Rûken Mihemed: Hîlala Zêrîn mayîndekirina çand û hunera Neteweya Demokratîk e

Rêveberiya Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed der barê xebatên salekê yên Hîlala Zêrîn nirxandin kir û got: “Ji bo wekheviya gelan û mayîndekirina çand û hunera Neteweya Demokratîk em hemû neteweyan di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de perwerde dikin bi rengekî ku êdî ew bi xwe bikaribin xwe îfade bikin. Em dixwazin di her aliyan de çand û reseniya hemû neteweyên herêmê biparêzin, me dîrokê jî ji helandinê parast da ku her di hafîzeya civakê de bimîne.”

ROJ HOZAN
Qamişlo -Tevgera Hîlala Zêrîn di parastina reseniya civakan de xwedî kedeke mezin e. Ji pêvajoyên helandinê çanda gelan parast û weke mîrasekî dîrokî bi nifşên siperojê re parve dike. Têkildarî kar û xebatên Hîala Zêrîn di sala 2021’ê de her wiha pêşketinên wê di aliyê perwerdeyên hunerî û çandî de  Rêvebera Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed nirxandin kir û plansaziya sala 2022’an ji me re eşkere kir.  
Xebatên sereke yên Hîlala Zêrîn 
Rûken pêşveçûna xebatên Hîala zêrîn û bicihkirina wê di herêmên Ereban de anî ziman û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Kar û xebatên me yên sala 2021’an piştî konferansê dest pê kirin. Ji wir me biryarên girîng girtin û li ser esasê wê me dest bi xebatên xwe kir. Wekî Hîlala Zêrîn me navenda xwe ya yekemîn li Qamişlo vekir, paşê biryar hat girtin ku di asta kantonên Heleb, şehba û Kobanê de navendên me bên vekirin. Me ji nû ve komîteyên xwe yên arşîv, dîblomasî, ragihandin û perwerdeyê avakirin û di sala 2021’an de ketin meriyetê. Li ser vî esasî navenda me ya Qamişlo bû weke dibistaneke hunerî û navendî ji hemû beşên me yên li kantonan re. Her wiha navenda Kizwan li Kantona Hesekê hat vekirin û komîteyên wê hatin rêxistinkirin. Hemû navendên me li herêman xwe birêve dibin lê perspektîf ji Qamişlo tên şandin ji van navendan re. Her wiha li herêmên Ereban jî me xebateke têr û tijî bi navê ‘Hîlal El-Zehebî’ da meşandin bi taybetî di aliyê jinan de da ku zextên li ser jinên Ereb dihatin meşandin ji holê bên rakirin. Bi riya perwerdeyên fikrî jinên Ereb destpêkê xwe nas kirin û paşê tevli beşên çandî û hunerî yên navendê bûn. Li navçeya Til Hemîs a girêdayî Kantona Qamişlo me navendeke xweser ji bo jinên Ereb vekir ji wir rêveberiyên hunerî û rêxistinî derketin ev jî gaveke serkeftî bû ji ber ku li herêmên Ereban weke Til Hemîs, Til Koçer û Til Birak tenê jinan di xebatên giştî de cihê xwe digirtin. Ji bo wekheviya gelan û mayîndekirina çand û hunera neteweya demokratîk em hemû neteweyan di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de perwerde dikin bi rengekî ku êdî ew bi xwe bikaribin xwe îfade bikin.” 
Di navendên Hîlala Zêrîn de perwerdeyên hunerî 
Rûken bal kişand ser xebatên perwerdeya fikrî û hunerî di Hîlala Zêrîn de û wiha pêde çû: “Komîteya me ya perwerdeyê di asta şoreşa me ya çandî û zîhnî de gelek beşên perwerdeyê vekirin, îsal sê komên me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya xwe dîtin û bi dehan endamên jin hatin perwerdekirin. Perwerdek jî bi teybetî ji bo pêkhateyên Ereb li navçeya Til Hemîsê hat destpêkirin, li kêleka wê jî perwerdeyên me yên taybet ji bo dayikên temenê wan mezin hatin vekirin. Perwerdeyên hunerî weke mozîk, şano, govend her berdewam dikin her wiha perwerdeyên weke deng, solfêc û fîzîka bedenê berdewam dikin. Kar û xebatên perwerdekirina zarokan baş tên meşandin, em hewl didin zarok ji xwendina xwe ya Kurdî jî nemînin her wiha ji çand û hunera xwe jî dûr nekevin ji ber ku her çand û ziman bi hev re girêdayî ne. Îsal mîhrîcana zarokan jî hat lidarxistin û tê de zarokan berhemên xwe pêşkêş kirin û li gorî însiyatîfa kantonan rojên tevlibûna wan ji mîhrîcanê re hatin diyarkirin. Berê mezinan ji zarokan re li amûrên mozîkê dixist lê îsal bi perwerdeyên hunerî zarokan hem stran digotin hem jî li alavên hunerî dixistin. Ji bo xelateke mayînde li gel zarokan bimîne me wêneyên komên hunerî mezin kirin û weke bîranîn diyarî her zarokê kir. Her wiha em hin caran pêwîstiyên zarokan ên dibistanê ji wan re pêşkêş kirin. Ya din jî di aliyê gotina çîrokan, xwarinên gelerî, çanda dîrokî û lîstokên kevnar de xebateke me ya mezin hebû. Em dixwazin di hemû aliyan de çand û reseniya hemû neteweyên herêmê biparêzin.”
Xebatên navendî yên Hîlala Zêrîn di sala 2021’ê de
Rûken bal kişand ser xebatên navendî yên ku hatine kirin û wiha pêde çû: “Der barê hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ ji bo azadiya Rêber Apo konê çalakiyê hatibû vedan bi tensîqa bi Kongreya Star re me ev hemle bi hev re da meşandin. Hemû komên me yên hunerî bi stranên şoreşgerî tevli bûn û ji bo rakirina tundiya li ser jin em dîsa bi Kongreya Star re di nav xebatê de bûn der barê vê yekê de şanoyên kolanan û şanoyên li ser azadiya jinan hatin çêkirin. Her wiha şanoyên li dijî qetilkirina jinan hatin çêkirin û li tevahî qadên Ereban hatin pêşkêşkirin. Ya din mîhrîcana huner û wêjeya jinan bi pêşengiya Hîlala Zêrîn hat lidarxistin. Rojên taybet weke roja 8’ê Adarê, 4’ê Nîşanê, 15’ê Tebaxê, 19’ê Tîrmehê û bîranîna şehîd Mizgîn mamosteya jiyan û hunerê bû, hemû bi beşdariya Hîlala Zêrîn hatin lidarxistin. Di parastina çandî de em weke navenda Hîlala Zêrîn rexnedayînên xwe li hemberî wê didin ji ber demekê me xebatên hunerî bi pêş dixist û yên çandî paşguh dikir lê dîsa jî me ev kêmasî derbas kir. Ji bo vegera li welat me stranek bi navê welatê min bi awazên Hunermend Nesrîn Botan çêkir. Her wiha rojên me yên çandî û hunerî çêbûn li her kantonê konên neteweyan hatin vedan û ev çalakî bi alavên kevnar, xwarinên gelerî û hemû tiştên ku çanda wê neteweyê nîşan didan tê de hatin pêşkêşkirin. Wekî din li gorî kevneşopiya kêfxweşiyên berê me çalakiyek li dar xist wekî çawa ku berê bûk li hespê dikirin me jî wisa kir û ber bi qada çalakiyên xwe yên hunerî ve em çûn.”
Hîlala Zêrîn mîrasê dayikan parast û anî roja îro
Rûken destkeftiyên Hîlala Zêrîn di qada parastina çandî de ji me re parve kir û ev tişt got: “Di vê salê de gelek stranên gelerî hatin çêkirin hem xweser û hem jî giştî. Her wiha ji bo karê çand û hunerê bernameyek bi navê Berçem hat amadekirin û li ser ekrana JIN TV tê pêşkêşkirin her wiha di xelekên xwe de jî pênaseya reseniya çandê û hunerê dike. Ji bo xebatên arşîvê em çûn serdana gundan û arşîva reseniya çandî û dayikên hunermend girt da ku weke dîrok di arşîva me de bimînin. Ji arşîva komkirin û belgekirina çandî me bernameya ‘Hebû Tunebû’ wekî  danasîna destanên dîrokî çêdikirin û nêzî 50 xelekî hat weşandin. Ev bername çîrokên wê bi terzê ciwanan dihatin vegotin, hedefa me jê ew bû ku dayik çîrokên xwe bi dengê ciwanan guhdarî bikin û bizanibin ku mîrasê wan hatiye parastin. Her çîrokek dîrokek e me jî weke jinên di Hîlala Zêrîn de ev dîrok ji helandinê parast da ku her di hafîzeya civakê de bimînin. Di roja 27’ê Mijdarê de Roja şanoya Cîhanî mîhrîcan her sal tê lidarxistin em jî bi awayekî xweser tevlî wê bûn. Wekî derhêner û lîstokvanên herî baş me pir xelat girtine. Beşa wênesaziyê jî me bi pêş xistiye û tê de wêneyên jinan ên destnîşanî qehremanî û berxwedaniyê tên sazkirin û di vê der barê de gelek pêşangeh me li dar xistine. Bi giştî kar û xebatên ku hatine kirin wiha bûn.”  
 Plansaziya Hîlala Zêrîn a sala 2022’an
Rûken plansaziya sala 2022’an eşkere kir û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Plansaziya ku me di konferansa xwe de ji bo du salan dabû pêşiya xwe tiştên hatin pêkanîn me da xuyakirin û yên ji bo sala 2022’an jî em ê berdewam bikin. Çalakiyên rojên çandî û hunerî wê berdewam bikin, di aliyê arşîvê de em ê zêdetir mîrasê dayikan belge bikin û biçin serdana gundan. Her wiha di sala li pêş de em ê komên dayikan ên dengbêjî û govendê ava bikin. Wê mîhrîcana jinan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi navê Mîhrîcana Şehîd Berçem bê lidarxistin. Perwerdeyên fikrî wê berdewam bikin. Li ser amûrên kevnar xebitandin û zêdetir peydakirina wan. Her wiha hin komên me yên xweser hene carna hevalên xort ji wan re li amûran dixistin êdî di plana me de ye jin bi xwe li alavên xwe yên hunerî bixin bê alîkariya hevalên giştî. Her wiha di her beşeke hunerî de dê yek materyal bê amadekirin û li tevahî kantonan dê were belavkirin û li ser esasê wê dê perwerde bên dayîn. Xebatên govendê jî dê bên xurtkirin.”