Şera bi keleh, çem, bendav û şûnwarên dîrokî tê nasîn

Navçeya Şera ya Efrînê ku şahidî ji gelek qewm û şaristaniyan re kiriye û xwedî şûnwarên dîrokî ye, ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hemû bedewiyên xwezaya wê tê talankirin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Yek ji navçeyên Efrînê yê bi dîroka xwe ya dewlemend, şûnwarên xwe yê dîrokî û bedewiya xwezaya xwe tê nasîn Şera ye. Navçeya Şera jî mîna navçeyeên din ên Efrînî piştî dagirkeriya dewleta Tirk ê di 18’ê Adara 2018’an de para xwe ji polîtîkatên qirkirinê girt. Navçeya ku bi keleh, çem, bendav û şûnwarên dîrokî tê nasîn rojane bi polîtîkayên bişaftin û qirkirinê ya dewleta Tirk tê talankirin. Hemîda Omer Mihemed ji gundê Omara yê navçeya Şera ya Efrînê behsa Şera ku bi keleh, çem, bendav û dîroka xwe navdar e, kir.

Navê xwe ji şer girt

Navê navçeyê ji serdemên kevnar ve bi Şera tê nasîn. Şera jî ji peyva şêr, qehremanî hatiye girtin ku xelkê vê navçeyê bi qehremanî dihatin nasîn. Ew dikeve aliyê rojavayê deşteke kilsinî. Ji aliyê bakur-rojhilat ve 13 km. dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Ji ber hebûna kevirên kilsinî yên mezin, gor û bîrên kevirî yên ku vedigerin serdema Romayê, ew herêmeke kevin diyar dibe. Li başûrê wê gundê Xirbêt Şera heye ku gundê kevnar e û bi geliyê Entûzê ku ji rojhilat ve tê ji hev vediqetin. Çandinî weke çavkaniyek sereke ya navçeyê ye. 41 gund girêdayî navçeya Şerayê hene. Di vê navçeyê de gelek cihên dîrokî û şûnwarî hene ku gel ji her navçeyê berê xwe didan wan deveran û li wan cihan digeriyan.

Cihên dîrokî û şûnwarî yên Şerayê

Şera zêdetir bi kela Nebî Horî, pirên Romanî û gola Meydankê di nava herêma Efrînê û bajarê Helebê de bi nav û deng e. Kela Nebî Horî yan Sîros yek ji kevnewarên dîrokî yên Efrînê ye. Ev cihê dîrokî dikeve bakurê rojhilatê herêma Efrînê, 2 km. dûrî sînorê navneteweyî yê bi Tirkiyeyê re. 45 km. dûrî bajarê Efrînê ye û nêzî 10 km. dûrî navçeya Bilbilê ye. Ava çemê Sabûnê ji aliyê rojhilatê wê derbas dibe û bi qasî 1,5 km. jê dûr e. Ew ji aliyê erdnîgariyê ve gelek dewlemend e û gelek hêzên leşkerî di serdemên cuda de ji demên kevnar ve lê bi cih bûne û li gorî lîkolênên ku hatine kirin beriya sala 312-280 b.z. hatiye avakirin. 

Pira Romanî

Pira Romanî pireke arkeolojîk a şeş bendî ye ku li ser çemê Efrînê li nêzî bajarê kevnar Nebî Horî dikeve. Pir di sedsala duyemîn de ji aliyê Romaniyan ve hatiye avakirin û di dema Bîzansiyan de hatiye restorekirin lewre bi navê pira Romanî tê binavkirin. Li Efrînê du pirên Romanî hene yek li ser çemê Sabûn rojhilatê kela Nebî Horî bi 1,5 km. dikeve û dirêjahiya wê digihîje 120 metreyan. Şeş vebûnên pirê hene du ji wan sîmetrîk in. Pira duyem jî li ser çemê Efrînê hatiye avakirin, li rojhilatê pira yekem dikeve. Dirêjahiya wê 92 metre ye û sê vebûnên wê yên mezin hene. Şêweyê pirê gemarî ye û vebûna wê bi kemaran in. Firehiya her du riyan 5,5 metre û bi keviran hatine pêçandin.

Bendava Meydankê

Bendava Meydankê jî dikeve ser çemê Efrînê li bakur rojavayê Sûriyeyê. 70 km. dûrî bajarê Helebê û 12 km. dûrî bajarê Efrînê ye, li nêzî gundê Meydankê yê navçeya Şerayê ye. Dirêjahiya bendavê 73 metre ye. Rûbera hewza bendavê jî 1365 metrekare ye. Ew li gel Efrîniyan cihekî seyranê ye li derdora wê xwaringeh hatibûn avakirin weke cihên rawestgehê. Gel roja înê ji her navçeyê li ber vê bendavê li hev diciviyan û roja xwe bi kêfxweşî û hezkirin derbas dikirin.

Dîrokek dewlemend

Hemîda Omer Mihemed a ji gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrînê ye behsa navçeya Şerayê kir li ser dîroka wê wiha got: “Navçeya Şerayê bi cihên xwe yên dîrokî ji navçeyên Efrînê cudatir û navdar e. Şera xwediyê dîrokek kevnar e. Navçeya Şerayê xwediyê gelek berhemên kevnar û navdar e. Cihên seyranê lê gelek hene. Tê de kela Nebî Horî, çiyayê Porsê, pira Romanî hene ev jî di dîrokê de cihên herî kevanr in û dîroka Efrînê bi taybetî vedibêjin. Kela Nebî Horî B.Z 1500 sal hatiye avakirin û tê de Mîtanî, Hisî û Bîzansî jî derbas bûne û lê bi cih bûne. Çiyayê Parsê di serdema Yewnanî de hebû, di bin çiya de şikeftên kevnar hebûn. Pira Romanî jî di serdema Romaniyan de hatiye avakirin û di bin pirê re ava çema Sabûn derbas dibe. Avakirina wê vedigere sedsala duyemîn a zayînê."

Xwe dispêre çandinî û kedîkirina mêşên hingivîn

Aboriya navçeyê di warê çandiniyê de gelek li pêş bû, çandinî jêdera bingehîn a Şerayê bû. Hemîda Mihemed behsa fêkiyên ku navçeya wê pê navdar e dike û dibêje: "Aboriya navçeyê zêdetir xwe dispêre çandiniyê bi taybetî bi darên gûz, behîv û tirî tê nasîn. Di heman demê de kaniyên wê jî gelek in û axa wê dewlemend e lewra çandinî dibe jêdera bingehîn a navçeyê. Bi xwedîkirina pez jî malbatan debara xwe dikirin. Li kêleka çandinî û xwedîkirina lawiran, welatiyan mêşên hingivîn jî xwedî dikirin, di her malê de herî kêm nêzî 40 qendîlên mêşan hebûn û bi hingivên xwe navdar bûn."

Şêniyên dilxwaz û bi hezkirin...

Li kêleka aborî û çandiniyê xelkê navçeyê heya vê kêliyê parastina adetên xwe kirine, di warê lixwekirina cilên folklorî û çêkirina xwarinên kevnar de xwedî çand in. Di heman demê de di warê guvend û dîlanan de cudatirî navçeyên din e. Tê de 13 cureyên govendê hene û heya niha şênî govendên xwe digerînin. Her wiha dema kesek li navçeyê dimire 7 rojan reşiya wê tê girtin û her malek rojê xwarinekê ji malê mirî re amade dike. Li şahiyan jî wisa ye 7 rojan bi hev re şahiyên xwe li dar dixin. Ev jî rihê alîkarî, wekhevî û hîskirina hev li gel wan çêdike."

Hemîda Mihemed destnîşan kir ku xelkê navçeyê ji bo seyranên xwe bike berê xwe dida Kela Nebî Horî û Gola Meydankê û got: "Gel ji navçeyên din berê xwe dida Şerayê ji bo biçe ber ava Nebî Horî û Gola Meydankê. Li wir xwaringeh û cihên rawestandinê hebûn. Gel ji xwarinên xwe li ber avê amade dikir û rojên xwe bi kêfxweşî derbas dikir. Di heman demê de li ber wê avê hirî jî dişûştin. Bi taybetî roja înê li ber çemê Sabûn Sî, ava Nebî Horî û Gola Meydankê her dem şahî hebûn weke dawetan mirov li hev kom dibûn. Ne tenê gelê Efrînê ji hemû deverên herêmên Sûriyeyê berê xwe didan navçeya Şerayê ji ber cihekî turîstîk bû. Xwezî rojek bihata em careke din vegeriyana wan cihan."

Nebî Horî jî hat wêrankirin!

Piştî ku dewleta tirk herêma Efrînê dagir kir hewl da guhertinên demografîk li herêmê çêbike yekser berê xwe da Kela Nebî Horî û bi rêbazên cur bi cur pê lîst, guheran û berhemên wê ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn û talankirin. Ne tenê Nebî Horî bi dehan cihên dîrokî yên navçeya Şerayê wêran kirin. Xwest bi vê yekê xeyalên împaratoriya Osmanî ji nû ve li herêmê pêk bîne û cihên dîrokî li gorî adet û çanda xwe texrîb bike.