Bajarê Dîrokî ya Kevin qirkirina çandî ya li Xezayê radixe ber çavan

Bajarê Kevin a Xezayê bi gelek mizgeft, dêr, hemam, cîhên bazaran, kemerên dîrokî û bi malên xwe yê kevin di nav xwe de dihewîne, piştî êrişên Îsraîlê qirkirina dîrokî û çandî bi awayek eşkere radixîne ber çavan.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hezên Îsraîlê li Zîvala Xezayê gelek cîhên dîrokî kirin hedef û tune kirin. Ev yek metirsiya ji holê rakirina mafê hebûna Filistîniyan li Xezeyê derdixe holê. Hinek awahî bi temamî hilweşiyaye, hinek ji wan jî tenê diwar an şibekeyên wan mane.

Midûra Muzexaneya Beyt El-Basha Narîman Xela diyar kir ku hêzên Îsraîlê Bajarê Kevin bi êrişên hewayî û topan hedef girtine û her wiha bi operasyonên bejayî jî tune kirine. Narîman Khale got ku vê rewşê şopa çar şaristaniyên li pey hev ên ku dîroka bajêr çêkirine ji holê rakir.

Di muzeyê de bi sedan berhemên ji şaristaniyên curbecur hebûn.

Narîman Xela di berdevamiya axaftina xwe de got ku di nav avahiyên hilweşiyan de Muzexaneya Beyt El-Başa heye, ku bi giranî ji qadên kesk li ser 60 donim heye. Piştî sala 1948'an bi parçebûna Filistînê û dagirkeriya Xezayê ya di bin desthilatdariya Misrê de, Qral Faruk ev qesr veguherand Dibistana Prensesa Feryal ku navê hevjîna xwe lê kiribû. Piştre di serdema Cemal Abdûnnasir navê wê hat guhertin bû Fadîme El Zahra. Di sala 2010’an de bû muze û bi sedan berhemên ji şaristaniyan tê de hebûn. Dîroka avakirina Beyt El-Başa vedigere dawiya dewleta Memlûk. Yanî nêzî 750 sal berê. Qesr wekî avahî hatine çêkirin ku berê ji hêla hukumdaran ve ji bo rêvebirina welatan hatine bikar anîn. Li derdora wê gelek avahiyên wek mizgeft, hemam û bazar jî hebûn.

Ji Perestgeha Paganan veguherî dêrê û piştre bû mizgeft

Çend gavan dûrî qesrê, li gor gotina Narîman Xela; Ew li Mizgefta Ummu'l-Muminin ku 4 hezar û 100 metrekare rûbera wê bû. Mizgeftê bi avahiyeke 1,800 metrekare û hewşeke mezin ku tê de 5 hezar kes tê de dikare bi cîh bibe hebû. Bi nûkirina di serdema Memlûkan de pêk hat, rengê xwe yê niha girt û beşa taybet a jinan lê hat zêdekirin

Narîman Xela diyar kir ku ev mizgeft di serdema Romayan de wek perestgeha paganan bû û piştre dema Xirîstiyantî wek olek fermî  hat qebûlkirin di serdema Bîzansan de bû dêr. Bi ola Îslamiyetê re ji aliyê  sahabe Amr bin Al-As hat fetihkirin û zivîrî mizgeftê, lê îro tenê nîv mînareyê wê û hinek berhemên vê mane.

Cihê bazara dîrokî hat hilweşandin

Di navbera mizgeft û avahiyên din ên li Bajarê Kevin de Bazara Al-Kaysariyye hebû, ku berê wek axura hespan dihat bikaranîn û niha veguheriye dikanan. Ev bazar gelek caran ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hat hedefgirtin û gelek cihên wê hatin rûxandin.

Duyemîn avahiya dîrokî ya herî kevn a li Xezayê hat rûxandin

Hemama Semere ku li hember bazarê ye, wekî duyemîn avahiya dîrokî ya herî kevn a Xezayê tê zanîn. Ev hemam di serdema Memlûkan de, bi qasî 865 sal berê hatiye çêkirin û dîroka wê hezar salan derbas kiriye. Ji ber gelek guhertinên dîrokî yên li bajêr heta roja me ya îro bi temamî hatiye hilweşandin û ew jî tevlî 38 hemamên dîrokî yên xerabûye bû.

Narîman Xela tekez kir ku yek ji taybetiyên herî diyar ên hemamê banê wê yê cam e ku rê dide tîrêjên rojê derbasî hundir bibe û her wiha erdê wê yê mermerî yê germkirî ye. Di hemamê de gelek berhemên dîrokî yên wekî amûrên muzîkê yên kevn, radyo û telefon jî hebûn. Navê Semere ji civaka Samerî ya ku li bajêr dijîn tê; vê civakê ji yên din zêdetir hemam bi kar anî.

Dêra dirokî ji ber topbaranan wêran bû  

Avahiya din a wêrankiri Dêra Aziz Proferios e. Ev dêr di sedsala 5’an de bi fermana hevjîna Împaratorê Bizansê weke şiklê keştiyê 3 metre dibin deryayê hatiye çêkirin. Dêr bi gelek îkonan hatibû xemilandin, her îkonek çirokek Xiristaniyê temsil dike. Diwarên wê bi îkonên  biçûk û mezin ên ku bi çirokên  hin pîrozan vedibêje tijî bûbûn. 

‘Kelecana bedewîya cihên dirokî  hîn li ser me ye’

Narîman Xela, hin avahiyên din  ên ku li Bajarê Kevin bi tevahî hatine hilweşandin wiha rêz kir: “Kemerên Kisabî û Îlmî. Ev kemeren berê haneyan ji bo diziyê biparêzin hatiye çêkirin. Van avahiyan tinîn ba malan bi kemeran ve girêdidin, kolanek teng diafirandin û ketina sereke çêdikirin.”

Narîman Xela,  diyar kir ku  ev xanî di serdema Memlûkan de ji bo mêvaniya rêwiyan wek otel hatiye çêkirin û bi demê re ji aliyê xwediyê wan bi xwe tê de bi cîh bûne. Diroka xaniyan  700  sal derbas dike û li ser wê gelek gote got hene. 

Narîman Xela di  dawiyê de diyar kir ku ji xeynî van avahiyan ku berê behsa wan kiribûn, gelek xaniyên kevin bi demê re winda bûne û bandora xebatên parastinê ji holê hatine rakirin. gelek xwaniyên kevin bibîr xist ku bandor û kelecana  mêvanên Bajarê Kevin, hîn jî di bîranînê mêvanên ku serdana bajêr kirine zîndî ye û di hefizeyên wan de cîh digire.