Newaya Jinê bi mijarên têkoşîna jinê ji Kurdistan heya Afganistanê derket
Hijmara îlonê ya rojnameya Newaya Jinê bi mijarên têkoşîna jinan a li hemberî mêtîngeriya dewleta Tirk heta ya jinên Afganistanê li hemberî Talîbanan derket.

Navenda Nûçeyan - Hijmara rojnameya Newaya Jinê ya 198'an bi mijarên sereke yên weke mêtingeriya Tirk, encamên desthilatdarbûna Talîban a li Efganîstê, yekîtiya neteweya demokratîk, Konferansa 2'yan a Rojhilata Navûn û Bakurê Efrîkayê derketin pêş xwendekaran.