çand û hûner

  • Nadîn Baxis: Êş û hêviyên xurbetiyê dinivîse 

    Helbestvan û nivîskara Sûriyeyê Nadîn Baxis a gelek xelatên nivîskariyê girtiye ji biçukahiyê dest bi nivîsê kiriye û timî xwe bi nivîsê aniye ziman.

  • Meryemê bi çêkirina wêneyan sînor derbas kirin 

    Li gundê Kavacikê weke wênesaza bi şalwar tê bibîranîn. Zehmetî û astengiyê ji bo xwe tu caran nekiriye hinceta nekirinê. Meryem Duzgun Kaya çêkirin wêne, weke dildariyek ji bo zarokan li beramberî hemû zehmetiyan berdewam kir. Halê pêşwendiyê (dezavantaj) ji bo Meryemê bûye îdia û wê ev rewş, ji bo xwe avantaj pejirandiye. Piştî temenê 45 salî bi hevkariya wênesaza ku hatiye gundê wan, ji wê rojê heta niha wêneyan xêz dike. Ji xeyalên xwe tu caran venagere û ji astentegdar û yên ne asteng dixwaze ku bi hunerê jiyana xwe bixemlînin û xeyalên xwe pêk bînin.

  • Jinên wêjevan ên ji nêz ve tên nasîn 

    Pênc nivîskar û wêjevanên Rojhilata Navîn ên hewceye bên nasîn û teqez berhemên wan bên xwendin.

  • “Jinên xwediyê nasnameya etnîkî xêz dikim” 

    Şêwekar Nuran Boztaş kaosa tê jiyîn û di hemû kulturên cuda de her ku diçe dixwazin jinê bêdengbikin û bi tepisînin van êşan hemû bi xêzkirina wêne dixe ser tabloyê. Ev jinane hemû ew jinên xwedî etnikin. Bedewiyan, çingeneyan, jinek ya hindistanê û jinek kurd xêz dike. Her tim nasnameya jinan xêz dike. Sedemê wê jî wisa bi nav dike: “Ew jinên ku ez xêz dikim her çiqas xebera wê nebe jî, ez bi wê re dibim yek. Ew aciziya ku pey xwe hêlaye hîs dikim. Germahiya çolan û sarbûna şevê hîs dikim. Tişta ku wê jinê jiyan kirî hîs dikim. Ji ber hîs dikim ez xêz dikim.”

  • Jin afrînerên gotinan in 

    Jin bi hevokên xwe jiyanê ji nû ve diafirînin. Zimanê jinan ji ber ku ji yê mêran bi tevahî cudatir e, li qada wêjeyê ‘nayên’ xuyakirin. Ya rast pêwîstiya vê cîhanê bi hevokên jinan ên resen heye.

  • ‘Dengbêjî vegotina hestane’ 

    Hunermend Mizgîn Mehmûd a ku ev 40 sal in çand û zimanê xwe bi dengbêjiyê diparêze diyar dike ku dengbêjî vegotina hestane.

  • 'Wênesazî karê pêşketin û afrîneriyê ye' 

    Hiyam hem dixwîne hem jî ji bo ku di hêla aborî de bikaribe debara xwe bike çenteyên bi paç çêdike, bi wêneyan dixemilîne û bi tabloyên çêkirî re difroşe.

  • Baweriya yarsanî 

    Di cejna yarsaniyan a peyîzê ku ji bo pêşewazîkirina zivistanê tê lidarxistin de teqez sêv û hinar tê xwarin.

  • 'Ji bo jiyan bikin dinivîsin, nivîsandin jiyane' 

    Hest û bedewiya helbestan wek nûbûna jiyanê ye, tevî zehmetiyên wê jêdera xweşî û hezkirinê ye. Helbest weke dermane, rêya kêfxweş û êşan e.

  • Karikaturîst Aslı Alpar: Qerf li ba desthilatdaran cih nagire! 

    “Kovarên karîkaturê, mexdûriyeta me tînin bîra me û bi zimanekî dîtbarî yê ku tu carî hêzê nade me tiştên pêkenokî afirandin. Kovar di her mijarê de xwedî sekneke muxalif bûn lê li dijî heteroseksîzm û zayendperestiyê nikaribûn tu tişteke pêkenokî biafirînin. Pêkenokî, bi dûrketina ji desthilatdariyê, dikare li dijî yên desthilatdar pêkenokiyê biafirîne. Li gorî min divê derdê polîtîk ê karîkatur hebe. Divê derdekî karîkaturîst bi desthilatdariyê re hebe. Yan na dibe ku pêkenokî be lê nabe mîzaha pêkenok nabe karîkatur. Nabe xêza hîcwê.”

  • Helbestvan Narîn û xwe bawerbûna hunerê 

    Helbestvan Narîn Rûstem diyar kir ku hestê jinan herikbar û helbestiye ji lewra divê hîn zêdetir jinên helbestvan bi xwe bawer nêzî hunerê bibin.

  • Meenakshi perwerda şur dide zarokan 

    Li Kalaripayattu ya Hindistanê Meenakshi Gurukkal bi rêbazên berê şur çêdike û bi şurên ku çêkiriye zarokan perwerde dike.

  • Bîrdariya zarokên qurbaniyên şer 

    Di Şerê cihanê yê duyemin de, paytexta komara Çekê û Gundê Lidice hilweşandin û bi erdê ve kirin yek. Di wê demê de zarok şandin odeya gazê û qetil kirin. Li ser peykerên ji bo bîrdariya wan hatî çêkirin tenê ifadeyên rûyê wan maye.