'Min şêwaza strangotinê ji xwişka xwe girtiye'

Hunermend Caziya Kinco ku ji zaroktatiyê ve stranan dibêje û li kêleka hunera xwe ji sala 2015'an ve mamostehiyê jî dike. Caziya ku zarokên xwe fêrî huner û wêjeya Kurdî dike, hêvî dike hemû ciwanên Rojava jî hunera xwe biparêzin.

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Jinên Kurd bi hezarê salan bi riya stranên xwe, hunera Kurdî heya roja îro anîne. Gelek jinên mîna Şehrîbana Kurdî, Gulistan, Eslîka Qadir û Eyşe Şan bi deng û hunera xwe bandor li hemû jinên cîhanê kirine. Roja îro jî bi hezaran jinên ku di bin bandora dengê wan de mane riya wan dişopînin. Ji wan jî hunermend Caziya ku ji zarokatiyê ve pir ji dengê Şehrîbana Kurdî hez dikir û guhdarî dikir. Bi wê hezkirinê Caziya hunera Kurdî dinase û dest bi rêwîtiya hunermendiyê dike.   
Caziya Mihemed Kinco ya 38 salî di nava malbatek hunermend de hatiye dinê. Dibêje ku wê dengxweşiya xwe ji bav, bira û xwişka xwe girtiye. Caziya dayika 2 keç û 3 kuran e, zarokên xwe bi hunera Kurdî mezin kiriye. Keça wê Barîn mamosteya govendê ye û kurê wê Mihemed jî lîstikvanê şanoyê ye. Li gel hunerê, Caziya ji sala 2015'an ve mamosteya zimanê Kurdî ye jî.
'Di zarokatiyê de xeyala min ew bû ku bibim hunermend'
Mezinbûna di nava malbatek hunermend de şansek e. Caziya Kinco ku dengxweşiya xwe ji bav, bira û xwişka xwe girtiye wiha dibêje: "Di zarokatiya xwe de min pir ji hunerê hez dikir, yanî xeyala min bû ku ez bibim hunermend. Min hez dikir ku bistrêm û hestên hundirê xwe bînim ziman. Gelek malbat ev yek şerm didîtin, min jî berxwedanî kir ku ez îro gihîştim vê astê. Bi rastî ji bo pêkanîna xeyalên zaroktiyê divê yek xwe biêşîne û têbikoşe, heya bigihîje xwesteka xwe. Her dema ku min karek dikir an ez lîstikekê dilîstim an jî min di ber re stran digotin. Gelekan jî dengê min diecibandin, ev jî bû sedem ku bêtir xwe bi pêş bixim. Her wiha min dengxweşiya xwe ji bavê xwe girtiye, gelek dengê wî xweş bû û her gav ji me re stran digot. Jixwe ji hêla gotina stranan ve malbatê gelek bandor li min kiriye, birayê min û xwişka min jî hunermend bûn. Ji biçûkanî ve min guhdarî Şehrîbana Kurdî û Gulistanê dikir."
'Bi hêvî me gavên mezintir bavêjim'
Di sala 2005'an de Caziya di nava koma Tolhildan a Hesekê de cih digire û heya roja îro di gelek konser, şahî û cejnan de stran gotiye. Caziya wiha dibêje: "Ji dema tevlibûna min ve heya niha min di gelek şahiyan de, konser û pîrozbahiyan de stran gotine. Her wiha bi hunermendên ku li Ewropayê dimînin re min klîp çêkiriye. Di nava komê de herî zêde stranên şoreşgerî dibêjin. Jixwe stranek min heye berî 8 salan lê hîn nehatiye qeydkirin. Helbest a bavê Metîn e û min awaz dayê. Ez hêvî dikim ku di demên pêş de gavên mezintir bavêjin û em tiştên xweştir derxînin."
Bi vekirina peymangehên zimanê Kurdî Caziya Kinco ji bo ku fêrî zimanê xwe bibe, berê xwe dide peymangehê û ji sala 2015'an ve mamostehiyê dike: "Dema peymangehên me vebûn, bi rastî me nizanibû ku em ê bibin mamoste. Yanî bi wê hezkirina ku zimanê me ye û em ê fêrî zimanê xwe bibin, ez çûm. Li gel mamostehiyê karê xwe yê hunerî jî berdewam dikim, rast e gelekî zehmet tê lê ez hewl didim di her du aliyan de jî kêmaniyê nekim."
'Divê ciwan xwedî li hunera xwe derkevin'
Caziya Kinco zarokên xwe li ser hezkirina huner û wêjeya Kurdî mezin dike: "Min derfet daye zarokên xwe ku ji hunera xwe hez bikin û li hunera xwe xwedî derkevin. Bi hêvî me ciwanên me li hunera xwe, xwedî derkevin û derfetên heyî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Divê ciwan hunera xwe biparêzin, ji ber ku heger huner tunebe em jî tune ne. Civak bi hunera xwe tê nasîn. Tişta sereke jî divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe. Huner karekî pir xweş e. Niha keça min mamosteya govendê ye, kurê min jî di komîna sînemayê de cihê xwe digre û keça min a biçûk ez her gav wê perwerde dikim. Ji ber ku heger malbat bi zarokên xwe re nebn alîkar, zarok jî wê nikaribin hunera xwe derxin holê."
Caziya got ku ji ber nebûyîna derfetan ji hêla malbatê ve gelek jin tevî ku dengxweş in jî nikarin bistrên: "Despêkê gelek jinên me dernediketin niha piçekî baştir bûye lê di milê hunerî de gelekî zehmetî heye. Jinên me di milê şoreşgerî de be, di milê siyasî de be cihê xwe digirin lê di milê hunerê de hejmara jinan kêm e. Gelek tiştên xweş li ba jinan hene çi karên destan be, çi dengê xwe û rengê xwe bin. Bi hêvî me jin biçekî berxwedanê bikin, da ku bikaribin bi rehetî kar an pîşeya xwe bikin. Divê em xwe biwestînin da ku bigihîjin armancên xwe."