‘Tişta dibînim û dijîm xêz dikim’

Ruken Alturk di mercên penaberiyê de çavê xwe li jiyanê vedike, mezin dibe û niha jî wênesaze. Di wêneyê xizkirî de hesten penaberî û êşa gelê xwe tîne ziman.

 

HÊVÎDAR TALÎ-DÎLAN KORHAN
Musil - Ciwana ji Wargeha Penaberan a Mexmûr a ser bi bajarê Musil ê Îraqê Ruken Alturk, beşa wêne xwendiye û di atoliyeya wênesaziyê ya wargehê de dixebite. Ruken a ku bandora penaberiyê xwe di xêzên wêneyê wê de jî dide nîşandan hê nehatî diniyayê malbata wê ketiye ser rêya koçberiyê. Di sala 1994’an de dema ku gundewarên Botanê bi du bijartekên an wê bibin cerdevanên dewletê, an jî dê gundê xwe biterikînin re mabûn, malbata Rukenê jî tevlî bijarteka duyemînbû û ji gundê xwe derketin. Di penaberiyê de li wargeha Nehdarê Ruken ê çavê xwe dibin konên sipî û nayîlonên şîn de vekir û li ser sînorê mayînkirî henaseya despêka jiyanê kêşa. Ev di tevahiya jiyana Rukenê de bandorkerbûye û timî li ser fikiriye. 
‘Herdem jiyana min ya xeyalî û rastî di nava hev debûne’
Ruken Alturk a li penaberiyê hatiye dinê, xwendiye û hînî wênesaziyê bûye wiha behsa hunera xwe kir: “Ez yek ji wan ciwana me ku di nava penaberiyê de ji dayikbume û mezin bume. Em zarokên gelên ku êşên wan qet nehatiye gotin û heya niha jî di dilê wan de maye me. Niha dixwazim xeyal û hestên xwe yên ku min di zarokatiyê de jiyaye, qêrîna dayikên  ku min şahidî jêrekirî û xofa ku di hundirê her zarokekê de veşartî maye, di hûnera xwe de bidim jiyîn.
Di sala 2017’an de min dest bi jiyana xwe ya hunerî kir. Hûner hertim di jiyana min de cihêkî pir girîng digre. Rastiya jiyanê û şopdariya heqîqetê bû sedem ku bibim wêne sazekî ruyê rasti yê xêz bikim. Hertim jiyana min ya xeyalî û rastî di nava hev de bû.Tişta ku min jiyayî di xeyalên xwe de zindî dihêlim. Ji bo ku bi karîm xeyalên xwe bijîm du rê li pêşiya min hebûn. Yan minê penûsa xwe bigirta destê xwe û bibama nivîskarek heqîqetê, yan jî minê wêne xîz bikira. Dawiyê min wêne hilbijart û vê yekê di tabloyên yên xwe de nîşan didim, ka me biçî rengî jiyaye û em çawa  gihane vê astê. Ji ber ku hêvî û hestên me hertim hatine perçiqandin.”
Temenek biçuk, jiyanek dagirtî
Ruken ê bal kişand ser di şertên penaberiyê de buyîna wênesazek û wiha berdewamkir: “Zor û zehmetîyên me bê guman gelekin, ji ber ku di nava penaberiyê û bê derfetbûnê de mirov çiqas dikare hûnera xwe berdewam bike? Di penaberiyê de derfetek wiha nîne ku em li gorî ku dixazin bikarin li her bajarî pêşangehên hunerî vekin. Ji ber vê jî em weke xwendevan û mamoste di vê mijarê de rastî gelek zor û zehmetiyan tên. Dema ku mirov tiştekê xîz dike û wê tiştê hîs dike, mirov xeyal dike û xwe di wê berhemê de dibîne. Tişta ku ji mirov re herî giran tê ewe ku tu civak, derdor û hestên xwe ewqas giran dibînî. Tişta ku ji mirov re zehmet tê wijdana te ne rehete, ji ber dema mirov kîjan karî dike bi keyfxweşî dike û dilê xwe rihet dike. Lê her cara ku çavê mirov li tablo dikeve hêviyek mezin dide. Her wiha tişta ku ji me re pîroz dihat jî cardin ew wêne bûn. Ji ber em gihane wê astê ku êdî em dikarin vê hestê jiyan bikin. Her sal pêşengehên me li wargehê li ser navê xwendevanan di 15’ê Tebaxê de tê li darxistin. Li deverên cûda jî bi her awayî pêşengeh tên çêkirin û tabloyên me jî di nava  wan pêşengehên ku dervayî welat tên li darxistin de têne nîşandan. Herkes bi baldariyekî pir mezin li wêneyên me temaşe dike û lê dimînin şaş û dibêjin çawa zarokên temenê wan ewqas biçuk hestên ewqas giran jiyandikin.”
‘Ger mirov hunera xwe winda bike, wê bi xwe jî tune bibe’
 Ruken Alturka wênesaz baldikşîne ser girêdanbuna di navbera huner û hebunê de û wuha dawî li axaftinê xwe tîne: “Banga min ji bo hemû ciwana, bi taybetî jî jinên ciwan yên ku ketine ferqa rengê jiyana xwe ku bi çi rengî dijîn car caran li peyî xwe binêrin çî hêlane. Divê em jinên ciwan xwadî li çand, huner û civaka xwe derbikevin, ji ber ku her civak bi hunera xwe xweşik dibe. Dema ku huner yan jî civak bi dawî bibe, tê wateya ku nifşê wê bi dawî dibe. Ji ber tişta  civakê li ser lingan digre zimane, ziman jî girêdayî hunerê ye. Tişta herî girîng ewe ku mirov çand xwe bi hemu şêweyê hunerê bide jiyîn. Huner hîmê bingehîne ku dikare mirovan jîndar bike, ger mirov hunera xwe winda bike, wê bi xwe jî winda bibe.”