Li gorî lêkolînan jî ev gor û goristan piranî di sedsala 19-20'an de çêbûne û mirov dikare wan wekî nîşaneyên parastina damarên kevnar ên vê axê şîrove bike.
Di sala 1991'ê de hat dîtin
Girê Sikir El-Ihêmir di sala 1991'ê de ji hêla mîsyonek Fransî ve hat dîtin û belgekirin. Berî ku vekolîn di sala 2000'an de ji hêla mîsyonek Japonî ya Zanîngeha Tokyoyê ve dest pê bikin. Çanda gir bi çanda Çiyayên Torosê ve girêdayî ye. Lêkolîner û rêveberê berê yê kevnar li bajarê Helebê, Yûsif Kenco, di pirtûka xwe de bi navê (Ji sed deverên arkolojîk ên Sûriyeyê) de piştrast dike ku çanda girê Sikir El-Ihêmir bi çanda çiyayê Torosê ve girêdayî ye, Toros jî yek ji çiyayên naskirî yên di erdnîgariya Bakurê Kurdistanê de ye, ev yek jî li ser bingeha nimûneyek ji xaniyên guloverî hatiye avakirin de, hat diyarkirin.
Xwedawendiya jinan
Vedîtinên arkeolojîk ên ku ji van tabûtan derketine, hebûna peykerên jin ên li herêmên ku di nav jîngehên herî kevn ên şaristaniya mirovahiyê de têne hesibandin, nîşan dide.
Parçeyek ku ji hêla arkeologê Japonî Yoshiro Nishiyaki ve li Sikir El-Ihêmir hat vedîtin. Ev peyker di serî de bi rûyê xwe yê ku bi zelalî taybetmendiyên xwe parastiye, hevsengiya xwe ya anatomîkî û dirêjahiya xwe ya 14 cm diyar dibe, xuya ye ku ew wekî amûrek rêûresmê hatiye bikaranîn. Di rastiyê de, ev peyker di nav civakên ku ew çêkirine û pejirandî de, derbarê fonksiyona wan a bingehîn de gelek pirsan derdixîne holê. Arkeologan digotin ku ew xwedawenda dayikê ya ku di baweriyên civakên şaristaniya Til Helefê de cîhekî bilind girtiye temsîl dike, bi şeklê konî hatiye çêkirin, pozîsyona rûniştinê digre, ji bo ku were parastin di konteynerên dirûnê de were nîşandan. Îhtîmal e ku ew jî li jora nîşkan li cihên ku ji bo pêkanîna ayînan hatine destnîşankirin hatiye danîn.
Yek ji mezintirîn niştecih û civatên çandinîyê yên çemê Xabûrê ye
Gundê Sikir El-Ihêmir dibe yek ji kevintirîn û mezintirîn niştecih û civatên çandiniyê yên qiraxa çemê Xabûrê. Li gund zêdetirî 100 mal hene û piraniya wan jî ji pêkhateyên Ereb û êla Begara ya Çiyayê Kizwanan pêk tên. Malbatên Kurd tenê di salên 50 heta 95’an de li gund jiyane. Her wiha dibistana gund di salên 80’yî de hatiye avakirin. Ji ber xêr û bêra li gund, malbat ji parêzgeha Heleb û Idliba Sûriyeyê dihatin gund cotkarî dikirin.
Bedrîya Hisên dapîreke 68 salî ye û dayika 6 zarok û 13 neviyan e, çend hûrguliyên hêja wekî bejn û temenê xwe ji dîroka gund heta çanda wê û hwd. bi me re parve kir.
Çîroka navê gund
Bedriya Hisên yek ji wan çîrokên ku li ser wateya navê gund dihatin gotin wiha di dawiya axaftina xwe de dibêje: "Berê li çemê Sikir El-Ihêmir gelek naûreyên avê hebûn. Ji ber ku nêçîrvanan gelek pezkovî li ser çem qetil dikirin, ava çemê Xabûrê vediguherî gola xwînê ji lewre her navê gund wiha me Sikir El-Ihêmir ango (Gola xwîna sor) bi wateya xwe ya Kurmancî dan."
‘Xabûr e!’
Bedriya Hisên behsa çemekî dirêjahiya wî 320 km. ye dike çemekî ku çavkaniya wê Riha û Mêrdîna Bakurê Kurdistanê diherike û ber bi Rojavayê welat ve diherike dike û wiha dibêje: "Çemekî wisa ye ku gelekî bi xêr û bereket e. Li ser çem jin diciviyan û bi hev re xalîçe û cil dişûştin û bi satilan av jê dikişandin gund û ji bo vexwarinê bi kar dianîn. Li kêleka zeviyên çandiniyê, werzên tirî û hinaran jî dihatin avdan. Ya herî zêde me li ser wî çemî hirî dişûşt. Herikandina ava wê dilê me mest dikir. Ev Xabûr e! Ava wê zelal, paqij û mîna neynikê ye."
Ji dapîrê rexneyek bo nifşên nû: Mode ne çanda me ye
Bedriya bi hestên bêrîkirina rojên berê û girîngiya wê nifşên nû bi awayekî nerm rexne dike û wiha dibêje: "Keçan kezîyên xwe yê dirêj bi ser cil û bergên xwe yê ji dapîra xwe girtibûn berdidan. Berê jinek bêyî kiras û xeftan derîyê mal derbas nedikir, lê niha nifşên nû hemû jî li gorî modeyê diçin û cil û bergên çanda xwe paşguhkirine. Heta niha jinên temen mezin çanda xwe ya ji dapîrên xwe girtine diparêzin û taybet cil û bergên folklorî. Xêr û bêra heyî di rojên berê de ye."
Rêûresmên jinan di şînan de guherî
Bedriya Hisên behsa çanda jinên Ereb di rêûresmên şînên mirîyan de û guhertina ku çêbûye bibîrxist û got: "Şîn jî wiha bûn ku konê şînê 3-4 rojan li erdê dima û jinan kezîyên xwe dirûçikand, rûyê xwe diqetandin û li xwe dixistin. Wiha xemgîniya xwe ya li ser kesa/ê mirî dianîn ziman. Ruxmî ku tişta jinan dikir pir şaş û guneh bû. Lê niha rewş hat guhertin, heta 3 rojan kon ji erdê radikin û li ser mirî êdî ewqasî li xwe nakin, rûyê xwe pirûnce nakin û kirasê xwe naqetînin. Niha ji bo şînan guhertinek baş çêbûye."
Di hembêza Çiyayê Kizwanan de dema bêrî û koçeriyê
Bedrîya Hisên rojên bêrîyê û koçeriya di nav deşt û newalên Çiyayê Kizwanan de tîne bîra xwe û wiha bi hesreta vegera wan rojan diaxive: "Li şûna avahiyan, me kon vedidan û wiha dest bi rêwîtiya koçeriyê di hembêza Çiyayê Kizwanan de dikir. Li kêleka bêrîyê û dotina pez, me kon jî bi alavên kevn jî çêdikir û meşik bikardianî. Lê niha ew kon neman e, avahî hatine lêkirin û her malbatekê çêleka xwe li ber mala xwe girêda ye û jiyan wiha bûye."
Bedriya Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser mijareke gelekî girîng di nav civakê de û wiha wê bi dilxweşî bilêv kir: "Berê nedibû ku keç bi xurtan re bimeşe, ji lewre malbatan ew nedidan xwendin. Ez jî wiha me, malbata min em tenê bi xwedîkirina pez û şivaniyê re mijûl dikirin û min nedan xwendin. Bi ti awayî dîtina keç û xortan bi hev re qebûl nedikirin lê niha rewş guherî û malbat êdî keçên xwe dişînin dibistanê û didin xwendin. Berê nezaniyê çavên malbatan kor kiribû lê niha keçik ligel hevalên xwe yên xurt dixwînin û diçin û tên dibistanê. Ne wekî ku difikirîn, pir normal e keç û xort bi hev re bixwînin. Di vir de qedirdayina keçan dest pê kir."
Şênî bi av û axê topên dewleta Tirk bêbandor dikin
Wekî her gundî Sikir El-Ihêmir jî 4 sal zêdetir e bi êrîşên dewleta Tirk re rûbirû dimîne û li ser malên şêniyan jî şopa top û çekên giran ên ku bi kar anîne hene. Şêniyên gund şopa êrîşan ji kamerayên me re nîşan dan û der barê betalkirina topan de jî ev agahî dan. Şêniyan gotin ku dewleta Tirk bi awayekî hovane gundê wan ê tijî sivîl topbaran dike. Her wiha gelek topên hawanan û çekên giran li gund dikevin lê belê nateqin, wiha ji bo ku bandorê li wan neke, topê dikşînin û davêjin bîrên kûr ên avê, yan jî erdekî 3 metre dikolin topê dixin navê û li ser tijî av û ax dikin heta ku bêbandor dibe.