Rêwîtiya jinek Tûnisî ya vejandina bi krîstalê
Wahîda Bin Saîd di bikaranîna krîstalê de bi şêwazekî ku afirînerî û nasnameyê bi hev re tîne ba hev, karî cilên kevneşopî yên Tûnisê vejîne û mîrate biparêze.
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Li bajarê Kasserîne ya ku bêhna mîrate û ruhê afirîneriyê dighîjin hev, hunermend Wahîda Bîn Saîd bi rêya hunera nazikkirina krîstala ku hunereke nazik e, şewqek taybet dide modaya Tûnisî. Wahîda hewl dide hunerên kevneşopî biparêze. Ji zarokatiyê ve Wahîda hewesa xwe veguherand pîşeyek û nasnameyekê, hewl da ku vê mîrate biparêze û bi temaşevanek berfirehtir re parve bike.
Krîstal bi kevirên xwe yên hêja tê nasîn
Wahîda Bîn Saîd aşkera kir ku krîstal bi kevirên xwe yên hêja tê nasîn, ku bedewiyek berbiçav li cilên kevneşopî zêde dikin. Wahîda got ku nazikkirina krîstalê, hunereke rafînerî ye ku cilên mîna qeftan û kiswa yên Tûnisî karakterek cihêreng dike. Wê destnîşan kir ku krîstal bi mezinahiyên cûrbecûr peyda dibe û piraniya formên wê ji derve tên. Ew bi zîrekiya xwe ya berbiçav tê nasîn û li sûkan bi mîtro tê firotin.
Wahîda Bîn Saîd 3 sal û 6 mehan li Navenda "Keçan" xwend û di warê destkarî, hunera bi makîneyê û neqşandina kevneşopî ya cilên kevneşopî, neqşandina bi nîsk, tovên kuncî û krîstalan, her wiha jebba, burnous û qeftan vedihewîne, dîplomayek stend.
Ji bo xemilandinê carnan pembo jî bi kar tîne
Wahîda Bin Saîd ragihand ku hêdî hêdî dest bi pêşxistina jêhatiyên xwe û lêkolîna vê qadê kiriye heta ku bi dilgermî pê re mijûl bûye. Wahîda diyar kir ku bi kûrahî li ser cilên kevneşopî û nasnameya Berberî, bi taybetî melhfa reş çûye û wiha got: “Neqşandin û rengên germ tê de hene. Ez wê bi destan bi derzî û ta dineqşînim, gelek berhem û xemlên cûda diafirînim. Her wiha sêwiranên cûrbecûr ên krîstal, wek gul û motîfên din, diafirînim û gelek teknîkên nakişandinê bikar tîne. Carna bi pembo dixebitim da ku bedewiya perçeyê zêde bikim.”
‘Divê hunerên destan winda nebin’
Wahîda Bin Saîd eşkare kir ku neqşandin, kroş û karên destan bi gelemperî dibin alîkar ku stresê sivik bikin û rihetiya psîkolojîk peyda bikin. Wahîda lê zêde kir ku xebata bi rengan re şahî û bextewariyê tîne û bal kişand ser pabendbûna xwe ya bi berdewamiya vê pîşeyê re: “Divê hunerên kevneşopî winda nebin û ji ber vê sedemê min hejmarek keç perwerde kirin û alîkariya wan kir ku vê pîşeyê fêr bibin. Ev qad dikare ji bo jinan çavkaniyek peyda bike, tevî şiyanên cûda yên di navbera xerîdaran de. Gelek keç bûne karkerên serbixwe û ji vê pîşeyê dahat qezenc dikin.”
Zehmetiyên hunera destan
Wahîda Bîn Saîd di seranserê kariyera xwe ya hunerî de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma, bi taybetî lêçûna bilind a madeyên xav. Bi taybetî krîstal ku biha ye û di warê neqşandinê de nîsbetên nû ye. Wahîda eşkare kir ku hin perçe, wek xaftanên bi krîstal hatine xemilandin, dikarin ji ber vê bihayê bilind bihayek pir zêde bin.
Ji bo ku Wahîda Bîn Saîd kalîteya berhemên xwe û hêsaniya bazarê mîsoger bike, carna ji bo rihetiyê û pratîkbûnê sêwiranên hêsantir û kêmtir berfireh hildibjêre. Wahîda tekez kir ku neqşandina krîstal hewceyî rastbûn û ahengek bilind di navbera hemû hêmanan de ye. Wahîda li herêma xwe yek ji wan çend kesan e ku bi krîstal û zîv dixebite.
Hewl dide vê hunerê li cîhanê bide nasîn
Li ser serkeftinên xwe Wahîda Bîn Saîd armanca xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez gelek serbilind im ku beşdarî pêşangehek hunerî ya prestîj bi "Pênc Zêrîn" bûm. Ev qonaxek gelek girîng di rêwîtiya xwe ya hunerî de dihesibînim. Armanca min a ku "Kasserîne Melhfa" (cil û bergên kevneşopî yên Mexribî) bînim ser dika cîhanê.