TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn: Li dijî tarîtiyê zêdekirina ronahiyê

TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn bi boneya 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan – TEV-ÇAND û Hûnera Mizgîn di daxuyanaya xwe de pêşengên şanoya Kurdî Sarya, Baran, Yekta, Hêvî û bavê Teyar bi bîr anîn û Roja Şanogeran a Cîhanê li şopdarên şanoyê pîroz kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vê awayî ye:

Li dijî dorpêçên modernîteya kapîtalîst, xurtkirina zemîna modernîteya demokratîk

Daxuyanî balê dikşîne li ser feraset û hişmendiya modernîteya kapîtalîst û wiha didome: “Li dijî tarîtiyê derfeta di destê me de ya herî bihêz hişmendî û derxistina ronahiya di ruhê me de, hevparkirin û zêdekirina ronahiyê ye. Em dizanin ku ev yek bi zêdetir birêxistinkirina kedê, piştevaniyê, parvekirinê û hêviyê pêkan e. Li dijî dorpêçên modernîteya kapîtalîst a berê jiyana me dide çalên bêwate yên kûr, em dizanin ku xurtkirina zemîna modernîteya demokratîk a di hemû qadên jiyanê de berpirsiyariya me ya herî mezin e. Em dibînin ku parastin û pêşxistina hebûnên çandî yên gelan bi berpirsiyariyeke bi vî rengî pêkan e.”

Israra jiyana azad

 Daxuyanî de qala hûnera azad tê kirin û dibêje: “Hunerê di tevahiya dîrokê de kariye li hemberî helwestên wêrankirin û tunehesibandinê helwesta xwe nîşan bide, heya roja me ya îroyîn li gel hemû tiştên civakî pêş ketiye. Bo nimûne şano; bi rêya rîtuelan kariye ronahiya xwe ji çiyayan bigihîne deştan, bi replîkan ji kolanan bigihîne ser dikan û israra jiyaneke azad û wekhev bigihîne roja me ya îroyîn. Em jî weke şopdarên vê kevneşopiyê em ê berxwedanê li lîstikên xwe bikin û agirê azadiyê geş bikin. Heya ku em tiştên me bikin yên me em ê çiyayên xwe, deştên xwe, kolanên xwe û dikên xwe vala nehêlin.”

Pêşeng bi bîr anîn

Tevahî pêşengên şanoya Kurdî tê bîranîn û 27’ê Adarê li tevahî şanogerên rasteqîn pîroz dikin: “Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî em dilsoziya xwe ya ji bo mîrateya pêşengên şanoya Kurdî yên weke Evdirehîm Rehmî Hekarî ku nivîskarê yekem şanoya Kurdî ye, Hêvî Şanoger ku di 27ê Adarê ji dayîk bûye û yek ji mîrayeta şanoya Kurdî ya herî resen û azad li çiyayan kêlî bi kêlî honandiye û Yekta Herekol ê ku dîsa ev yek di 27ê Adareke din di asteke pir bilind de bi berpirsiyariya hunermendbûnê û nêzîkatiya rexneyî tacîdar kiriye û Bavê Teyar ê ku kariye hemû deverên Kurdistanê ji xwe re bike dik û kariye bibe ruhê şanoya Şoreşa Rojava dubare dikin û bi hez û rêzê bîranînên wan silav dikin.