Wênesaziyek ku li ber findê destpê kir

Nafya El-Faris a 24 salî ya ji bajarê Qamişloyê ye û li ber findê dest bi karê wênesaziyê kiriye, tundiya ku li ser jinan tê kirin li ser tabloyên xwe xêz dike, êş û azarên jinan bi tabloyên xwe derdixe pêş.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Di nava şert û mercên giran ên jiyanê de, huner tu car ranaweste. Berî ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan dest pê bike, jin di nav gelek zehmetiyan de dijiyan û tundî li ser wan hebû. Piştî ku şoreşa Rojava destpê kir, jin bûn pêşengên civakê, di her aliyê jiyanê de bûn xwedî sekin, biryar û îrade. Di aliyê hunerê de jî gelek jinan xwe bi pêş xist û hestên xwe bi riya wênexêziyê derxistin. Nafiya El-Faris jî jineke wênexêz e ji Qamişlo ye, bi piştgiriya malbata xwe di 15 saliya xwe de dest bi rêwîtiya xwe ya wênexêziyê kir. Piştî beşdarbûna zêdetirî 9 pêşangehan, tabloyên wê bûn neynikek ji hestên mirovan û tundiya ku li ser jinan tê kirin bi wan derdixe pêş.

‘Min li ber ronahiya mûmikê wêneyek xêz kir’

Nafiya El-Faris da zanîn ku ji 15 saliya xwe ve wêneyan xêz kiriye û wiha got: “Di sala 2015’an de ku di wê demê de em di aloziya tunebûna ceyranê de bûn, li ber ronahiya mûmikê min wêneyek xêz kir. Bala min çû ser wî wêneyî û min jê hez kir. Piştî wî wêneyî, min gelek wêneyên din xêz kirin û malbata min gelekî kêfxweş bû ku jêhatîbûna min di wênexêziyê de heye. Bi piştgiriya malbata xwe, ez bihêztir bûm.”

‘Her tabloyeke min çîroka jinek vedibêje’

Nafiya El-Faris diyar kir ku tundiya li ser jinan dihat kirin di civaka me de hiştiye ku tabloyên wê hemû êş û tundiya li ser jinan derxin pêş û wiha berdewam kir: “Di civaka me de gelek tundî li ser jinan dihat kirin. Min xwest ez wê tundiyê li ser tabloyên xwe xêz bikim, êş û azarên jinan bi riya tabloyan derxim. Ji ber ku dema tu wêneyek xêz dikî, hemû hestên xwe di wî wêneyî de tînî ser ziman ji ber wê jî her dem tabloyên min li ser hest, êş û tundiya li ser jinan in û her tabloyek çîroka jinek vedibêje. Ji bilî wênexêziyê ez ji xwendina pirtûkan pir hez dikim. Di vê dema dawî de ez romanek dinvîsim ku ew roman jî xeyal e. Ez dixwazim gelek pirtûkan jî binvîsim û çap bikim.”

‘Tabloya ku ez jinê tê de xêz dikim, bi wê tabloyê bandor dibim’

Nafya El-Faris da zanîn ku ew ji navenda Malva ya Hunerê derçûye û wiha pê de çû: “Piştî ku ez derçûm, min dema xwe bi rêxistin kir. Di navbera xwendin û wênexêziyê de rojê wêneyek xêz dikim. Her tabloyeke ku jin tê de ne ez xêz dikim, ez jê bi bandor dibim. Ez hestên xwe dikim tabloya ku xêz dikim. Ji ber gelek caran ez nikarim hestên xwe bînim ziman, bi riya tabloyan tînim ziman. Bi hemû amûrên wênexêziyê kar dikim weke resas, tepî, zeyîtî û eklîlîk.”

‘Jin û xweza xwedî heman ruhî ne’

Nafya El-Faris dixwaze di pêşerojê de pêşangeha xwe veke û bibe wênexêzek cîhanî. Nafya gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Min di malê de weke odeyek ji bo wênexêziyê ji xwe re amade kiriye û ez di wê odeyê de wêneyan xêz dikim. Di pêşerojê de dixwazim ji xwe re pêşangehek vekim da ku bikaribim kar bikim û tê de zarokan fêrî wênexêziyê bikim. Bi nêrîna min jin û xweza xwedî heman ruhî ne. Jin xwedî ruhekî xweş in û her dem aştiyane nêxî her tiştî dibin. Dema ku tu li bin darekî rûniştîbî wisa rihet dibî ku dixwazî tiştek bikî. Di nava xwezayê de her tişt herikbar e, ji ber wê jî ez dixwazim tabloyên jinan û xwezayê bi hev re xêz bikim. Yên ku wêneyan xêz dikin bila tu carî ranewestin, berdewam bikin ji ber ku wênexêzî hestên mirovan derdixe pêş. Tu carî bila gotinên civakê bandorê li ser wan nekin.”