"Stran pênaseya hestan e"

Evîn Bîlal der barê xebatên xwe yên hunerî de diyar kir ku jin dikarin bi hunerê xwe îfade bikin û xwedî li çanda xwe derbikevin.

 
HESNA MIHEMED
Şehba - Dengbêjî kevneşopiyeke girîng e di çanda Kurdan de, zimanê Kurdî bi hunera dengbêjên hêja heya roja me ya îro hatiye parastin. Serhildan û azadî mijarên herî girîng ên stranên gelêrî yên Kurdî ne. Hunermendan li hemberî hemû astengiyan çanda xwe parastin, bi saya wan xelekên dîroka me zindî ma.  
Bi despêkirina Şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Efrînê Tevgera Çand û Hunerê navendên xwe li navçe û gundewarên Efrînê ava kirin û derfet li pêşiya hunermendan berfirehtir bû. Hunermend Evîn Bîlal a 21 salî ji navçeya Recoya herêma Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Evîn ji 12 saliya xwe ve bi stranên xwe çanda Kurdî diparêze, ew di nav malbateke hunermend de mezin bûye û wiha dest bi xebata xwe kiriye. Têkildarî mijarê Evîn Bîlal ji me re behsa serpêhatiya xwe kir.  
“Min bi muzîkê aliyê xwe yê winda dît”
Meraqên Evînê destpêkê li ser gerandina govendên folklorî hebû lê bi demê re xweseteka wê ya dengbêjiyê zêdetir bû. Li ser vê yekê Evîn wiha dest bi axaftina xwe kir: "Destpêkê min di koma govendê ya şehîd Berfîn de cih digirt, paşê derbasî perwerdeyeke hunerî bûm. Birayê min stranbêj e, dema stran digotin kelecaneke xurt bi canê min digirt min hîs dikir ku tiştek ji min kêm e û pêwîst e temam bibe. Bi vê xwestekê ez tevli beşa muzîkê bûm û min aliyê xwe yê windayî dît. Yekem car di Roja Jinan a Cîhanî de di sala 2015'an min stran got. Min gelek hêz û moral ji wê tecrubeya xwe girt. Sala 2016'an jî beşdarî mîhrîcana Hawer bûm tê de min awazên xwe anî ziman moralê min bilind bû û min asta sêyemîn girt di mîhrîcanê de. Di heman demê de li ser hunermendên navdar ên Efrînê min lêkolîn kirin û li ser rêbazên devokiya gotina stranan min perwerde didît. Dixwazim bibêjim ku stran pênaseya hestan e."
Hem bi muzîkê re têkildar e hem jî werzîşê dike
Evîn li kêleka hunerê cih di qada werzîşê de jî digre û tê de rola xwe dilîze, têkildarî vê yekê wiha domand: "Li kêleka hunerê cihê xwe di werzîşê de jî digirim û beşdarî tîma futbolê  dibim. Tecrûbeyên min di lîstikên wekî voleybol û Pîn-Pong de jî hene, sala 2020'an li bajarê Tepqayê derbasî pêşbirka Pîn-Pong bûm û asta sêyem li giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê min girt. Heya vê demê ez xebatên xwe yên hunerê û werzîşê didomînim bi hêviyeke mezin ber bi pêşketinan ve biçim."
'Erka me ya sereke parastina çand û folklorên Kurdî ye'
Di dawiyê de Evînê da zanîn ku pêwîst e jin di her alî de hebûna xwe misoger bikin û wiha bi dawî kir: "Niha li Şehbayê pir jin cihê xwe di hunerê de digirin û hewl didin çanda xwe ji qirkirinê biparêzin. Me gelek stran û klîp bi derfetên kêm çêkirin, ez hêvî dikim her jin xwedî li çand û hunera xwe derbikeve, ji ber ku ev erka me ya sereke ye."