Tabloya "Xanima Erdê" ji kavilan çêbûye
Ji nava kavilan "Xanima Erdê" weke sembolek dîtbarî ji dayik dibe ku ji hêla Nada Recaba Filistînî ve erdê li ser milên xwe hildgire û li hemberî hewldanên ji bo rakirina kokê û tunekirinê li ber xwe dide hatiye xêzkirin.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Li quncikekî bajarekî ku bi kavilan barkirî ye, Nada Racab a 20 salî radiweste û firçeya xwe weke çeka dawî ya li dijî tunekirinê digre, bi riya wê ew wateyê di cihekî de ji nû ve şekil dide ku jiyan hema bibêje taybetmendiyên xwe winda dike. Ew ne tenê tabloyên estetîkî çêdike, bi riya hunerê çîrokeke temam li ser miletekî dorpêçkirî û jinek ava dike ku rojane ji bo zindîmayînê şer dike.
Tabloya Xanima Erdê
Di Roja Erdê ya Filistînê de ku dikeve 30’yê Adarê, hebûna wê bi vîzyonek dîtbarî ya tûj hat dagirtin ku di berhema wê ya hunerî ya herî navdar "Xanima Erdê" de cih girt. Ev tablo di studyoyeke kevneşopî de çênebûye, ji dilê wêrankirinê derketiye, ji qumaşê perdeyê ku Nada Racab ji xirbeyên xaniyek wêranbûyî rizgar kiriye û ew ji nû ve weke ciheke jiyanê li şûna şahidiyek ji bo nebûnê bikar aniye.

Afrînerî ji êşê derdikeve
Hilbijartina wê wateyeke kûr dihewîne ku afirîneriya li Xezayê ne ji derve tê lê belê ji nava êşê bi xwe tê afirandin. Nada Racab dibêje: "Ez li amûrên îdeal negeriyam li wateyeke rastîn geriyam. Dema ku min qumaşê perdeyê di nava kavilan de dît, min hîs kir ku ew bîranîna xaniyek ku demek bi jiyanê tijî bûye di xwe de dihewîne ji ber vê min biryar da bi riya xêzkirinê dengê wê vegerînim."
"Xanima Erdê" taybetmendiyên jineke Filistînî ya bi biryar temsîl dike, rehên wê bi kûrahî di axê de ne, taybetmendiyên wê hem êş û hem jî berxwedanê nîşan didin. Ew ne tenê kesayetek sembolîk e lê belê berhevokek ji ezmûna bi hezaran jinan e ku piştî windakirina debar, mal, an jî hesta ewlehiya xwe, di dilê berpirsiyariyê de dîtine. Di vê tabloyê de, Nada Racab jina Filistînî weke pişta jiyanê nîşan dide, ne mexdûr, weke lîstikvanek sereke di têkoşîna hebûnê de.
Nada Racab wiha dibêje: “Jina li Xezayê ew jin e ku tiştên mayî rizgar dike. Ew e ya ku têr dike, mezin dike, qenc dike û li ber xwe dide. Ji ber vê ji bo xanima axê pêwist bû jin be, ji ber ku erd bi xwe di sebir, berhemdarî û şiyana wê ya rabûna ser piyan de tevî her tiştî dişibe wê."
Hunerê veguherand amûreke belgekirinê
Ev tablo ne bûyereke tenê bû lê belê di riyeke dirêj a xebata hunerî de tê ku Nada Racab ji destpêka şerê zêdetirî du salan domiya pê re mijûl bûye. Di vê heyamê de, tevî bombebaran, koçberî û nebûna pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê, wê dest ji wênesaziyê berneda û hunerê ji bo xwe veguherand amûreke jiyanî û belgekirinê ku ji gotin an wêneyê çapemeniyê ne kêmtir girîng e.
Tabloyên ku êşa jinên Xezayê nîşan didin
Nada Racab di dema şer de zêdetirî 350 tabloyên xwe temam kirin ku tê de hûrguliyên jiyana rojane di bin dorpêçê de, dîmenên mirinê û hilweşîna pergala mirovan nîşan da. Lê di heman demê de kêliyên hevgirtin û berxwedanê ji bîr nekir. Di her tabloyek de hewldanek hebû ku rastiyê ji nû ve pênase bike ne wekî ku di bultenên nûçeyan de tê nîşandan, wekî ku ew li hundur tê jiyîn êş tevlihevtir e û jiyan jî naziktir e.
Nada Racab li gotinên xwe wiha zêde dike: “Ez ji bo belgekirina rastiyê wêneyan çênakim. Her wêneyek şahidiyek e û her reng jî qîrînek e. Ez dixwazim cîhan bibîne ku em bi rû, hûrgulî û çîrokên nehatine vegotin re çawa dijîn."
Di vê çarçovê de, Nada Racab beşek mezin ji karê xwe ji bo temsîlkirina rastiya jinên Filistînî di dema şer de terxan kir, li wir wê bi dehan tabloyên ku veguherînên dijwar ên ku şer li ser jiyana jinan ferz kiriye nîşan didin çêkirin. Di van berheman de, jin zarokên xwe di nav wêraniyê de hildigire, an jî di rêzan de radiweste û li xwarinê digere, an jî hewl dide ku tiştê ku ji xaniyek ku banê xwe winda kiriye mayî rizgar bike.

Rastiya jinên Filîstînî radigihîne
Nada Racab wiha vedibêje: "Min dît ku jinên li dora min veguherîn eniyên tevahî yên jiyanê. Rola wan êdî bi cihê wan ê koçberiyê ve sînordar nebû ji ber ku mal bi xwe êdî tunebû. Ji ber vê yekê, min hîs kir ku erka min ew e ez vê hêzê, vê şiyana berdewamkirinê tevî her tiştî nîşan bidim."

Birçîbûn hewldaneke ji bo şermkirinê ye
Nada Racab got: “Min dixwest nîşan bide tiştên diqewimin pêvajoyeke sîstematîk a şikandina mirovan e. Birçîbûn ne tenê kêmbûna xwarinê ye lê hewldanek e ji bo şermezarkirina ruh e û koçberî jî ne tenê barkirina ji cihekî bo cihekî din e, a rasttir rakirina kokê ye."
Tevî hemû vê giraniyê, berhemên Nada Racab ji hêviya veşartî bêpar nîn in, di hûrguliyên piçûk de xuya dike, wek zarokekî dikene, kulîlkek di nava kavilan de şîn dibe, yan çavekî ku bi biryardariyê dibiriqe. Ev hevsengiya di navbera êş û hêviyê de ew e ku hêzeke taybetî dide berhemên wê û wan dihêle ku bi zimanekî mirovî sînoran derbas dike, bi cîhanê re biaxivin.

Afirînerî pêdiviyek e
Di dawiyê de, Nada Racab peyama xwe bi hevokek kurteber dike ku hemû biryardariya wê vedihewîne: "Ger çarenûsa min mirin be, ez red dikim ku tenê hejmarek bim. Ez dixwazim werim naskirin, çîroka min were vegotin û mîrateya min weke şahidiyek bimîne ez li vir bûm û min bi awayê xwe li ber xwe da."
Di demeke ku çîrok tenê wek îstatîstîk tên binavkirin de, Nada Racab bi îsrar dixwaze bi riya hunerê rû, deng û rûmeta mirovahiyê vegerîne û bi her lêdana firçeyê re ew îsbat dike ku afrînerî pêdiviyek e û wêneyek carna dikare ji hezar şahidiyan bi bandortir be.