Perwîn Mame: Ji tarîtiya girtîgehê ber bi ronahiya wêjeyê ve
Helbestvana Kurd Perwîn Mame, li dijî nexwendin û nebûna perwerdeyê, ji ber girtîbû nesekinî bi xebatên xwe yên wêjeyî êşa gelê xwe û hêza jinên Kurd belge dike.
ŞILÊR KOYE
Koye – Helbestvana Kurd Perwîn Mame (Perwîn Hesen) mînakek berxwedan û biryardariyê ye. Tevî ku ji ber girtina malbata wê ji aliyê rejîma Baasê ve di sala 1976’an de ji perwerdeya fermî bêpar ma jî wê li dijî nexwendinê serî hilda û bi hewldanên xwe xwendin û nivîsandinê fêr bû. Ezmûnên wê yên bi êş, girtin, koçberî û trajediyên kampanyaya Enfalê, wêjeyê ji bo wê veguherand platformeke ku êşa gelê wê û hêza jinên Kurd belge dike û encama vê yekê derketina du pirtûkên helbestan ên bi navê “Fêkiyên Yekem ên Hêviyê” û “Baxek Gul” bû.
‘Di demeke ku pêwîst bû ez li dibistanê bûma hatim girtin’
Di şeveke helbestan de ku ji aliyê Navenda Wêje û Çandê ya Koyeyê ve roja Çarşemê ji bo pîrozkirina berhemên wê hat lidarxistin de, Parwîn Mame bang li jinan kir ku bi bawer û xweser bin. Di heman demê de rexne li rastiya siyasî ya heyî kir ku dibe sedema paşguhkirina mafên gelan û bêwatebûna bedelên wan.
Nivîskar Perwîn Mame behsa rêwîtiya xwe ya edebî û êşên ku malbata wê kişandine dike ku demek dirêj e dest bi nivîsandinê kiriye lê di dema kampanyaya Enfalê de hinek berhemên wê yên edebî winda bûne. Tevî vê yekê, wê heta niha du pirtûk çap kirine û li ser daxwaza hevalên xwe, ji bo îmzekirin û belavkirina berhemên xwe çûye bajarê Koye.
Der barê zarokatiya xwe ya dijwar de, diyar dike ku di sala 1976’an de di şeş saliya xwe de, tam di wê demê de ku divê ew ligel hemû endamên malbata xwe dest bi dibistanê bikira, hatiye girtin, bi vî awayî ew ji derfeta perwerdeyê bêpar maye. Ew rave dike ku sedema girtinê ku ji salekê zêdetir domiyaye, çalakiyên siyasî yên bav û birayê wê bûn û rejîma Baasê di wê demê de bi girtina tevahiya malbatên dijberên xwe siyasetek cezakirina kolektîf dimeşand.
‘Hişê min bi xwendinê ve girêdayî bû’
Diyar dike ku bêyî perwerdeya fermî, dest bi nivîsandinê kiriye û wiha behsa rêwîtiya xwe ya wêjeyî kir: “Hestên min ên bêdawî ji bo fêrbûnê motîvasyona min a herî mezin bû. Nivîsandin ji bo min evînek e ku ji hemû tiştên din wêdetir e. Bila mirov xwedî hişmendî û zanîn be. Ne girîng e ku berîkên mirov vala bin lê dem hiş û feraset tunebe nabe. Hişê min bi xwendinê ve girêdayî bûevîna min a fêrbûnê, bi hewldana kesane, min ber bi nivîsandinê ve bir. Îro, du berhevokên helbestên min hatine weşandin û yên sêyemîn û çaremîn di rê de ne, li ber çapkirinê ne. Nivîsandin çemeke herikbar e ku qet zuha nabe. Berhem û destnivîsên min di navbera helbesta azad, pîvan û helbesta klasîk de ne; ew di warên welat, bedewiya xwezayê û hestên dil de radibin.”
‘Min ji bo Rojava şehîd û şervanên wê helbest nivîsandin’
Perwîn Mame diyar kir ku jinên Kurd bi hêz û wêrekiyeke bêhempa derdikevin pêş û got: “Ew nivîskar û şervan in û bedelên mezin dane. Min hinek helbestên xwe ji bo Rojava, şehîdên wê û şervanên wê yên jin terxan kirine. Ne mimkûn e ku wêrekiya wan bi gotinan were vegotin.”
Di dawiyê de, nivîskar Perwîn Mame bang li jinan kir ku baweriya xwe bi xwe bînin û hêviya xwe ya ji bo serxwebûna gelê Kurd anî ziman. Her wiha kêmasiyên siyasî yên ku bedel û têkoşîna gelê Kurd bê feyde hiştine rexne kir û trajediyên kampanyaya Enfalê, bombebaranên kîmyewî û wêrankirina gundan bi bîr xist.