Wênesazên Lîbyayî bi hunerê re pirsgirêka jinan tînin ziman
Wênesazên ciwan ên li Lîbyayê armanc dikin ku tundiya li dijî jinan û zordariya baviksalarî ya ku di bin navê kevneşopiyê de tê ferz kirin, bi tabloyên xwe hişyariyê bidin.
HINDYA Al-ASHEPY
Bingazî- Wênesazên ciwan êşê jinên Lîbyayê di nav tabloyên xwe de derdixînin pêş û armanc dikin ku hişyariyê bilind bikin. Wênesaz li hemberî rolên zayendî yên ferzkirî rewşa jinê ya di civakê de derdixin holê, bi hunerê rastiya jinê radigihînin. Wênesazên ciwan naveroka tabloyên xwe dinirxînin û diyar dikin ku armanca wan ew e ku balê bikişînin ser pirsgirêkên jinan.
'Ez ji bo kevneşopiyên ku azadiyê sînordar dikin zemînên reş bikar tînim'
Fedwa Ebû Bekir a ji bajarê Sîrtê ye û Xwendekara zanîngehê û wênesaz, ji temenê xwe yê biçûk de dest bi rêwîtiya xwe bi wênesaziyê kir. Fedwa bi piştgiriya malbata xwe ji sala 2019’an ve beşdarî gelek pêşangehên wêneyan bûye û xelat wergirtiye. Fedwa Ebû Bekir ku bi gelemperî di tabloyên xwe de paşxaneya reş bi kar tîne, naverok û paşxaneya reş a tabloyên xwe bi van gotinan vedibêje:
"Ez gelek caran zemînê reş bikar tînim da ku balê bikişînim ser kevneşopiyên ku azadiya jinên Lîbyayî sînordar dikin. Ez bi wêneyên ku xêz dikim hewl didim tundiya li ser jinê vebêjim. Di dawiyê de min wêneyek xêz kir ku min navê wê kir 'Kevneşopî'. Li wir, ez rave dikim ku çawa cil û bergên jinê ji her aliyên jiyana wê re sînordar e.
'Ji bo ku dengê bombeyan neçe min dest bi boyaxkirinê kir'
Fatmat Al-Zahraa Eyman Mahmud, 22 salî, ku li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Bîngaziyê dixwîne, vedibêje ku çawa di sala 2011'an de di dema şerê li Lîbyayê de ji bo ku hestên xwe bîne ziman û ji dengê bombeyan rizgar bibe, dest bi wênesaziyê kiriye. Fatmat El-Zehraa Eymen Mehmûd diyar kir ku ew di sala 2014’an de bi malbata xwe re koçî Qahîreyê kiriye û got ku li Qahîreyê qabiliyeta xwe ya wênesaziyê pêş xistiye.
'Tiştên ku jin nikarin bi gotinan bînin ziman ez xêz dikim'
Fatmat El-Zehraa da zanîn ku wê li ser mijarên wekî xêzkirin, bikaranîna firçeyan û bikaranîna rengan bi hev re ji hunermendan perwerde dît û wiha gotinê xwe domand:
“Bi saya wan perwerdeyan min xeyalên xwe xêz kirin. Ez ji qelemê reş hez dikim, lê herî zêde ji boyaxa rûn hez dikim. Ew hestên min çêtir nîşan dide. Lê li Lîbyayê boyaxa rûn zehmet e. Armanca min ew e ku ji bo zarokan pirtûkek rengîn amade bikim. Ez hewl didim bi wêneyan tiştên ku jinên Lîbyayî nikarin bi gotinan bînin ziman derxînim pêş. Ez heta niha bi giştî beşdarî 6 pêşangehên li navxweyî û derveyî welat bûm. Min tabloyek li ser nexweşiya çerm a Vitiligo çêkir. Min xwest ez li ser vê nexweşiyê hişyariyê bidim. Wêne gelek bal kişand ser xwe.”