Wênesaza Afganistanê Tahereh Amini wêneyê zarokên hatine qetilkirin xêz dike

Di êrîşa bombeyi ya li ber dibistanek a xwendekarên keç a Kabîlê pêkhatibû de piranî zarok 68 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji gelek deverên cîhanê jinan bertek nîşanî bûyerê dan. Wênesaza Afganistanê Tahereh Amini ya bûyer xêz kiriye dibêje: “Ji bo mirovên bi wijdan vê êrîşê ji bîr nekin.”

PERWANE KİBRÎT
Kabil – Li Dasht-e-Barchi ya herî zêde komên Hazara lê dijîn a dikeve Paytexta Afganistan Kabilê di 8’ê Gulanê de li ber dibistana Seyyed El-Şuhada ya xwendekarên keç êrîşek bombeyî pêkhat. Di êrîşê de piranî zarok 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi ser 200 kesan re jî birîndarbûn. Bandora êrîşê hîna jî li welat dewam dike, ji xwe hîna ne êrîşkar hatine dîtin û ne jî kesê girtiye ser xwe. Ji gelek deverên cîhanê rêxistinên jinan bi daxuyanî û çalakiyên cuda êrîş şermezar kirin. Wênesaza Afganistanê Tahereh Amini jî ji bo di hişan de mayînde bibe bûyer xêz kiriye.
“Mirovên xwedî wijdan vê êrîşê ji bîr nakin”
Tahereh Amini da zanîn ku vê bûyerê wijdan, hest û ramanê wê bandor kiriye û wiha domand: “Mirovên xwedî wijdan ticarî vê êrîşê ji bîr nake û ji bo neyê ji bîr kirin çî ji destê wan bê dê bikin. Li ber dibistanek xwendekarên keç êrîş pêkanîn û xwestin li vêderê peyam bidin. Em hîna li benda roja mirov bi rehetî li nava kolanan bigerine. Em dixwazin vê hestê bijîn.”
“Jin dixwazin li cihek bi ewle bijîn”
Tahereh Amini, bilêv kir ku jin dixwazin li cihek bi ewle bijîn û wiha dom kir: “Dixwazin welat li gorî xwe bikin, lê nikarin ji ber jinên dengê xwe bilind dikin hene. Dê jin gelên herêmê bigihînin hev. Min jî wêne çêkir û divê ev êrîş neyê ji bîr kirin.”