Vegotina 38 salên bi êş: ‘Birînên Bêdeng’
Şîlan Malik li Mahabadê, bi navê "Birînên Bêdeng" vegotineke dîtbarî ya êşa kesên ku ji bombebarana kîmyewî ya Serdeştê rizgar bûne, pêk anî.
NÎAN RAD
Mahabad – "Jineke pîr bi şalek spî û destên lerzok li ser stûyê xwe yê birîndar şopa şewata gaza xerdelê nîşan dide; birînek ku 38 sal berê di dema bombebarana kîmyewî ya Serdeştê de ji bo parastina zarokên xwe, xwe avêtiye ser bombeyê. Bi vê qurbaniyê, wê yek ji zarokên xwe xilas kir lê yê din her û her winda kir. Rûyê wê tevlîheviyek ji serbilindiya dayîktiyê û xemgîniya herheyî ye; xwezaya reş û spî ya wêneyê kêliya qurbaniyê nemir dike û qîrîna bêdeng a dayîkan nîşan dide ku cîhan qurbaniyên rastîn ên şerê kîmyewî tê de dibîne."
‘Birîneke kevin lê hîn jî bi êş îfade dike’
Ev çîrok ravekirina yek ji çarçoveyên wêneyan e ku di van rojên payîzê de li bajarê Mahabadê di pêşangeha wênekêşiyê ya "Birînên Bêdeng" de bûye vebêjerê êşa kesekî ji xerdelê rizgarbûyî. Pêşangeha yekem a Şîlan Malek a bi mijara birîna 38 salî ya neteweya Kurd û bîranîna bombebarana kîmyewî ya Serdeştê, niha li avahiya Sînemaya Javan Mahabadê ye. Birîneke kevin lê hîn jî bi êş îfade dike. Di vê pêşangehê de, 21 wêne ji 7’ê Mijdarê heta 11’ê Mijdarê ji bo temaşekirina giştî têne pêşandan ku îro roja dawî ye.
‘Min dixwest vê êşê bi yên din bidim nasîn’
Wênekêşa koleksiyonê, Şîlan Malek, ku li Zanîngeha Tehranê wênekêşî xwendiye, van berheman wekî teza xwe û ji bo danasîna vê birîna veşartî amade kiriye. Şîlan Malek armanca xwe ya amadekirina wan wiha tîne ziman: “Li Tehranê, nebûna naskirina bajarên mîna Mahabadê ku ez jê hatim, min xwest ku dîroka neteweya xwe li bajarên mîna Serdeştê ku kêmtir nas bûn, bêtir berbiçav nîşan bidim. Ji ber vê yekê min ev mijar ji bo teza xwe hilbijart. Min dixwest vê êşê, êşa ji êrîşên kîmyewî çêdibe, bi yên din bidim nasîn. Her çiqas hejmara van kesan hindik be jî, ew gavek bû ber bi haydarkirina yên din ji vê dîrok û bûyerê. Ji aliyekî din ve piştî 38 salan, kes nehatibû ser vê birîna kevin û ev pirsgirêk jî bûn armanca lidarxistina vê pêşangehê û li vê derê.”
Hejmara rastîn zêdetir e
Şîlan zêdetirî 6 mehan e wêne û vegotinan amade dike, dibêje ku hejmara wêne û heta vegotinên berdest ji ya ku niha ji bo raya giştî tê dîtin zêdetir e, lê di warê nîşandana berheman û amadekirina vegotinan de, nemaze ji bo jinan, astengî hebûne. Şîlan wiha got: “Jinên ku li ser laşên wan şewat û birîn hebûn, bi gelemperî nedixwestin li ber kamerayê xuya bibin û hin wêne, wekî birîna li ser singê yek ji jinan, nedikarîn werin nîşandan.”
Şîlan Malik şêwaza berhemên xwe wekî bi tevahî belgekirî û bê guhertin destnîşan kir, û sedema reş û spî ya wêneyan wekî nîşana piraniya hestên di wan de, nemaze hesta "xemgînî û êşê" bi nav kir.
119 mirî û zêdetirî 8.000 birîndarên ji ber êrîşa kîmyewî
Her yek ji 21 wêneyên di vê berhevokê de, çîrokek bi êş vedibêje ku piştî 7’ê Tîrmeha 1987’an dest pê kir, dema ku bombeyên kîmyewî li ser çar deverên qerebalix ên bajarê Serdeştê bi fermana Sedam Husên û rejîma Baas hatin avêtin. Çîrokek ku bi şehadeta 119 kesan û birîndarbûna kîmyewî ya zêdetirî 8.000 kesan bi gazên jehrîn, hîn jî di serê lîsteya tawanên cîhanî yên li dijî mirovahiyê de ye. Gelek kesên ku ji vê bûyerê sax mane hîn jî bi êş û tevliheviyên mezin ên nefes, çerm û çavan ên ji ber gaza xerdelê dijîn.