Stêra Zêrîn bi xebatên xwe çanda Kurdî bi pêş dixe

Navenda Stêra Zêrîn a li wargeha penaberan a Mexmûrê, bi salane ji bo pêşxistina jin û zarokan a di aliyê çand û hunerê de kar û xebatan dimeşîne. Yekane armanca wan zindîkirin û pêşxistina çanda Kurdî ye.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Navenda Stêra Zêrîn a ku beriya niha bi salan bi navê Kevana Zêrîn xebatên çand û hunerê dimeşand, di roja 11’ê Gulana 2023’an de navê xwe kir Stêra Zêrîn. Stêra Zêrîn, ji roja hatiye avakirin ve heta niha ji bo pêşxistina jin û zarokan a di aliyê çand û hunerê de kar û xebatan dimeşîne.

Rêvebera Navenda Stêra Zêrîn Evîn Colemerg, derbarê dîrok û xebata çand û hunerê ya Stêra Zêrîn de ji ajansa me re axivî.

‘Armanca me ewe ku jin pêşengtiya çand û hunerê bikin’

Evîn Colemerg, di destpêka axaftina xwe de behsa avakirina Stêra Zêrîn kir û got: “Li Wargeha Mexmûrê di nava saziyên me de herî zêde jin pêşengiya çand û hunerê dikin. Me bi salan di sîwana Kevana Zêrîn de xebatên çandê meşand û di 11’ê Gulana 2023’an de navê xwe kir Stêra Zêrîn. Her ku diçe xebatên me berfirehtir dibin. Jinên wargehê bi moral û kedeke mezin xebatên çandê dimeşînin.”

‘Armanca me zindîkirin û pêşxistina çanda Kurdî ye’

Evîn Colemerg, bal kişand ser armanca avabûna Stêra Zêrîn û wiha axivî: “Hem malbat hem jî jinên ciwan bi moralekî mezin beşdarî xebatên Stêra Zêrîn dibin. Ev yek jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Weke Stêra Zêrîn daxwaza me ji malbat û jinan ew e ku xwedî li çand û hunera xwe derbikevin. Çand û huner ne têne vegotina stranek û lêdana enstrumanek e. Di heman demê de ji civakê re pêşengiyê kirine. Yek jî armancên me yên sereke, zindîkirin, pêşxistin û xwedîderketina li çanda Kurdî ye.”

‘Zarok pêşeroja civakê ne’

Evîn Colemerg, di berdewamiya axaftina xwe de li ser xebatên Stêra Zêrîn wiha got: “Xebatên me yên çand û hunerê bi gelek beşan pêk tên. Beşên govend, şano û stranê hene. Em xebatên xwe bi awayekî xweser didomînin. Dîsa her sal dema dibistan dikevin betlaneyê, ji bo zarok û ciwanan perwerdeyên enstrumanan tên dayîn. Armanc bi van perwerdeyan ew e ku jinên ciwan û zarok bikevin nava xebatên çandî. Zarok pêşeroja civakek azad in. Weke projeyên me yên Stêra Zêrîn em dixwazin ji bo zarok û jinên ciwan akademiyan vekin ku bi zanistî bi pêş bikevin. Mamosteyên me jî bi ked û dilgermî zarokan ji bo vê yekê perwerde dikin.”

‘Me bi kelecanek mezin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kir’

Evîn Colemerg, di dawiya axaftina xwe de qala amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kir û got: “Em niha ber bi roja 8’ê Adarê ve diçin û bi banga Rêber Apo mizgîniyek girt ku bi vê kelecanê jî amadekariyên xwe yên 8’ê Adarê dikin. Mirov dikare germahiya 8’ê Adarê giştî li wargehê û bi taybetî jî bi jinan re bibîne. Em dixwazin 8’ê Adara îsal ji yên din cudatir pêşwazî bikin. Em amadekariyên komên stran, govend, şano û sikêçê dikin. Weke hunermend û endamên çand û hunerê, em dixwazin bi dilgermî 8’ê Adarê pîroz bikin û bi vê kelecanê ber bi Newrozê ve biçin.”