Peykersaz Leyla Sûfî: Divê her jin şopek bihêle

Hunermend û peykersaz Leyla Sufî Sultanî ya ku hewl dide rewşa gelê Kurd, bi taybetî jî jinên Kurd ên şoreşger bi berhemên xwe yên hunerî bighîne nifşên pêşerojê û cîhanê, got ku “Sedema êşa me mafên me ne; ji ber vê yekê, divê em dev jê bernedin."

ŞILÊR KOYE

Koye – Dîroka Kurdan ku zêdetirî sedsalekê dirêj dibe, tijî koçberî, birîn û bêaramî ye. Lê belê, jinan her gav ji vê rewşê û kevneşopiyên civakî du qat bêtir êş kişandine. Ji ber vê yekê, hewl dane ku êşa xwe bi rêya hunerê bînin ziman. Ji ber ku dizanin huner ne her gav tenê li ser bedewiyê ye; pirî caran tenê rêya rûbirûbûna bi zilmê û sekinandina li hember dîroka çewsandî ye.

Di hawîrdorek ku dengên azadiyê tên qutkirin de, Leyla Sufî Sultanî ya ku peykersazeke ji Rojhilatê Kurdistanê ye, bi jêhatî materyalên herî hêsan, wek têl (sim), bikar tîne da ku dîrokeke tijî birîn, nîşan bide. Berhemên wê ne tenê êşa jinên Kurd ji cîhanê re radighînin, di heman demê de sembol û çîrokên şehîdan ku rejîmên dagirker xwestine jê bibin jî diparêzin.

Ev nûçe nêrîna cîhanê, peyam û çîrokên li pişt berhemên Leyla Sûfî Sultanî vedikole.

Hunermend Leyla Sûfî derheqê xebatên xwe de ji ajansa me re wiha got: "Ez çend sal in bi karanîna têlan peykeran çêdikim. Ez kesên ku bûne sembol ji bo civakê, yên ku ji bo doza xwe şer kirine, lê di bin zilma Komara Îslamî ya Îranê de hatine girtin, îşkence lê hatiye kirin û hatine darvekirin nîşan didim. Min her wiha peykerên kesên ku di encama êrîşên rejîmê yên li Başûrê Kurdistanê de mirine, çêkirine.”

‘Berhemên min tenê beşek biçûk ji jenosîda li dijî Kurdan nîşan didin’

Leyla Sufî da zanîn ku armanca wê ji van berheman ew e ku sûcên rejîma Îranê li dijî Kurdan pêk aniye, ji cîhanê re bide nasîn û navê kesên ku hatine qetilkirin jî zindî bihêle. Leyla wiha domand: “Ev tenê beşek biçûk ji jenosîdên ku li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Kurdan pêk hatine ye. Ez hêvî dikim ku rojekê peykerê azadiyê çêkim. Her çend çavkaniyên min kêm bin jî, dixwazim bi van berhemên biçûk peyamên mezin bighînim. Peykerên min ji têlên asayî hatine çêkirin.”

‘Pêwîst e peykerê jinan bêtir hebin’

Leyla bi riya hûnera xwe hem peyam hem jî êşa jinan radighîne. Leyla bi van gotinan qala vê yekê dike: “Ji ber ku trajediyên ku jin dijîn mezintir in. Çi ji ber şert û mercên welêt, çi jî ji ber kevneşopiyên civakî, jinan du qat êş kişandiye. Çiqas hewl bidim jî, ew ê ji bo vegotina vê êşê têr neke. Divê bêtir peykerên jinan werin çêkirin.”

Peykerên Xezal û Leyla Qasim

Leyla Sûfî tekez kir ku Kurdan qet "aştî" nedîtine û dîroka wan a zêdetirî 110 salan tijî pevçûn û êşên domdar bûye. Leyla gotinên xwe wiha didomîne: “Ger li cîhekî aştî hebe, li cîhekî din tuneye. Ji ber vê yekê hewl didim ku li her derê birînek bihêlim da ku neyê jibîrkirin.” Leyla bi vê yekê re mînaka Beyan û kurê wê da û wiha pê de çû: “Beyan li benda hevjinê xwe yê ku biryara darvekirinê li ser e. Beyan heta ku mêrê wê vegeriya, porê kurê xwe jênekir, lê wê piştî ku hevjinê wê darve kirin, porê kurê xwe jêkir.”

Hunermend her wiha behs kir ku wê vê dawiyê peykerê şervana Kurd Xezal ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû kuştin û peykerê Leyla Qasim ku li dijî Sedam Huseyîn li ber xwe dabû, çêkiriye. Wê her wiha peykerên kolberan (karkerên sînor) û jîngehparêzên ku ji bo parastina jîngehê hatine qetilkirin çêkirine.

‘Her peykerê min çîrokek vedibêje, hemû rast û sembolîk in’

Projeyên Leyla yên demên pêş li ser Helebce û herêmên din jî heye. Her wiha Leyla dibêje peykerên ku çêdike ne ji bo firotinê ne û bi van gotinan nirxandinên xwe bidawî dike: “Ez berhemên xwe tenê di pêşangehan de nîşan nadim. Armanc ew e ku navên wan zindî bimînin û êşa ku me kişandiye nîşanî cîhanê bidin. Her jineke Kurd xwedî çîrokeke tijî êş e. Ji ber vê yekê, ne hewce ye ku meriv peykeran çêke an jî bibe nivîskar; her kes dikare çîroka xwe vebêje, her çend tenê bi dengek be jî û nehêle ku ew were jibîrkirin. Ji ber ku em tijî birînên ku qet baş nabin in. Ez her gav ji jinan re dibêjim, ji şer netirsin. Dev ji têkoşîna ji bo mafên xwe bernedin. Sedema êşa me mafên me ne; ji ber vê yekê, divê em dev jê bernedin. Divê her jin şopek bihêle û piştrast bike ku tiştek piştî wê jî bijî."