‘Nameyek ji xwişka min re’ di festîvala ‘Plural+’ de bu duyemîn

Kurtefîlma bi navê "Namek ji xwişka min re" ku ji aliyê xwişk û birayekî Efganî ve hatiye çêkirin, di Festîvala Fîlmên Ciwanan a Navneteweyî de pileya duyemîn bi dest xist.

Navenda Nûçeyan - Kurtefîlma "Namek ji xwişka min re" di Festîvala Navneteweyî ya Kurtefîlman a Ciwanan de ku bi navê "Plural+" tê naskirin di temenên 12 heta 17 salî de pileya duyemîn bi dest xist.

Ev fîlm ji aliyê xuşk û birayên Efganî yên bi navê Hêlîn û Îrfan Ehmedî ve li Heratê hatiye çêkirin. Film behsa cudakariya zayendî li Efganistanê dike û çîrokek e li ser keçan ji mafê xwendinê bêparkirin û dilgiraniya birayekî ji ber muameleya li hemberî xwişka wî te kirin digre nav xwe.

Kurtefîlm balê dikşîne ser qedexeya xwendina jinan

Hêlîn û Îrfan diyar kirin ku armanca çêkirina vê fîlmê nîşandana bandorên qedexekirina perwerdeyê li ser jiyana jin û keçên Efganî ye.

Malpera Festîvala Kurtefîlman a Ciwanan daxuyaniyek weşand û tê de teqez kir ku ev kurtefîlm encamên cudakariya zayendî ya li ser jin û malbatan, koçberiya bi darê zorê ya malbatên Efganî, bêdengiya mêran li pêşberî biryarên der barê bêparkirina keçan de nîşan dide.

Hêlîn Ehmedî piştî qedandina pola şeşan ji xwendinê bêpar ma û birayê wê Îrfan Ehmedî hêvî dike ku bi serketina vê kurte filmê xwîşka wî bigihêje xwendinê.

Festîvala kurtefîlman "Plural+" ji sala 2009’an vir ve, ji aliyê ofîsa "Yekîtiya Netewên Yekbûyî ya Şaristanan, UNAOC" û Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê ligel toreke zêdetir ji 50 rêxistinan li seranserê cîhanê, ji bo ciwanan tê lidarxistin. Festîval hewl dide ku ciwan dîtinên xwe yên afirîner bi cîhanê re parve bikin.