Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya jinê despêkir

Roja despêkê ya Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê ya Jinê ku ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ve hat lidarxistin di saetên şevê de bi stranên Jin Ma Mûzîkê bi dawî dibe.

Wan - Mîhrîcana Çand Huner û Xwezayê ya Jinê ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat lidarxistin, bi pêşengeha wêneyan a li baxçeyê avahiya HDP’ê ya bajêr hatiye vekirin û govendê dest pê kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Komeleya Çandê ya Aryen û gelek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP’ê ya Ebexê Gonul Ûzûnay ku di destpêka mîhrîcanê de axivî.
Gonul diyar kir ku armanca wan a lidarxistina mîhrîcanê balkişandina ser qirkirina çandî, komkujiya jin û xwezayê ye. Piştî axaftinê koma Folklorê ya Jinên Sûrê ya Amedê bi govenda xwe li ser dikê cih girt û bi govendê herêmî bala beşdarvanan kişand. Paşê jî li ber dengê stranan govend hat giran din û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bernama îro bi dawî bû.
Di çarçoveya mîhrîcanê de wê îşev Koma Jin Ma Mûzîkê û hunermend Nûray Balik konserê bidin.