'Rêzefîlma Fîsik rastî û pirsgirêkên civakê vedibêje'

Nivîskar û lîstikvana rêzefîlma bi navê Fîsik ku yekem car li warê koçberiyê Şehbayê tê kişandin behsa girîngiya fîlm û armancên wê kir û got ku rêzefîlm wê di her malbetê de cihê xwe bigre ji ber ku rastiya civakê vedibêje.

HESNA MIHEMED

Şehba - Komîna sînemaya Rojava-Avrîn bû demek dirêj bi serpereştiya Desteya Çand û Tevgera Çand Huner a Efrîn-Şehbayêdi nava xebatê de ye ji bo derxistina rêzefîlmek li Şehbayê. Rêzefîlma bi navê Fîsik ku bi pêlîstokan tê amadekirin yekem car li Rojava û tevahî Sûriyeyê tê çêkirin.

Nivîskara rêzefîlma Fîsik a ji 10 xelekan pêk tê Şêrîn Reşîd û derhênerê wê mamoste Mehîdîn Erselen in. Di heman demê de amadekariyên wê ji cil û bergan heya cih û kesayetan ji aliyê endamên komîna Sînemaya Rojava-Avrîn ve hatine amadekirin.

Der barê rêzefîlmê de nivîskara rêzefîlmê û lîstikvanan ji ajansa me re axivîn.

'Armanca min ew e ku ez berhemên jinan di şoreşê de derxim pêş'

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn û senarîsta rêzefîlmê Şêrîn Reşîd di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser derxistina wê ji berhemên jinan di şoreşa Rojava de û fikra nivîsandina rêzefîlmê ji ku derê girtiye û wiha pê de çû: "Min xwest di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn rol û berhemên jinan binivîsînim û di dîrokê de tesbît bikim. Fikra nivîsandina rêzefîlmek wiha ji mihricana Mîtan hat ku wê demê me mijarên li gorî demê hildibijart û kurtefîlman ji gel re li ser pirsgirêkên jiyanî weke rexne ji rêveberiyê re û çareseriya wan pirsgirêkan, li dar dixist. Me xwest kesayeta Hindo û Hindê tenê li ser dika şanoyê nemîne û bibe rêzefîlm, di heman demê de miajrên wê berfirehtir bikin û civakê li ser fikra neteweya demokratîk a rast perwerde bikin û vê projeyê bi riya malbata Hindo û Hindê pratîze bikin."

'Zehmetiyên di warê koçberiyê de'

Şêrîn Reşîd behsa zehmetiyên ku di nivîsandina rêzefîlmê de dîtine û mijarên ku girtine dest, kir û wiha pêl da axaftina xwe: "Di nivîsandina rêzefîlmê de nivîskar helbet gelek astengiyan dibîne, bi taybetî em di warê koçberiyê de û bi şer re rû bi rû dimînin. Li kêleka wê divê kesayetên baş li gorî senaryoyê bên amadekirin û rola xwe bilîzin. Nivîsandina wê ne hêsan bû lê li gorî derfetan min hewl da mafê vê rêzefîlmê biparêzim. Nêzî salekê nivîsandina wê domiya û di encamê de li gorî rewça em tê re derbas dibin 10 xelek hatin nivîsandin û di demên pêş de wê rêzefîlmên ji vê dirêjtir bên çêkirin. Her xelekek mijarek cuda di nava xwe de dihewîne û pêşkêş dike weke dîrok, reşkirin û çareseriya wê, desthiladarî, xwebirêvebirin, parçebûna nava Kurdan, mijarên me girtine dest piranî taybetmendiyên me Kurdan di nava xwe de dihewînin û me xwest bi şêwazekê bikin rêzefîlm ku hemû jê hez bikin û temaşe bikin. Me xwest bi şêwazeke cuda em vê rêzefîlmê amade bikin ew jî bi kesayetên pêlîstokan weke doma bi destan bên lîstin ew jî bi riya malbata ku me hilbijartiye ye."

'Fîsik riya ronahiyê ye ji bo gel'

Şêrîn Reşîd hilbijartina navê Fîsik bi lêv kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Fîsik tê wateya şewq û ronahiyê ku em dixwazin bi riya vê rêzefîlmê malbatên me di demên pêş de bi awayekî rêk û pêk û pêşketî bijîn. Malbata ku di rêzefîlmê de dileyze di nava nakokiyên jiyana berê û ya niha de dijî û divê çawa di demên pêş de bijî. Fîsik jî wê riya ronî nîşanî gel dide. Armanca me avakirina malbatek demokrat di nava civakek azad de ye. Di demek nêz de rêzefîlm wê li ser ekranên televîzyonê bê pêşkêşkirin û em bi hêvî ne ku malbatên me sûdê jê bigrin."

'Mijarên Fîsik jiyana li Kurdistanê vedibêje'

Rêvebera Komîna Şano Efrîn-Şehba-Helebê di heman demê de lîstikvana sereke ya di rêzefîlmê de Rûmet Beko diyar kir ku yekem car li ser asta Rojava rêzefîlmek bi vê rengî tê çêkirin û got: "Yekem car ji warê koçberiyê em di rêzefîlmek bi pêlîstokan de dixebitin. Ev rêzefîlm li ser asta rojava û Sûriyeyê giştî yekem car tê amadekirin û em bi vê tecrubeyê gelek serbilind in ku li gorî derfetên heyî rêzefîlmek bi vî rengî tê amadekirin. Ev jî cihê serkeftinê ye. Min kesayeta Hindê di rêzefîlmê de girtiye û roleke sereke tê de dilîzim. Bi riya vê malbatê rêzefîlm tê amadekirin ku dayikek çawa di nava desthiladariya rejîman de dikare li ser Kurdîtiya xwe bimîne û çanda Kurdî fêrî zarokên xwe û nifşên nû bike. Mijarên ku hatine amadekirin giştî jiyana Kurdistanê digrin nava xwe ku her dewletek çawa bandora xwe li ser parçeyek ji Kurdistanê kiriye. Dayik di vê rêzefîlmê de her dem hewl dide zarokên xwe kom bike û çanda Kurdî di malê de bide rûniştandin. Di heman demê de dixwaze di malbata xwe de wekheviyê ava bike û zihniyeta baviksalarî hilweşîne.

'Hindê hewl dide malbatek demokratîk ava bike'

Rûmet Beko diyar kir ku ev rêzefîlm pirsgirêk û jiyana Kurdistanê vedibêje û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di rêzefîlmê de mijarek malbatî tê nîqaşkirin lê ger baş mirov li rêzefîlmê temaşe bike dibîne ku ew bi xwe mijarek Kurdistanî ye ku pirsgirêk û jiyana Kurdistanê vedibêje. Dayik rola sereke di malbatê de dilîze lewre rola Hindê di vê rêzefîlmê de gelek girîng e ji ber bi riya wê ev pirsgirêk tên vegotin. Her wiha hewl dide malbatek demokratîk ava bike û zarokên xwe bi ruhê demokrasiyê perwerde bike. Bi awayekî xweş mijarên wê hatine nivîsandin çîrokên me yên Kurdî yên sereke, çanda me û pirsgirêkên me tê de hatine nîqaşkirin. Her xelekek armanc û peyama wê heye. Em jî weke lîstikvan hewl didin peyaman bidin û bi rengekî zelal xelekê pêşkêş bikin, mijarên xelekê baş bidin fêmkirin."