Rozerîna 14 salî li ser şopa dapîrên xwe yên Kurd dimeşe

Rozerîn yek ji wan zarok ên nifşên nû ye hewl dide bi hezkirina xwe ya ji hunera Kurdî re mîrasê dapîrên xwe yên esîl ji windabûnê biparêze û şêweyê ku divê nifşên nû li ser bimeşin nîşanî civakê bide.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Şoreşa Rojavayê Kurdistanê qadeke ji zarokan re vekir ku bi awayekî azad bê qeyd û bend, astengî û bandora adet û kevneşopiyên civakî, çanda xwe hîn bibin, bijîn û bidin jiyandin.

Berovajî parêzgehên Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê bi her tiştê xwe cuda ye. Hezkiriyên hunerê bi hemû cureyên wê ji stran, helbest, gotinên pêşiyan, dengbêjî, wênesazî, peykersazî û hwd, vediguherînin pratîkê. Xeyalên xwe li benda derfetan nahêlin, derfetan ava dikin û bi bawerî dimeşin.

Rozerîn Şêxo jî zarokek 14 salî ye, ji bajarê Kobanê ye lê li Til Temira Kantona Cizîrê dijî. Rozerîna ku navê xwe ji zêrîna rojê girtiye, di destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tê dinyayê û weke her zarokek bi şoreşê re sal bi sal mezin bû.

Şoreşa Rojava ya 14 salî ye, Rozerîn jî bi qasî wê hewl dide di vê şoreşê de nav û roleke wê hebe û bikaribe ji zarokên din re bibe hêvî û mînak.

Îsal refê neh ê navîn dixwîne, li kêleka wê jî di xebatên Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya û Hîlala Zêrîn de cih digre.

Rozerîna ku bêhna esaletê û dapîrên qedîm jê tê, ji ajansa me re axivî, behsa hezkirina xwe ya hunerê û armancên xwe yên jiyanê kir.

Dapîra biçûk

Rozerîna ku îsal di Newroza 2726’an de cil û bergên kurmancî yên dapîran dirût û li xwe kir, wiha sedema dirûtina van cilan di vî temenê xwe yê biçûk de bilêv kir: “Lixwekirina van cilên folklor û çanda xwe ya kevnar nîşan didim û pê re jî zimanê xwe yê Kurdî diparêzim. Kiras û hûçik cilên resen ên dapîrên me ne. Em jî îro wan li xwe dikin. Berovajî gel û jinên ku cilên modaya nûjen li xwe dikin, em xwedî li çanda dapîrên xwe û cil û bergên xwe yên Kurdî derdikevin.”

 

Li ser şopa dapîrên xwe yên esîl

Deq parçeyek girîng ji bedewbûna jin û zarokên Kurdan e ku bedewbûnê dide sîmayên rûyê jinên Kurd û ji xemla cil û bergên Kurdî nayê veqetandin.

Deqa bi şeklê rojê rûyê zarokan bedew dike

Rozerîna ku navê wê ji zêrîna rojê tê li ser rûyê xwe jî deqan çêdike, li ser vê wiha dibêje: “Em îro dapîrên xwe temsîl dikin, çimkî wan jî li ser rûyê xwe deq xêz dikirin. Min şêweyê rojê li ser eniya xwe çêkiriye, ji ber ku ez rojê û navê xwe pir nêzî hev dibînim û di rastiyê de jî yek in. Roja li eniya min ji roja ku em dibînin tê. Em îro dapîrên biçûk dapîrên xwe yên mezin temsîl dikin.”

Malbatê riya pêşxistina hezkirina hunerê vekir

Rozerîn di rojên betlaneya dibistanê de hînî tembûrê dibe û dibêje ku ew hewl dide çandê ji jibîrbûnê biparêze û zindî bihêle. Rozerîn wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo parastina dîrok û zimanê xwe îro ez di komên stran, helbest û şanohê de cih digrim û fêrî tembûrê jî dibim. Lê malbata min rê li pêşya min vekirin û ji bo min hêzdar in da ku ez hezkirina xwe ya hunerê bi pêş bixim.”

Dermansaz û şanogerek navdar

Rozerînê xeyalên xwe yên pêşerojê ku ji niha ve li ser dixebite bi bîr xist û got: “Dixwazim di xwendinê de serkeftî bim, bibim dermansaz û xwedî dermangeh bim. Di warê çandî de jî dixwazim bibim şanogerek navdar.”

Rozerîna ku dizane hê jî di destpêka rê de ye û riya wê dirêj e, balê dikşîne ser girîngiya berdewamiya riya huner û zanistê.

Rozerîn li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal (înstagram) jî rûpelek vekiriye û bi Kurdiyek resen gotinên pêşiyan parve dike, hewl dide hunerê bi her cureyê xwe bijî û bide jiyandin.