Koma Yersûsa mîrateyên çanda Suryan diparêze
Rêvebera Komeleya Çandê ya Suryanî ya bajarê Qamişlo, Ruba Firêhat da zanîn ku Koma Yersûsa ya çanda Suryan mîrateya çanda Suryaniyan diparêze û folklora Suryan bi pêkhateyên herêmê dide nasîn.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Koma Yarsûsa ya Suryanî bi armanca vejandina stran û govendên gelêrî yên kevnar ên Suryanî û gihîştandina çanca wan bi ruhekî hemdem ji bo nifşên nû hat damezrandin. Kom hejmarek ji jinên ciwan û mêr dihewîne ku bi riya perwerde û çalakiyên xwe yên çandî hewl didin bedewiya hunera Suryanî ronî bikin û tevlî festîval û çalakiyên curber ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Koma Yesûsa diyar dike ku mîrateya Suryanî beşek girîng a nasname û cihêrengiya çandî ya herêmê ye. Rêvebera Komeleya Çandê ya Suryanî Ruba Firêhat behsa kar û xebatên koma Yersûsa ji ajansa me re kir.
‘Armanca me nûjenkirina çanda Suryan e’
Ruba Firêhat behsa destpêka damezrandina koma Yersûsa û armanca damezrandina wê kir û got: “Koma Yersûsa di sala 2015’an de hat damezrandin. Me xwest em navê komê bikin Yersûsa, ji ber ku Yersûsa bi Suryanî tê wateya mîrate. Armanca me bi damezrandina vê komê ew e ku em parastina mîrateyên Suryan bikin, çanda Suryan nûjen bihêlin. Koma Yersûsa ji gelek jin û mêran pêk tê, du beşên Koma Yersusa hene. Yek jê ya zarokan e û ya duyem jî ya ciwanan e. Her sal endamên Koma Yersûsa tên guhertin ji bo ku hemû ciwan û zarokên me cihê xwe di komê de bigrin.”
‘Çanda Suryaniyan bi pêkhateyên herêmê didin nasîn’
Ruba Firêhat da zanîn ku koma Yersûsa bi stran û govendên xwe yên Suryan çanda Suryaniyan bi pêkhateyên herêmê dide nasîn û wiha berdewam kir: “Koma Yersûsa bi stran û govendên xwe çanda pêkhateyên Suryan bi pêkhateyên herêmê yên weke Kurd, Ereb, Ermen û Êzidî dide nasîn. Koma Yersûsa beşdarî gelek mihrîcan û şahiyan bûye di wan çalakiyan de beşdarbûn û biratiya gelan daye nîşandan. Koma Yersûsa bi cil û bergên xwe yên gelêrî yên ku beriya hezaran salan bapîrên me yên Suryan bi wan dihatin naskirin derdikevin ser dikê.”
‘Her sal beşdarî mihrîcana biratiya gelan dibin’
Ruba Firêhat diyar kir ku koma Yersûsa her sal beşdarî mihrîcana biratiya gelan dibe û ya herî girîng jî ew e ku di cejna Ekîto de govendên xwe pêşkêş dikin û wiha domand: “Koma Yersûsa beşdarî gelek mihrîcanan dibe û her sal ya xwişk-biratiya gelan tê lidarxistin. Di heman demê de beşdarî mihrîcana jinan û zarokan dibe. Di 1’ê Nîsanê de jî beşdarî cejna Ekîto dibe. Her sal çalakiyên hevbeş çêdibin ên di navbera me û pêkhateyên Kurd ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de weke 8’ê Adarê û 21’ê Adarê cejna Newrozê. Koma Yersûsa beşdarî van rojan jî dibe û biratiya gelan di wir de tê xuyakirin.”
‘Em hêvî dikin ku Koma Yersûsa bi nav û deng bibe’
Ruba Firêhat bal kişand ser perwerdeyên govendê yên ku Koma Yersûsa dibîne û wiha bi dawî kir: “Perwerdeyên Koma Yersûsa di hefteyê de sê roj tên dayîn di danê êvarê de û dema ku dibe nêzî cejnan jî her roj perwerde du sê demjimêr tên dayîn, ên zarokan piştî dana dibistanê tên dayîn. Gelek zehmetî tên kişandin ji li bi saya mamosteyên baş em wan zehmetiyan derbas dikin. Em hevî dikin ku di pêşerojê de Koma Yersûsa bi nav û deng bibe û nifşên me yên pêşerojê tevlî komê bibin û çanda xwe bibarêzin ji ber ku her çandeke pêkhateyan nasnameya wan e. Ez bang li ciwanên Suryanî dikim ku werin çand û hunera Suryaniyan çand û hunera xwe biparêzin.”