Nêrgiz Ismayîl: Berhema min nû "Gustîlka pencereyê" çîrokên wêjeya şoreşê vedibêje
Nivîskar û Helbestvan Nêrgiz Ismayîl xwedî berhemên bi nirx e di qada nivîskariyê de her wiha herî dawî jî pirtûkek nû bi navê “Gustîlka pencereyê” li ser çîrokên wêjeya şoreşê çap kiriye û di demek nêz de dê belav bike. Nêrgiz dibêje: "Min rastiyên xwe di pênûsê de didît wê bersiva hemû nakokiyên di serê min de dida. Dema ez çîrokê dinivîsînim hestek wisa ji dil dijîm, ji bo wê di nivîsandina çîrokê de ez li zindîbûnê, li jiyan, hêvî û li rastiyê digerim."
ROJ HOZAN
Qamişlo- Nivîskar û helbestvan Nêrgiz Ismayîl bi çîrokên rasteqîn ên asoyên fireh didin pêşiya wê dinivîsîne ji bo wê her bi hezkirina mezin û ji devokiya wê mirov çîrokên pirtûka wê dinivîsîne. Nêrgiz xwedî berhemên dewlemend e di qada nivîskariya jinan de û pirtûkên wê yên nivîsandina çîrokan de her weke hafizeyeke dîrokî zindî dimînin. Niha pirtûkek nû bi navê “Gustîlka pencereyê” li ser çîrokên wêjeya şoreşê çap kiriye, ev pirtûk ji 16 çîrokan pêk tê. Pêwîstî heye ku hemû nivîskarên jin wêjeya şoreşê biparêzin ji ber ku hemû kêliyên jiyana jinan hêja ne ku bibin nivîs, çîrok û helbest. Têkildarî mijarê Nivîskar û Helbestvan Nêrgiz Ismayîl xwest behsa berhema xwe ya nû bi navê “Gustîlka pencereyê” bi ajansa me re bike.
Nivîskar û Helbestvana hêja Nêrgiz Ismayîl, di nav gelek salan de hûn bûne xwedî gelek berhem, te berê pênûsa xwe daye qada helbestê, pexşan, çîrok û romanê, di vê ezmûnê de tu çawa dikarî rêwîtiya xwe bidî naskirin? Gelo demên zarokatiya de destpêk bû, bandora malbatê, ango piştî hin bûyerên ku tu di nav de jiyayî de dest bi nivîsên xwe kir?
Bi rastî ji ber xwe ve yan jî wisa bê şert û merc, an bêyî ku serpêhatî bi serê mirovan de biqewimin wisa ji xweşiyê nivîs çênabin. Ez jî weke keçeke Kurd li Kurdistanê dijîm, ji malbatek welatparêz bûm. Piştî ku sînor di welatê me de hatin danîn navên din li welatê me hatin kirin mîna serxet û binxet an berçeyê filan welatî, vê yekê pir pirs di serê min de dan çêkirin.
Wisa pir bi şans bûm ku di wê zaroktiyê de min li bajarê Qamişlo jiyana xwe derbas kir, di temenekî biçûk de derbasî nava nakokiyên derveyî xewn û xeyalên xwe dibûm. Mînak dema sibehê zû tu radibî wisa çavên te bi leşkeran, li sînoran û li qedexebûnan dikeve pir nakokî di serê mirov de çêdibin. Her wiha di hundirê malbatê de ewqas germbûnek civakî hebû bêguman malbat jî koka xwe ji warê Omeriyan digre ku bi eslê xwe ji bajarê Mêrdînê ne û bi taybetmendiya mirovên vî bajarî yên civakî mezin bûne. Li aliyê din zaravayê kurmancî yê ku dapîr û bapîrên min pê diaxivîn bandorê pir li ser hestên min çêdikir. Li kêleka bandora civakî bandora nakokiyê hebû, ez dixwazim wisa mînak bidim ku di demên dereng ên şevê de dema dengê guleyan ji aliyê sînor ve li dîwarê mala mirov bikeve gelo wê xewnên çawa bibîne û lêgerînên çawa bi min re çêbibin û cîhaneke çawa aram wê bi min re ava bibe û rihekî aştiyane çawa wê bi min re bê xuliqandin? Ev hemû hestên zaroktî ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de têl hebû nakokiyên pir kûr bi min didan jiyîn. Her şev bapîrê min stranên dengbêjiyê ji dapîra min re digotin her çiqas dapîra min wisa ne bi xeml û xêz jî bû lê di wan stranên bapîrê min de ku wisa pesnê wê dida weke jineke herî bedew wê pênase dikir, vê yekê bandora gelek hestên şêrînwarî li min kir. Min xweşahiya xwe di van civatan de didît. Di heman demê de bandora dapîra min hebû her şev gazî me dikir dixwest em guliyên wê bihûnin û wisa ji me re çîrok digotin. Dapîra min behsa zeviyên xwe yên li Omeriyan dikir behsa weşiyên tirî, behsa mirîşkên xwe û malbata xwe dikir ev hemû ji bo min hafize bûn ku ez dest bi nivîsê bikim. Di dibistanê de jî min zehmetî ji ber zimanê Erebî kişand vê yekê bandor li min kir û min pirsa; ‘zimanê min Kurdî ye çima ez bi Erebî dixwînim?’ bi min re çêkir. Bi rastî min xwe di pênûsê de didît ew nakokiyên ku bersiva pirsên min nedidîtin bi pênûsê min ji xwe re dinivîsand. Ez nabêjim pir zana û hoste bûm lê dema min gelek derî girtî didîtin min deriyê pênûsê vekirî didît.
Di vê dema dawî de te giranî daye ser nivîsandina çîrokan? Çîrok ji te re tê çi wateyê? Dema tu çîrokekê dinivîsînî hestekî çawa dijî? Çîrok ji bo te tê çi wateyê?
Bi rastî dema ez çîrokê dinivîsînim, hesteke ji dil dijîm. Ew bûyera li wî cihî qewimiye, ew serpêhatiya ku bi wê/î kesê re derbas bûye ez dixwazim her binivîsînim da ku her zindî bimîne. Wisa ez her çîrokê bi hestên xwe didim jiyîn ji bo wê di nivîsandina çîrokê de ez li zindîbûnê, li jiyan, hêvî û li rastiyê digerim. Pirtûka min a “Rûpelên jînê” projeyek min a demdirêj e weke du miceledan min çap kir û bi devokiya dayikan ku ez tê de diparêzim û xwedî li wê devokiyê derketime, dinivîsînim. Di berhema min a nû de jî min xwest çîrokên şoreşê yên rasteqînî şoreşa me dijî, zindî bikim.
Gelo dema ku çîrok ne rasteqînî dibe çîrok? An jî nivîsakar nikare binivîsîne? Xuya dike te her dem berê xwe daye çîrokên rasteqînî? Gelo tu kêfxweş dibî?
Bi rastî ez nikarim ji bo tu nivîskar an jî çîroknivîsê yên wisa ji fantastîk û xeyalên xwe pir gotinan li hev tînin û çîroka xeyal tîne li ser ziman bêjim. Ji bo wê wêjeyê ez rêzdar im ji ber ku bêguman qada wêjeyê pir berfireh e, xwedî hest e, ziman û nivîsa wê dewlemend e. Ez nikarim bêjim ev ne rast e ji ber tenê ji bo xwe ez dikarim bibêjim. Ez çêja nivîsê tenê dema ku ew çîrokên rasteqînî bi çavên xwe dibînim dijîm û dikevim kûrahiya wê. Serpêhatî bi min xweştir tê ku ez bikaribim wisa bi hest û zaraveyek nazik binivîsînim. Ez dibêjim dema ku kesek li ser mirovan dinivîsîne ger jê hez neke wê çawa binivîsîne. Kesek li ser welat binivîsîne dema di wê hizra wê/î de Kurdistan ne yek be û ev welat ne bedew be wê çawa bikare binivîse? Ger hezkirin nebe wê çawa binivîse? Nizanim ev li gel min her nakok e mirov di nivîsê de nikare ne rast binivîse û wisa li gorî xwe gotinên ne bi xemil çêbike li gorî min ev dûrî kesayetê ye. Ez pir dilxweş û kêfxweş dibim dema ku çêja her tiştî bikaribim di hundirê xwe de bihewînim û di heman demê de bikim peyv wisa bi min xweştir tê. Çîrokên rasteqîn min dilxweş dikin û di heman demê de ew kesên li ser wan dinivîsînim û bi wan re dipeyîvim hestên wan digihîjin min û hemû xeyal, hêvî û mêzekirinên wan dijîm. Çîrokên rasteqîn asyonên berfireh didin pêşiya min û hezkirina min mezintir dikin.
Berhema te ya herî dawiyê ku em li ser navê ajansa xwe pîroz dikin berhema bi navê “Gustîlka pencereyê” çîrokên wêjeya şoreşê tê de hene? Te kengî dest bi nivîsandina van çîrokan kir û çima çîrokên şoreşê?
Li tevahî Kurdistanê kêlî bi kêlî şoreş û berxwedanî tê jiyîn, di heman demê de Kurd li ku dera welatên cîhanê bin zorî û zehmetiyan dijîn. Pirtûka min a nû “Gustîlka pencereyê” ev nêzî salek e ez pê re mijûl bûm, ji 16 çîrokan pêk tê, min behsa serpêhatiyên gelê Efrînê kiriye. Ez bi van kesan re rûniştime min gengeşî kiriye, danûstandin kiriye û ji wan bi bandor bûme. Her wiha serpêhatiyên gelê Serêkaniyê min nivîsandine hin ji van çîrokan xemgîn bûn. Di heman demê de min hinek serpêhatî û pêkenokên wan şervanên YPG’ê girtin dest. Her çîrokek min jê re wêneyek xêz kiriye min xwest di vî alî de staylekî nû bi rengê tabloyê bidim her çîrokê. Ev pirtûka “Gustîlka pencereyê” min diyarî hemû dayikên cangoriyên azadiyê kiriye yên bi rastî ji dilê xwe ji bo zarok û qehremanên xwe bi serfirazî û şehnazî lîlandin. Berhema min bi zimanê Kurdî ye min hez kir bi zimanê dayikê be, di heman demê de ji bo ev çîrok neyên jibîrkirin. Ez dixwazim weke çîrokên şoreşê di bîra dîrokê de bimînin. Pêwîst bû em wêjeya şoreşê biparêzin. Ez ne li dijî çîrokên din ên civakî, hunerî, dîrokî û folklorî me bêguman em hemû şêwazên çîrokan ên reng e reng dinivîsînin lê di heman demê de li welatê me li girtîgehan û li deşt û çiyayan berxwedan heye û pêwîstî heye em van serpêhatiyên şoreşê binivîsînin. Ez dixwazim balê bikşînim ser xaleke girîng dema dayikek dibêje ‘heya dîwarê hewşa min digiriya li ber çavên min û ew zeytûnên dara min li pişt man û giriyan.’ Ev peyvên wisa min tu tiştek wêjeyî ji bo wan negotiye lewre jixwe wateya wan peyvan bi xwezaya xwe bi xwe wêje ye. Gelo em çima van hestên wêjeyî di nava civaka xwe de nekin çîrok? Ev yek jî nakokiyek e û niha di qada wêjeyê de tê nîqaşkirin. Mirov nikare nivîskarên hinek çîrokan be, dibe ku hin kes di hin babetan de pir zana û hosta bin lê îro ewqas bûyer li welatê em diqewimin divê em binivîsînin bi zimanê dayikê. Ev berhema nû min hez kir bi sala nû re pîroz bikim û van çîrokan zindî bihêlim da ku neyên jibîrkirin.
Di vê berhema te ya nuh de tu dixwazî peyameke çawa bidî jinan, bidî nivîskarên jin, bidî rastiya ku tu dibînî?
Di naveroka van çîrokan de ez dixwazim vê peyamê bidim, her sibeh em ji xew radibin çîrokek dijîn. Em herin kîjan herêmê bi sedan dîmen û tablo li ber çavên me tên jiyîn, şer çi aniye serê mirovan û heya berî vê kêliyê bi çend rojan di qada ragihandinê de dîmenê firokên keşfe yên dewleta tirk li Kobanê ku nîşan didin çi tînin serê zarokên me hatin weşandin. Zarokekî 6 salî çawa wê bi lingekî bimîne ev trajediyeke pir mezin e ku hê di nav ewqas zehmetiyan û qirêjiya şer de malbatên me û civaka me li ber xwe didin. Li ber çavên me ewqas berxwedan, qehremanî çêdibin çima em nenivîsînin? ji ber wê ez dixwazim di pirtûka xwe de vê peyamê bidim; divê ku em li siya xwe binêrin pirtûkek derdikeve û bi hezaran çîrok dipejirin. Dijminan dest avêtin xewnên me, bîranînên me dizîn, zimanê me yê dayikê heta vê kêliyê dixwazin tune bikin û me di qirkirineke çandî re derbas bikin. Qirkirinek wêjeyî li ser me didin meşandin ji bo wê di qada çîrokê de pêwîst e em xwedî li zimanê xwe û rastiya xwe ya berxwedêr derkevin û bihêlin di qada nivîsê de bibe malê şoreşê.
Qada nivîskariyê ji bo jinan çawa şîrove dikî gelo hêviyê dide mirov an na? Asta ku jinên nivîskar xwe gihandinê tu çawa dinirîxînî?
Di qada wêje û nivîskariyê de helbest, roman û çîrok gav bi gav tên pêşxistin. Ez dixwazim vê xalê bînim ziman ku em li Kurdistanê, li Mezopotamya û li Rojhilata Navîn dijîn, em ne li tu welatên biyanî dijîn. Rast e dibe di warê hişmendî de heman pergal li ser civaka me hatibe ferzkirin lê belê xweseriya her welatekî heye û em jî li gorî welatê xwe dinivîsînin. Em nikarin bi pênûsekê welatekî biyanî bînin ziman, di vê qadê de jin heya astekê hatine, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ku gelek navendên me hene bi Kurdî dinivîsînin. Jin ji rewşa xwe heydar in û dixwazin di vê qada nivîskariyê de bi pêş bikevin. Gaveke pir rêzdar hatiye avêtin û nifşek ji jinên ciwan ku hê di ciwaniya temenê xwe de dikarin çend berheman derbixin hene. Bêguman şoreşê ev berhem xist nav destên me. Divê jin bikaribin hemû êşên xwe gav bi gav bikin pirtûk û malê dîrokê. Hemû kêliyên jiyana jinan hêja ne bibin nivîs, çîrok û helbest ji bo wê di nêrîna min de di qada wêje û nivîsandinê de pêwîst e jin bi xwe xwedî li xwe derkevin. Bila jinên Kurd ji koka xwe ve li ser xwe binivîsînin. Jinên biyanî tên çîrokên me ji xwe re dibin derve lê em di nav de ne û pêwîst e em jî binivîsînin. Berpirsyariya herî mezin li ser milên jinên Kurd ên nivîskar e divê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve. Em di zanîn û kûrahiya dîrokî de ne û dizanin çawa xwedî li xwe derkevin. Çîrokên şoreşê û azadiyê bi rehetî nayên nivîsandin heya nivîskar sorafka zehmetiyan venexwe, ji ber kul, jiyan, xewn û êşên me pijiyane û têra xwe me bûyer dîtine. Em gihîştine wê astê van hemû derd û êşên xwe, xweşî û aramiya em lê digerin der barê peyv, hevok, çîrok û helbest û romanê de bikin wê demê jinên Kurd wê bikaribin weke xwe azad bijîn û pênûsa me jî wê azad be.