Pêşenga lorikbêjiya Îranê Pervîn Behmenî koça dawî kir

Pervîn Behmenî yek ji Tirkên Îranê ye ku bi mamoste, hunermend û lorikên xwe dihat nasîn, ji ber pirsgirêkên tendirustiyê yên salên dirêj jiyayî û temenê xwe ya mezin koça dawî kir. Heskiriyên Pervîn Behmenî şîna wê li Iranê digrin.

Navenda Nûçeyan- Pervîn Behmenî yek ji Tirkên Îranê ku wek hunermend, mamosta û çêkera lorîkê dihat nasîn, di 72 saliya xwe de koça dawî kir. Hat diyar kirin ku Pervîn Behmenî di encama giranbûna pirsgirêkên dil û pişikê de koça dawî kiriye. Bêy ku bejê çi Fars, çi Tirk û çi kurd, dengê xwe ji hemû Îranê rê daye hîskirin û bi lorîkên xwe bûbû reşikê çavê zarokan. 
Pervîn Behmenî kiyê?
Pervîn Behmenî piştî perwerdeya orjînal a mûzîkê ji mamosteyên wek Mihemed Husên Kîanî, Hebîb Xan Gorgîn, Gulamreza Xan Behmanî û Mihemed Xorşîd digre, li Tehranê bi cih dibe û demekê li Tehranê li gel Hengame Axavan kar dike, piştre 2 salan li Îtalyayê dimîne û di vegere welatê xwe.
Pervîn Behmenî ku 2 zarok hene û bi “Lalaya Kaşkayiyan” tê naskirin. Li wilayeta Fars û paytexta wê Şîrazê, ku piranî şêniyên Şahsevanî lê hebûn (Şahseven jî ji Tirkên Kaşkayî bûn) mamostetî kir û li vêderê  jiyan kir. Heya dema di mamostatiyê de teqawî bû, stranên gelêrî, helbest û lorikên Kaşkayiyan di deftera xwe de, yek bi yek têbinî girt û wan pêşkêş dikir.
Ji ber xebatên xwe ji aliyê civaka hunerê ve hat xelatkirin
Pervîn Behmenî ku navê xwe wek bîra muzîkê ya Kaşkayiyan dide naskirin nav kir, ji aliyê Alî Hocayê Kafkasyalî ve Pêncemîn Cejna Evîndarên Cîhanê yên Tirkan ‘Bi Navê Xanima Pervîn Behmenî’ hat lidarxistin. Li Tehranê, ji hêla hevalên wê yên hunermend ve ji bo heskirinên xwe yên li hemberê xebata wê nîşan bidin li Salona Rudeki çalakiyek bîranînê li darxistin.
Werger: JINHA