Rîtuelên kevneşop bi destê jinan zindî dibin

Îman Bedredîn bi riya firoşgeha qehweya Ereb a bi dîzayna çand û kevneşopî vekir, çanda vexwarina qehweyê û rîtuelê ji nû ve zindî dike.

NÛR EL-EHMED

Reqa – Qehweya Ereb di sala 2015’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Çand û Zanistê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve ket lîsteya Temsîla Mîrasa Çandî ya ne şênber. Ev qehwe bi tama tehl ku şekir nekeve navê tê zanîn. Di navbera nîvgirava Ereb, Iraq, welatên Şam û gelê Misrê de bi nav û deng e.

Çanda qehweya Ereb bi demê re her çendî di astek de kêm bûbe jî tune nebûye. Ji ber ku ew mîrasek e nirxê mêhvanperwerî û comerdiyê temsîl dike. Ji ber vê nirxê xwe, jina ciwan a kantona Reqa Îman Bedredîn, xwest îmze bavê dîroka qehweya Ereb. Li Reqaya ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo gelê ku dest ji qehweya Ereb a tehl a kevneşop bernedaye firoşgeha xwe vekir.

Qehweya Ereb û rîtuela wê ya kevneşop

Îman Bedredîn, diyar kir ku qehweya Ereb ne tenê bi tam û awayê amadekirinê, di heman demê de bi çanda helbestî ya dora wê ava bûye û rîtuela vexwarinê jî bi nav û deng e. Da zanîn ku li gorî vexwarinên din herî zêde gelê herêmê vê tercîh dike. 

Îman Bedredîn anî ziman ku berpirsyariya parastina mîras û çanda herêmê herî zêde li ser milên jinan e, bi vê fikrê firoşgeh vekirî ye û bi terzê kevneşop xemilandiye, li gorî firoşgehên herêmên xwedî karekterek cuda ye û got: “Dilsoziya min a qehweyê û hezkirina min ez ber bi vekirina vê firoşgehê ve birim. Ji zarokatiyê ve em bi tam û bêhna wê mezin bûn. Hê ji tiştên din ên vexwarinê ez vê tercîh dikim. Dema zarok bûm, bapîrê me li malê qehwe hûr dikir, ez wan kêliyên ku dengê awazan bilind dibû, bêhna ku belavî kolanê dibû qet ji bîr nakim.” 

‘Qehwe ne tenê vexwarin e ji bo hemû herêmên Ereban mîraseke manewî ye’

Dîzayna firoşgehê, ji bo gelê herêmê bîra kolektîf zindî dike, kesên diçin serdanê dibe demên hûrkirina qehweyê û merasîmên pîroz. Îman Bedredîn wiha got: “Armanca min ew e ku avakirina atmosfera kevneşop û rîtuela qehweyê ya berê bi bîr bixim. Ji ber vê cezweyên qehweyê yên bafun ku bi keda dest hatine nexşandin, fîncanên ku her yek jê bi motîfên çîrokek hatine çêkirin nexşandî û parçeyên kevneşop min bi kar anî.”

‘Gelê herêmê qehweyê tercîh dike’

Îman Bedredîn da zanîn ku ji vekirina firoşgehê heta niha, daxwaza li ser qehweyê li gorî vexwarinên din gelek zêde ye û  got: “Gelê herêmê hê jî qehweyê tercîh dike û wê weke dostanî, naskirin û di serdanan de weke diyariyek pêşkêş dikin.”

‘Her kes bi awayê cuda qehweyê vedixwe’

Îman Bedredîn destnîşan kir ku vexwarina qehweyê, rîtuelek e şexsîye û got: “Hinek bi hêl hez dikin, hinek sade. Hinek jî bi şekir tercîh dikin. Lê belê qehwe di her rewşê de rewşa ruh baş dike, enerjî dide, beden û zihna mirov zindî dike. Ji bo birçîbûn û serêşê jî baş e.”

‘Qehwe mîrasa çandî ye’

Îman Bedredîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Qehwe ne tenê vexwarin e, ji bo hemû herêmên Ereb mîrasek manewî û xwedî nirx e. Di dawet, cenaze, dostanî, aştî, dilsoziya mirovahiyê de qehwe tê pêşkêşkirin. Redkirina qehweyê tê wateya redkirina daxwazan. Hejandina fîncanê jî xwedî peyamek e. Helbestvanên Ereb, risteyên ku xweşikiya tovikên qehweyê û ruhê wê vedibêjin, nivîsandine.”