Pêşandana şer a kevneşopî ya Mexrîbê 'teburîda' niha di destê jinan de ye

Pêşandana şer a dîrokî ya Mexrîbê 'Teburida', heta roja îro wekî werzîşa siwarbûnê maye. Merve El-Meaytî bi tevlîbûna tîma teburîda armanc dike ku qalibên civakî bişkîne û mîrata çandî bi îro re bîne cem hev.

HANAN HARET

Mexrîb – Teburida ku werzîşek kevneşopî ya siwarî ya Mexrîbê ye, pêşandanek şer a Mexrîbê ye ku kokênwî digihije çîrokên şer û qehremaniyê yên seranserê dîrokê. Ev werzîş ji pêşandana siwariyê wêdetir, mîrateyek çandî û dîrokî jî temsîl dike.

Merve Al-Meaytî ya ji Mexrîbê bi beşdarbûna di cîhana tebûrîda jinan de armanc dike ku kalibên zayendî yên civakî biguherîne. Merve dema 12 salî bû bi temaşekirina pêşandana teburîda koma mêran a ji aliyê hevjînê xaltîka wê ve hatiye avakirin eleqeya wê ji vê hûnerê re çêbû. Dema bû 18 salî beşdarî komek jinan bû. Di komê de cilên pembe û sipî li xwe dikin, çekên ku jê re tê gotin ‘mihakil’ hildigirin. Mihakil yek ji amûrên girîn a teburîdayê ye û di vê pêşandanê de li gel aliyê hûnerî mîrateya şerekî dîrokî tê pêşandan.

Tevî şîroveyên neyînî jî dev ji werzîşê berneda

Merve El-Meaytî diyar dike ku di destpêka vê rêwîtiyê de ji aliyê hinek mêran ve rastî têbîniyên neyînî hatiye lê bi vê yekê gav paş de neavêtiye. Merve El-Meaytî dibêje ku malbata wî di destpêkê de li dijî vê werzîşê bû, lê bi demê re ew wan qanih kiriye û piştgirî ji wan wergirtiye. Merve El-Meaytî tekez dike ku girseyek heye ku piştgiriyê dide hebûna jinan di xwepêşandanên tebûrîda de û dibêje, "Her çend hin mêr vê rewşê qebûl dikin, hinên din hîn jî nêrîna xwe ya kevneşopî diparêzin."

Pêşandan û rêûresmên Teburîda

Nîşandana Tebûrîda bi hin rîtuelan dest pê dike. Berî ku bikevin qada pêşandanê, wek ekîb dua dikin û silavê didin hev. Merve balê dikişîne ser girîngiya teqandina hevdemî ji tivingan û lihevhatina di dema xwepêşandanê de, ji ber ku "Teburida" ji peyva erebî "barut" tê. Kom 15 guleyan rast û hevdem davêje ku ji temaşevanan re mîna teqînek yekane deng dide.

'Li hemberî zehmetiyan serî netewînin'

Ji bo pêşerojê xewnên mezin a Merve El-Meaytî heye. Ew hêvî dike ku beşdarî pêşbirkên mezin ên tebûrîda bibe û bi wergirtina xelatên cihêreng bêtir naskirî bi dest bixe. Dibêje ku ew dixwaze hemû jinan teşwîq bike û wiha got: "Xeyalên xwe bişopînin, li hemberî zehmetiyan dev jê bernedin. Tevî metirsiyên di siwariya hespan de jî bedewiya vê werzîşê kifş bikin. Astengiya temen, zayend û civakî tune ye, ji bo bidestxistina serkeftinê."

Merve El-Meaytî bi rêya Teburida ne tenê dixwaze xewna xwe pêk bîne, lê di heman demê de îlhamê dide gelek jinan. Wêrekiya wê li dijî rolên zayendî yên kevneşopî helwestek digire, hêvî û motîvasyonê di nifşên ciwan de çêdike