Pirtûka Şadiya Manap a bi navê ‘Av Jî Dinivîse’ derket
Pirtûka helbestan a Şadiya Manap a bi navê ‘Av Jî Dinivîse’ ji weşanxaneya Aryen derket.
Navenda Nûçeyan – Pirtûka helbestan a Şadiya Manap a bi navê ‘Av Jî Dinivîse’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Pirtûka helbestan a ji weşanxaneya Aryen di meha Nîsanê de derketî, ji 135 pelan pêktê. Helbest, azadî, hevaltî û bûyerên hatî jiyîn vedibêje.
Şadiye Manap ku di sala 1968’an de li gundê Xuşxuşkê yê girêdayî navçeya Curnê Reş a Riha hatî dinê, li navçeya Serêkaniyê û Dîlokê demek dirêj jiyan kir. Di sala 1991’an de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di sala 1992’an de hate girtin.
Piştî girtina 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê hat berdan.