Sînemager Safînaz Evdikê: Şoreş rê vekir

Safînaz Evdikê ya ku ji zarokatiya xwe ve di sînemayê de ye, li ser derfetên ku şoreşa jinan ava kiriye got ku serbilind e ku dikaribûye sînemaya Kurdî li Rojava ji pêvajoya zayînê derbas bikin û bi pêş bixin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Sînemaya Kurdî vedigere salên 1920'an. Yekemîn fîlma kurdî ya bi belge di sala 1927'an de li Ermenistana Sovyetê bi navê "Zarê" hatiye çêkirin. Di pêvajoyên herî krîtîk de ku Kurdistan di warê çewisandina mafên hebûnê, nasnamebûn û parçebûna welat her wiha di nav zextên siyasî û civakî de derbas dibû, sînemaya Kurdî çêbû.

Sînemeya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re dest pê kir. Pêwîstî heye ku em çîroka derhêner û sînemagerek vebêjin. Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedem ku gelek jin bikevin cîhana sînemeyê û bibin sînemager, derhênerên belgefîlman û êş û xweşiya civaka xwe ya ku ji dîrokê digrin dest, belge bikin û di mîhrîcanên herêmî, Kurdistanî û cîhanî de bidin hesandin, rastiya hatiye berovajîkirin ronî bikin.

Derhêner û sînemager Safînaz Evdikê

Meş û çîroka sînemager Safînaz Evdikê ya ku di 2012'an de li Ameda Bakurê Kurdistanê dest pê kir bi ger, naskirin, kûrkirin, jiyana bûyeran û honandina wê di film û belgefîlman de dirêj bûye.

Safînaz Evdikê di 1992'an de li Serêkaniyê ji dayik dibe. Di nav malbateke welatparêz û hezkiriyên hunera kurdî de mezin dibe. Di 16-17 saliya xwe de derbasî Dêrazorê dibe û li zanîngehê beşa zarokên pêşdibistanê dixwîne. Paşê dest ji xwendina zanîngehê ku gihîştibû sala çaremîn berdide û di sala 2012'an derbasî Bakurê Kurdistanê Amedê dibe.

Xewna Safînaz bû rastî

Safînaz Evdikê bi vê gotinê behsa gava destpêkê ya derbasbûna cîhana sînemayê dike: "Piştî ku bi qesda nexweşiyê tevî dayika xwe em hatin Amedê, ez bi wê çûyînê ji xwe re wekî fersendeke ku xewnên xwe yên ji zaroktiyê ku dilê min ji bo wan diavêje, dibînim. Di sala 2012'an de min berê xwe da Akademiya Cegerxwîn, sînemayê xwend û di 2015'an de min xwendina xwe bi dawî kir û kurtefîlmek bi navê 'Zayîn' ji bo projeya derçûnê amade kir. Kurtefîlmê min behsa dayikeke ducanî û bavê wê dike, wekî ku şerê gul û bombeyan bû. Ruxmî ku kêşan û montaja wê du rojan dirêj kir jî di akademiyê de kurtefîlmê herî serkeftî hat hilbijartin. Nêzî 8 mehan, min di gelek xebatên sînemayê de cih girt, ji çêkirina fîlm, rêzefîlm heya kurtefilman. Rêwîtiya min li wir diqede û di dawiya 2015'an de dîsa vedigerim hembêza welat, Serêkaniyê. Di destpêka 2016'an de ligel Komîna Fîlm a Rojava heya 2023'an xebat kir. Destpêka 2023'an min dest bi xebateke nû kir. Ev xebat Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemager bû. Rast e navend li Rojava ye lê belê di bin sîwana wê de xebat ji bo jinan dibin."

Aso û xeyalên fireh ên zaroktiyê û çend kelem

Safînaz Evdikê di nava malbateke 'Hezkiriyên çand û hunera Kurdî' de mezin dibe û wiha behsa hinek astengiyên ku dîtine dike: "Ez di atmosfereke wiha de mezin bûm. Hezkirina malbatê ji hunerê re, girêdana min a bi çand û hunera kurdî re xurtir kir. Lê ji ber ku di malê de sînemager hebûn, meyla min bêtir li ser wê çêbû."

‘Zextên rejîma Baasê zêde bû’

Safînaz Evdikê yek ji daxwazên malbatê jê re û wiha sedemên wê bi bîr xist: “Zextên rejîma Baasê li dijî malbatê ji ber hezkirin û xebatên hunerî, her li pêş bû. Wê demê neçar mam dest bi xwendina zanîngehê beşa perwerdeyê bikim. Lê min rojekê jî jê hez nekir. Tevî ku ber bi pêvajoya dawî ya derçûnê ve diçûm lê min dest jê berda, min dizanibû ku ev ne tişta ez dixwazim e. Însiyatîfên ji bo bajar hebûn, di 16 saliya xwe de xwendekarên min ên 30-35 salî yên zimanê Kurdî hebûn. Berî ku li dibistanê fêrî zimanê Erebî bibim, min zimanê kurdî dixwend. Projeyên min ên paqijiyê li deverên bêhnvedana xelkê, hebûn.”

Kurtefîlma ‘Mal'

Safînaz Evdikê di sala 2018'an de li Reqayê piştî rizgarkirinê wekî derhêner kurtefîlmek bi navê 'Mal' çêdike û wiha behsa peymana wê dike: "Çîroka vê kurtefîlmê, di operasyona rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ'ê hemû dezgehên çapemeniyê yên cîhanî li wir bûn. Piştî rizgarkirinê bi heftiyekê ez çûm, min rewşa jin û zarokan dît ku ruxmî hebûna mayinan lê gel nedisekinî û wekî lehiyê vedigeriyan bajarê ku tenê bermahiyên şer jê mabûn. Min ev kir mijara kurtefîlmê, me 'Mal' 2018'an de bi dawî kir û paşê şand mîhrîcanên cîhanî. Peyamên ku min dixwest di vê kurtefîlmê de bidim, rastî eleqeyeke mezin a navnetewî hat. Senaryoya berî dagirkirina Serêkaniyê min nivîsandibû, bi dagikirinê re ew çîrok berdewam kir. Min xwest çîroka jineke bi derûniya gefan re jiyan dike, bikim kurtefîlm. Me çêkir û di gelek mîhrîcanan de jî hat nîşandan. Wekî derhêner ku bikaribim baş êşa civaka xwe raxe ber çavan ne temam bûm, kurt û kêmasî hebûn lê gavek ber bi çêkirina berhemek baştir ve, hat avêtin."

Kolektîfa Kezî ya Jinên sînemager ji jinan re zemînek e

Safînaz Evdikê hewl dide bibe derhêreneke jin li Rojava fîlman çêdike û dixwaze bibe pispor di qada xwe de û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dîroka sînemaya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî siyasetên ku li ser hebûna gelekî dihatin ferzkirin e. Hezkiriyên sînemayê hebûn lê derfet tunebûn, kesên ku ev xebat dikirin dihatin binçavkirin. Bi taybetî ji bo jinan gavekî mezin bû, bi hebûna dewletê ne mumkun bû xebateke wiha bi pêş bikeve. Ji bo mêran gaveke zehmet lê ji jinan re di asteke ne mumkun de bû. Lê şoreşê rê vekir, tu rojnamevaniyê dikî ez jî fîlman çêdikim û gelek jin xebatên cur be cur dikin niha. Jinan di warê sînemayê de xwestin xwe bi pêş bixin lê yên ku dikarîbûn rê berdewam kirin, hinek ji ber pirsgirêkên malbatî û hişmendiya civakî li cihekî sekinîn lê mêr jî bûn sedem ku gelek jin gavan paşve biavêjin hewldan çêbûn. Jinan gelek xebat dan meşandin, berhemên bi nirx derketin holê û projeyên nû jî hatin destpêkirin. Şoreşê derfet ava kir ku ez fîlman çêbikim, ne tenê ez gelek jinên sînemager. Bi Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemager em hewl didin zemînê fêrkirinê ku jin hîn bêtir xwe di nav de bibînin ava bikin."

Sînemaya Kurdî li Rojava pêvajoya zayînê derbas kir

Safînaz Evdikê da zanîn ku sînemaya Kurdî ji pêvajoya zayînê derketiye û derbasî pêvajoyeke nû dibe li Rojava û wiha pêl da gotinên xwe: "Li Rojava, di nava şer û êrîşan de bi dehan kurtefîlm û belgefîlmên hêjayî xelatên Kurdistanî û cîhanî hatin dîtin, li ser bûyerên ku li welat qewimîn hatin çêkirin. Di salên dawiyê de Rojava gavên mezin avêtin. Bi vê yekê em dikarin bibêjin sînemaya kurdî ji pêvajoya zayînê derbasî pêvajoya estetîk, naverok, çîrok û lîstikvaniya wê xurtirkirin û di aliyê senaryoyê de baştir bûye. Em girîngiyê didin kalîteya honandina çîroka ku dibe kurtefilm û belgefilm."

'Ne tenê jinek parçeyek ji şoreşa Rojava me'

Safînaz Evdikê bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Jinên ku di dilê xwe de hestên hezkirinê ji bo sînemayê dijîn, bila werin. Bi rastî jî ez serbilind im ji ber ku jinek im ji Rojava, jinek û parçeyekî ji vê şoreşê me. Serbilind im ku çîrokên Şehîdên Arîn, Barîn û Nûjiyanê di jiyana min de derbas bûne û her fedabûneke wan min bêtir bi hêz kiriye. "