“Min xwest xwendevan di navbera rastiyê û bûyerên romanê de rêwîtiyê bikin”

"Zelda" Romaneke ku li ser rastiya civaka Cezayîrê avjeniyê dike. Meryem Qimaş li ser romana xwe "Zelda "diyar dike ku bûyerên romanê li Cezayîr û Seqliyeyê pêk hatine, çîroka rojnamevaneke teleqdayî ya 40 salî ku bi kurê xwe yê 11 salî re li nêzî mala hevserê xwe yê berê dijî vedibêje.

NECWA RAHÎM
Cezayîr - Dema ku tu rêzikên "Zelda" bi tirs û xof dixwînî û vegotina ku bi xwe re şer dike dişopînî,  bi nivîskar re tu avjeniyê ji Cezayîrê heya Seqliyeyê dikî. Bûyerên romanê te dikşînin gel xwe wekî ku tu kesayetek ji kesayetên kar î. Bi birîneke kûr dihesî ku xwe berdide nava ruhê te dema ku tu ji nêrîna civakê ya li jinên teleqdayî dest pê dikî.
Nivîskar Meryem Qimaqş ji ajansa me re li ser vê mijarê axivî û got; “Armanca "Zelda" ew e ku rastiya jinên teleqdayî yên di civaka Cezayîrê de were zanîn her wiha tengbûna pêwendiyên hestiyarî ya ji jinên teleqdayî re were destnîşankirin.”
Bûyerên romanê li Cezayîr û Seqliyeyê pêk hatine
Der barê nivîsandina wê ya li ser mijarên civakî jî wiha dibêje; "Ji zaroktiya xwe de ez dinivîsînim û dixwînim. Bavê min her tim ji min dixwest ku ez pirtûk û çîrokan bixwînim û bi rêbazên xwe yên taybet edîtoriya wan bikim. Hewldanên min ên nivîsandinê di temenê bîst salî de dest pê kirin lê karê min ê ragihandinê li tecrubeya min zêde kir. Min texmîn dikir ku nivîsandin ji zarokan re mijareke hêsan e lê bi domana demê re ji ber hilbijartina peyvan min dît ku zehmet e, piştre ez veguherîm, ji bo ku jînenîgariya xeyalî bi sernavê, "Rojekê dê tu fam bikî" ku li ser jiyana Fatma Bin Mensûr û keça EL-Metro bû, nivîsand.”
Lehenga romanê rojnamevaneke gelek jêhatî ye
Meryem Qimaş li ser romana xwe "Zelda "diyar dike ku bûyerên romanê li Cezayîr û Seqliyeyê de pêk hatine, çîroka rojnamevaneke teleqdayî ku temenê wê 40 salî ye û bi kurê xwe yê 11 salî re li nêzî mala hevserê xwe yê berê dijî vedibêje.
Lehenga romanê rojnamevaneke ku di karê xwe de gelekî jêhatî ye, bi armanca karê xwe ew gelekî rêwîtiyê dike û ji jiyan û azadiyê hez dike. Di rêwîtiya xwe ya herî dawî ya li Îtalyayê de, dibe evîndara zilamekî Îtalî ku nave wî Balêrmo ye û her du ji hev hez dikin.
"Zelda" di jiyana rojane ya jinên teleqdayî di civaka Cezayîrê de avjeniyê dike û gelek lêpirsînên cidî der barê nêrîna civakê, ya ji jinên teleqdayî re derdixe hole. Ev yek jî bi riya zextên ku leheng di romanê de jiyaye aşkera dibe. Wekî zewaca li ser înternetê.  
Meryem Qimaş da zanîn ku nivîsandin ji bo gotûbêjên li ser mijarên ku em niha dijîn derfetek e divê ku di civaka Cezayîrê de mijarên bi vî rengî ronî bibin.
“Min di vê romanê de min gelek mijar anîn ziman wekî xiyanet, destdirêjî, hevaltiya ne rast û hwd.”
Ji bo hilbijartina navê "Zelda" jî wiha dibêje; “Li ser navê lehenga çîrokê, min  gelekî lêkolîn kir, piştî ramaneke kûr û bi riya xwendina min a zimanê Înglîzî û bandora min, bi bêdengiya Vîtzcirlad ku bi nivîskar Zelda re zewicîbû, min biryar da ku navê" Zelda" guncaw e ji ber ku dişibe kesayeta sereke ya di romanê de.”
Meryem Qimaş her wiha anî ziman ku di rêbaza nivîsandinê de şêwe gelek girîng e û wiha got; “Min her xwest bihêlim xwendevan di navbera tişta ku di rastiyê de çêdibe û bûyerên romanê de rêwîtî û avjeniyê bike. Min hewl da girêdanekê di navbera pêkenokî û cidiyetê de çêbikim da ku raman û peyaman veguherînim.”  
Meryem Qimaş di dawiya axaftina xwe de dibêje; "Bi riya romana xwe, ez tu waneyan nadim lê ez banga ramana bi van lêpirsînên ku min di romanê de pêşkêş kirine dikim.”