“Peyamên şanoyên bi armancin”

Endamên Koma Tiyatro ya Sarya Baran Berae Hesen û Şevîn Xelîl destnîşan kirin ku şano têkiliyeke xurt di navbera şanoger û temaşevan de çêdike û dibe sedema çareseriya pirsgirêkên jin û civakê.

 
EBÎR MUHEMD
Qamişlo- Şano mîna peyamek e bi riya temsîlê bi awayên taybet li ser dikê tê pêşkêşkirin. Mijarên ku tên destgirtin jî di şanoyê de cuda ne, carna siyasî, olî, civakî û hwd. Di nav pêşketina şanoya li welatên cîhanê de û li kêleka wê jî qelskirina rola jinan di şanogeriyê de, pêwîstî bi komeke şano ya nû hebû ku dîsa rol û hebûna jinan di vî warî de vejîne. Li ser vî esasî,Tevgera Hîlala Zêrîn a çand û hunerê di sala 2018’an de komeke şano ya xweser bi navê Teatra Sarya Baran ava kir. Koma Sarya Baran a ku ji 4 kesan dest pê kir, îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şanogeriyê pêşkêş dike û dibe dengê jin û civaka ku tê de dijîn. Der barê vê mijarê de Endama Tevgera Hîlala Zêrîn, Endama Navenda Niwêla û di heman demê de Endama Koma Tiyatro ya Sarya Baran Berae Hesen û Endama Tevgera Hîlala Zêrîn û Endama Koma Teatra Sarya Baran Şevîn Xelîl kar, rola şanoyê di gihandina peyaman de û çareserkirina pirsgirêkên civakê û pêşketina şanoyê li Rojavayê Kurdistanê de nirxandin kir. 
“Şano riya çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê ye”
Berae Hesen diyar kir ku şano riya çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê ye û wiha dest bi axaftinê kir: “Di dîroka şanoyê de, îfadeya jinan bi temamî nehat kirin. Dema mirov li pêşandana şanoyên klasîk û kevnare mêze dike, dibîne ku rola jinan tê de tune ye û rola ku gere jin hebûna xwe tê de diyar bike, mêran wê rolê temsîl dikirin. Mafê jinan di şanoyê de nebû, hestên wê tê de winda bûn û ji bo vê yekê mijarên herî zêde ku digirtin dest olî û siyasî bûn. Dema tenê mijarên siyasî û olê derkevin pêş û milê civakî were îhmalkirin, wê demê ew şano kêm dimîne û bi temamî tabloya şanoyê xweş dernakeve, ji bo wê gere her du cins rola xwe bilîzin û hev temam bikin. Şano mîna çareseriyekê ye ji pirsgirêkên civakê re û bi riya wê peyam tên dayîn, jin jî beşeke sereke ji van çareseriyan re ye ji bo vê yekê roleke jinan a girîng hem di şanoyê de û hem jî di jiyanê de heye.”
“Sarya û Baran çavkaniya şanogerên jinên Kurdistanê ne” 
Berae Hesen qala her du jinên şanoger û di heman demê de şoreşger ku çawa yekemîn car li ser çiyayên Kurdistanê şano lîstine kir û wiha domand: “Armanca me ya sereke di Koma Sarya Baran de ew ku hebûna jinan bidin xuyakirin ku çiqas girîng e jin xwe bidin îfadekirin di nava şanoyê de. Navê koma me Teatra Sarya Baran ji navê du hevalên jin ên şoreşger û di heman demê de şanoger hat. Ev her du hevalên jin Sarya û Baran di salên 90’î de biryara tevlibûna refên azadiyê dan, li kêleka şoreşgeriyê, şanogeriyê jî dikin ku du karên girîng bi hev re didan meşandin. Cara yekemîn e ku du jin li çiyayên Kurdistanê şanoyê lîstin û me jî bi dewreya xwe xwest em van kesayetên bi vî rengî mayînde bikin û navê wan rakin û di sala 2018’an de me xeta xwe ya vê komê girt û bi çar kesan dest pê kir. Dema me dest bi şanoyê kir, temenê me biçûk bû, di vî milî de pêwîst bû me xwe baş bi rêxistin bikira di milê destgirtina mijaran, tehlîl û fikrên berfereh de.”
“Avakirina komên şanoyên xweser”
Berae Hesen da zanîn ku şanoyên xwe li gorî rewş û bûyerên civakê pêşkêş dikin her wiha got ku koma wan xeta yekemîn ji bo avakirina komên xweser ji bo jinan e û wiha bi dawî kir: “Bi riya şanoyê em pirsgirêk û bûyerên civakî yên ku diqewimin pêşkêş dikin li gorî civaka Rojava em didin nîşandan. Her wiha ev koma me wekî xeta yekemîn ji bo avakirina komên xweser ên Kurd e, ji ber ku koma me yekemîn koma xweser a jinan a Kurdî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê hat avakirin. Jin di dîrokê de rastî gelek îşkence û tundiyê hatine, em bi riya şanoyê dibînin ku jin rastî çi hatine û dê çawa ev yek çareser bibe. Helbet dema pirsgirêkên jinan bi reng û pêşkêşiya jinan were dayîn dê hîn bêtir bi bandor be û peyama şanoyê zûtir bigihîja hejmareke mezin ji jinan re û di dawiyê de em ê bikaribin bibin dengê jinan. Tablo û peyamên ku em dixwazin bigihîjînin civakê û bi taybetî jinan em dixwazim, bibînin ku ew dikarin bilîzin ev yek dihêle ku cesaret bikin û bikaribin di jiyana xwe ya pratîkî de pêk bînin û li pey maf û azadiya xwe bikevin. Her wiha dema em şanoyê li dar dixin, di dawiyê de em rê li ber gel vedikin ku nirxandinên xwe bikin ji bo ew jî nêrînên xwe bidin.”
 “Performansên şanoyên me li ser dikê pêşkêş kirin”
Şevîn Xelîl berhem û şanoyên ku heta roja îro pêşkêş kirine wiha rêz kir: “Ev 3 sal in cihê xwe di nav Koma Sarya Baran de digrim, min bi kêfxweşiyeke mezin beşa şanoyê hilbijart ji ber ku enerjiyeke xurt di navbera lîstikvan û temaşevan de heye. Ev enerjiya rasterast bi bandoreke xurt li ser temaşevan û civakê çêdike. Lîstika me ya yekemîn ku me pêşkêş kir li ser dikê( Diziya bexçe) bû, di vê performansa şanoyê de jineke bi temen mezin hebû û zarokan jî diziya fêkiyê wê dikirin, me xwest bi riya vê şanoyê em bidin diyarkirin çawa zarok dûrî diziyê bikevin û bizanibin ku dizî tiştek şaş e bi riya gotin û şêwazê rast. Lîstika duyemîn a ku em lîstin (Jina bi tenê) bû, di wê lîstikê de îşkenceyên li ser jinan ku heta roja îro jê êşê dikşînin çi ne û riya çareserkirinê çi ye û bi riya vê pêşandanê em tevli festîvalê bûn. Her wiha şanoya me ya sêyemîn bi navê (Aştî di baskê çûkê de) bû, ev şano şer bi çavên zarok diyar dike ku çawa mirov dikare derûniya zarokan rehet bike û bide guhertin di rewşên şer de da ku bandor li wan nebe. Ji hemû temen û beşên civakê tên li şanoyên me temaşe dikin û ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Mijarên ku em digrin dest jin, zarok û civak bi giştî ne û awayên pêşkêşkirina şanoyan jî her car bi awayên nû tên pêşkêşkirin. Her wiha şanoyên me yên li kolanan jî hebûn.”
“Bi riya şanoyê, em ê çar aliyên Kurdistanê bikin yek”
Şevîn Xelîl dibêje ku di van salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê şano bi pêş ketiye her wiha teqez kir ku dê bi riya şanoyê her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di Rojavayê Kurdistanê de gavên baş hatine avêtin di warê şanogeriyê de, ji ber ku berî şoreşa Rojava ev derfet ji bo jinan tunebû, jinek nikaribû derkeve ser dikê û şanoyê pêşkêş bike. Lê piştî şoreşa Rojava pêşketinek heye êdî jin dikarin derkevin ser dikê û komên şano yên xweser jî hatine avakirin. hêviya min jî ew e ku em bikaribin xwe bigihîjînin hemû şanogerên jin li her çar parçeyên Kurdistanê û ne tenê li Rojavayê Kurdistanê şanoyê pêşkêş bikin lê belê li tevahî Kurdistanê bilîzin û bi riya şanoyê parçeyên Kurdistanê bikin yek. ”