"Pêşengeha teqîna reng cihê hêviyê ye"

Duyemîn pêşengeha wêneyan a jin bi dirûşma "Teqîna reng" li navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê tê li dar xistin.

DILÛCAN BOZΠ
Kobanê- Di her salê carekê pêşengeh li Kobanê tê li darxistin, her wênekêşek li gor hest û hezkirina xwe tabloyan xwe xêzdike û pêşkêş dike. Wêneyên di pêşengehê de 17 jinên ciwan pêk tê. 85 tablo di pêşengeha jinê de hate pêşkêşkirin. Her tabloyek mijarekê dide diyarkirin. Zarokên di şeran de dayik û bavên xwe windakirin, yê ku hêviyê di vê jiyanê de dibîne, jinên têkoşer, kevneşopiyên Kobanê û gelek tiştên di nava xwe de dihewîne. Dirûşmeya ku bi pêşengehê re hatiye diyar kirin "Teqîna reng" ev jî ji bo ku şer û hunerê bi hev bide hunandin e. Di derbarê pêşengehê de me nêrîn ji kesên ku tablo xêzkirin û mêvanên ku serdana pêşengehê kirin girtin. 
"Divê her tim hêviyên me di jiyanê de hebin"
Resmiya Seid wiha qala tabloyên xwe kirin û got: "Demeke dirêje em ji bo pêşengah wêneyan a jin kar dikin. Raste kedeke hat dayin lê dîsa jî em çiqas xêzbikin an jî binivîsinîn em ê kêm bimînin. Ji ber pêvajoya ku em niha têde derbas dibin û em derbas bûne gelekî hesas û xirabû. Ji bo vê jî min hin tablo xêzkirin e, cara yekemîn ez cihê xwe di nava pêşengehê de digrim, min 6 tablo xêzkirine her yek behsa çîrokekê dike. Dema ez biçûk bûm her tim min digot ez ê jî wêneyan xêzbikim, ji ber xwîşka min li be çavên min xêzdikir. Ev wêne behsa ewlehiya zarok di hembêza dayikê de dike, her çiqas em di hembêza dayika xwe de bin jî lê emê ewlehiyê nebînin, her tim şer e. Ya din Qadî Mihemede yek ji pêşengên gelê Kurd e. Di vir de min xwest ez çanda me vegerînim ji ber her tim çanda me tê hedefgirtin û bi taybet dijmin dixwaze vê yekê bi serbixîn e. Ya din zarok di pencerê de mêze dike ev yek jî dide diyakirin ku hêvî heye. Dema em biçûk bûn me kincên zivistanê li xwe dikirin lê niha her çiqas em wan kincan li xwe bikin, ew meraq nemaye, ji ber zarok her di milê deronî de ne rehetin."
"Di Pêşengehê de hêvî û têkoşînî heye"
Yek ji mêvanên ku serdana pêşengehê kiriye, Hêvî Silêman e wiha balkişand ser pêşengehê: "Her tabloyek hestekî diyar dike û bi taybet wêneyên zarokan. Gelek tiştên balkêş hene, wek çanda me ji xwe armanca dijim jî ew e ku çawa gelê Kurd bê çand û hebûn bihêle. Bi rêka van pêşengehan em bibin bersiv ji êrîşên dijminê dagirker re. Li vir dide diyarkirin ku dixwazin çanda xwe ji nû ve zindî bikin û zarokên di hembêza dayika xwe de bi awayekî ewle bijî. Her wiha di pêşengehê de kêfxweşî û  xemgînî dide diyarkirin. Herî zêde tişta ku bala min kişand zarokbûn, çawa di çavên zarokan de hêsir dibare, ev jî hemû encamên kiryarên dijmin e, ev jî bandoreke neyinî li ser zarokan dide meşandin. Lê wek min anî ziman em ê bi pêşengehê wiha bersivê bidin dijminê hov, di hundir pêşengehê de herî zêde rengê jin heye."