Rengê mîrateyê: Hunera hineyê di nasnameya jinên Cezayîrî de

Hine li Cezayîrê ne tenê xemlek e; ew zimanekî dîtbarî ye ku dîrok, çand û rabirdûyê bi modernîteya îro ve girêdide. Ji Zellîceya rojavayî heta nexşên çolê, hunermendên ciwan vê kevneşopiya kevnar bikar tînin û diparêzin.

RABÎA XIRÊS

Cezayîr – Cezayîr di nava hûrguliyên xwe yên tevlihev de, mîrateyek diparêze ku ji xemilandin û xweşikkirinê derbas dibe. Ew sembolên hebûnî yên ku jinên Cezayîrî bi sedsalan hatine hunandin dihewîne. Wê ji rêûresmeke estetîkî ya sade, vediguherîne beşek yekgirtî yê nasnameya wan a çandî û rêyek ji bo parastina mîrateya wan a li hember guhertinên demê.

Hine ne tenê nebatek pîroz e ku li deşt, çol û gazên Cezayîrê şîn dibe. Ew dareke kevnar e ku pelên wê têne çinîn, hişkkirin û dibin tozek ku bêhna erdê derdixe. Ev toz piştre bi avê re tê lihevxistin da ku hevîreke bi sembolîzma taybetî dagirtî çêke, ku di çalakiyên taybet de ji bo xemilandina destên jin û zarokan tê bikaranîn. Ew ji bo belgekirina bîranîna gelêrî û parastina rastbûna kevneşopiyan di serdema modernîteya dîjîtal a bi lez bipêşketî de xizmetê dike.

Du xwişkên bijîşk pêşengiya vejandina kevneşopiyê  dikin

Ji bo ku em kûrtir bikevin nav vê mîrateya gelêrî, bêhna hineyê em birin Ennabayê, ango bûka rojhilatê Cezayîrê ku ji aliyê dîrokî ve wekî "Bone" tê naskirin. Rehên Ennabayê di dîroka netewê de kûr ve diçin. Li yek ji salonên hineyê yên herî gelêrî yên li navenda bajêr, em rastî jineke ciwan a Cezayîrî hatin. Hebûna wê zindîtî û giyanekî nûjen nîşan dida, lê di dilê wê de mîrateyeke çandî ya dewlemend hebû ku bi hezaran salan ji nifşekî derbasî yê din bûbû.

Sondos Berdayî û xwişka wê Rayan, li herêmê wekî "Rînat" tên nasîn. Ew, ne tenê pratîsyenên hunera hineyê bûn; her wiha hunermendên profesyonel bûn ku destên xwe veguherandin pireke ku rastbûna rabirdûyê bi modernîteya niha ve girêdide. Balkêş e ku rêwîtiya wan ne di cîhana hunerên gelêrî de, di holên zanîngehê de dest pê kir. Sondos xwedî bawernameya masterê ya di warê darayiyê de ye û bi salan di nav hejmar û budçeyan de maye. Di heman demê de xwişka wê Rayan vê dawiyê ji dibistana bijîşkiyê mezûn bû û di cerrahiya diranan de pispor bû. Berî ku ew di heweseke hevpar de bibin yek da ku vê hunera kevneşopî bi şêwazekî hemdem vejînin.

Ji dilşewatiya zarokatiyê ber bi pîşeyîbûna hunera hineyê ve

Sondos Berdayî derbarê rêwîtiya xwe ya ji xwendina akademîk ber bi cîhana hineyê ve, da zanîn ku evîna wê ya ji bo vê hunerê bi salan beriya xwendina wê ya zanîngehê dest pê kiriye. Sondos wiha got: “Min rêwîtiya xwe ya hunera hineyê nêzî deh sal berê dest pê kir, ji ber ku ez ji zarokatiyê ve bi xêzkirinê ve mijûl dibûm.”

Ew bi dilgermî rojên xwe yên pêşîn bi bîr tîne û rave dike ku xwişk, xizm û hevalên wê kesên pêşîn bûn ku jêhatîbûna wê hembêz kirin. Sondos ragihand ku ji bo wê, destên wan tabloyên pêşîn bûne û wiha domand: “Min ji bo betlaneyan û bûyerên malbatî sêwiranên hineyê li ser wan xêz dikirin. Bêhna hineyê bi atmosfera kêfxweş a kombûnên malbatî yên germ re tevlihev dibû. Her ku dem derbas dibû, jêhatîbûna min jî baştir dibû. Min karî bi rêya platformên medyaya civakî evîna xwe ji derdora malbata xwe ya nêzîk ber bi temaşevanekî berfirehtir ve bibim, da ku karê xwe bigihînim raya giştî ya mezintir.”

Ji mîrata dapîran ber bi hunera modern ve

Sondos Berdayî tekez kir ku hine li Cezayîrê ne tenê cureyek xemilandinê ye, her wiha mîrateyeke çandî ye ku ji nifşan ber bi nifşan ve tê veguhestin. Sondoz destnîşan kir ku hine bi jinên Cezayîrî û bîranîna gelêrî ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Hine her gav li ser destên dapîrên me hebû û ew kes bûn ku vê kevneşopiyê parastin û ji nifşên paşîn re ragihandin. Ji ber vê yekê jî ew sembola resenî û aîdiyetê ye.”

Sondos bawer dike ku hine di xeyala gelêrî de ji sêwiranên li ser destan bêtir tiştan temsîl dike; ew sembola şahî û geşbîniyê ye ku bi qonaxên herî girîng ên jiyanê re dibe heval.

Hineya kevneşopî bi baldarî tê amadekirin

Li bajarê Ennabayê ku hîn jî gelek adet û kevneşopiyên xwe diparêze, "Şeva hineyê" di merasîmên dawetê de cîhekî taybet digre. Malbat di nav atmosfereke cejnê ku tijî bêhnxweşî û sitranan e de dicivin. Di heman demê de bûk xwe bi cilê kevneşopî yê Ennabayê yê bi navê "Şemasa" dixemilîne. Şemasa, bi têlên zêrîn hatiye xemilandin. Kefên wê bi hineyê hatine xemilandin û "Habat El-Wîz"a biçûk (cureyekî tovê biçûk) di yek ji wan de tê danîn. Ev, mîna sembola serkeftin, bereket û bextê baş tê hesibandin. Wê rave kir ku hine bi gelek cûreyan tê û her yek xwedî bikaranîn û bûyerên taybet e. Hineya kevneşopî bi baldarî tê amadekirin; pirî caran bi ava gulê tê tevlihevkirin û berî ku bê sepandin bi saetan tê hiştin da ku rengekî kûr û mayînde bê bidestxistin. Bikaranîna wê ne tenê bi şeva daweta bûkê ve sînordar e, ew ji bo bûyerên olî û civakî yên din jî dirêj dibe.

Ji bo afirandina sêwiranên tevlihev bi lez tê bikaranîn, lewma pir populer e

Destên zarokan di betlaneyan (cejnan), Aşûra û Leyletul-Qadrê (Şeva Qadrê) de bi hineyê tên xemilandin. Ev adetekî gelêrî ye ku li Cezayîrê wekî îfadeya geşbîniyê, bextê baş û bereketê ji nifşan ve tê veguhastin û ji bo xurtkirina girêdana nifşên nû bi adet û kevneşopiyên wan e.

Ji bilî hineya kevneşopî, di salên dawî de cûreyên din jî navdar bûne. Bi taybetî sêwiranên "hineya bilez" û "harqous". Harqous hilberekî kozmetîk ê reş û kevneşopî ye ku bêhnek bihêz û aromatîk dide weke tevliheviyek ji kehrîbar, misk û buxirê. Ew ji bo afirandina sêwiranên tevlihev bi lez tê bikaranîn, lewma pir populer e, nemaze di nav jinên ciwan de.

Ji Zellîceya rojavayî heta sêwirana hineya rojhilat

Tevî cûdahiyên di şêwazên sêwirana hineyê de li seranserê Cezayîrê, ew hemû îfadeyek hevpar a nasnameya çandî ya kûr parve dikin. Ew, cûrbecûriya mîrata herêmî û yekîtiya aydiyeta neteweyî nîşan didin. Sondos Berdayî tekez dike ku sêwiranên hineyê ne tenê xemlên estetîkî ne, her wiha zimanekî dîtbarî ne ku sembol û wateyên mîratî hildigrin ku li gorî jîngeh û çandên herêmî cûda dibin. Ew rave dike ku sêwiranên Berberî li herêmên Aurês û Curcurayê bi şêweyên xwe yên geometrîkî yên zelal û xetên rast tên naskirin. Di heman demê de bajarên rojavayê Cezayîrê, nemaze Tlemsen û Wehran, bi sêwiranên simetrîk ên ku ji mîmariya Zayyaniyan û tebeqeyên Zellîgeyê îlham girtine navdar in. Sêgoşe, elmas û şêweyên geometrîkî di kompozîsyonên hevseng de tên ba hev û dîmenekî ku sadeyî û rastbûnê dighîne hev, didin destan. Li rojhilatê Cezayîrê, sêwiranên hineyê karekterek cûda digirin û ji xwezayê îlham distînin. Motîfên ku ji pel, şax û kulîlkan hatine girtin xuya dibin û di xetên herikbar de têne çêkirin ku hestekî nermtir û naziktir didin sêwiranan. Ev şêwaz, taybetmendiya Ennaba û çend bajarên cîran e.

Jêhatîbûna jinên hunermend ên Cezayîrî temsîl dike

Li Konstantînê, hunera hineyê bi mîrata herêmî ve girêdayî ye. Jin tiliyên xwe bi xetên nazik û paralel dixemilînin. Ji hunera "Mecboud El-Konstantîn” ku yek ji şêwazên neqişkirina kevneşopî yên herî navdar ên bajêr e, îlham digirin. Dest dibe berdewama bedewiya ku cilên kevneşopî yên Konstantînê cuda dike.

Ji bajarên bakur heta dilê Sahrayê, hineya El-Tariqiye bi şêwaza xwe ya bêhempa derdikeve pêş. Ji ber tevlihevkirina malzemeyên xwezayî yên herêmî, ew ber bi rengekî tarîtir ve diçe. Di heman demê de sêwiranên wê  xwe dispêrin şêwe û sembolên geometrîk ên ku ji çanda El-Tariqiye û jîngeha çolê îlham digirin. Taybetmendiya vê mîrata kevnar diyar dikin. Li Geliyê Souf û Werqelayê, sêwiranên hineyê bi tîrbûn û rastbûna xwe tên naskirin. Dest û lingan bi tevahî bi hûrguliyên biçûk vedişêrin, bi şêwazekî ku karakterê bêhempa yê herêmê û dewlemendiya mîrata wê ya hunerî nîşan dide. Sondos Berdayî dibêje ku ev cureya hineyê "jêhatîbûna jinên hunermend ên Cezayîrî temsîl dike û cûrbecûr dibistanên herêmî nîşan dide ku di demê re rastbûna xwe parastine. Sondos piştrast dike ku hine mîna beşek yekgirtî yê nasnameya çandî ya jinên Cezayîrî dimîne.”