Meryem Ziyad bi çêkirina kûklayan kevneşopiya cilên Cezayîrê zindî dike
Meryem Ziyad bi riya projeyeke hunerî ya nûjen, materyalên sade û yên avêtinê vediguherîne peykerên zindî yên ku cilên kevneşopî yên cihêreng ên Cezayirî ku bi bandorên Amazîg, Ereb û Îslamî dewlemend bûne zindî dike.
Cezayîr – Di hewldaneke ji bo parastina mîrateya Cezayîrê li dijî zextên modernîteyê de, hunermend Meryem Ziyad biryar da ku kûklayên kevneşopî ji materyalên vegerandî biafirîne û mala xwe veguherand muzexaneyek piçûk ku cilên çanda Cezayirê nîşan didin.
Di demeke ku pêlên modernîteyê lezgîntir dibin û hema bibêje şopên mîrateyê dadiqurtînin de, hunermenda Cezayîrî Meryem Ziyad biryar daye ku li dijî vê yekê ji bo parastina çandê bixebite. Bi afirandina kûklayên bêhempa ji materyalên vegerandî, nirxê cilên kevneşopî yên Cezayîrî bi riya projeyeke hem hunerî hem jî mirovî vedigerîne. Li şûna kûklayên hawirdekirî yên bi taybetmendiyên rûyê yekreng, Meryem Ziyad modelên ku li gorî ruhê wan cilan e û çîrokên jinên Cezayîrî yên bi sedsalan vedibêjin pêşkêş dike.
Xaniyek veguherandiye muzexaneyek biçûk
Di maleke mutewazî ya li rojhilatê paytextê, huner û dîrok dikevin nava hev. Odeya ku berê cihekî sade yê malbatê bûye, niha veguheriye muzexaneyek ku bi dehan kûklayan nîşan dide. Van kûklayan cilên kevneşopî yên Cezayîrî li xwe dikin, weke hayk, kandura, kaftan, karako û burnus, sembolên nasnameya Cezayîrî. Her goşeyeke malê çîrokek vedibêje. Reng, qumaş, zêr û heta awayê nîşandana kûklayan heweseke mezin û daxwazeke ji bo parastina bîra kolektîf a gel nîşan didin. Her çendî Meryem Ziyad ji fakulteya hiqûqê mezûn bûye û bi salan wekî mamosteya dibistana seretayî xebitiye jî hewesa wê ya rastîn her gav bi kûklayan re bû. Meryem Ziyad wiha dibêje: "Ji piçûkiyê ve, min ji çêkirina kûklayan bi destan hez dikir. Min xeyal dikir ku muzexaneyek piçûk ku hemû hûrguliyên jiyana civakî û çandî di serdemên berê nîşan bide vekim. Bi demê re, ev hewes veguherî pîşeyek rastîn. Devjêberdana mamostehiyê ne dawiya kariyerek bû, destpêkek nû bû ku nêzî giyanê wê bû.”
Kûklayên wê digihîjin pisporên şanoyê
Meryem Ziyad çêkirina kûklayan ne tenê weke berhemeke hunerî dibîne, weke beşek yekgirtî ya kevneşopî û adetên Cezayîrê dibîne. Ji ber vê yekê, berhemên wê ji bo pisporên şanoya kûklayan, an jî yên ku li herêmê wekî "hunermendên kûklayan" û "kûklayên Karagoz" tên zanîn, pir balkêş in. Ev huner di serdema Osmaniyan de ket Cezayîrê, hêdî hêdî kok girt û bi adabtekirina veguherînên civakî-siyasî bi pêş ket. Bi taybetî di dema dagirkirina Fransayê de, bandora wê ewqas zêde bû ku rêveberiya kolonyal performansan wekî teşwîqek ne rasterast a şoreşê dît û ji hêza wê ya bandorkirina hişmendiya giştî bi peyamên xwe yên sembolîk ditirsiya, hewl da ku bi her awayî wan qedexe bike. Îro kûklayên Meryem Ziyad digihîjin pisporên şanoyê, hunermendan, dilxwazên mîrateyî û tewra geştiyarên ku li diyariyên giyanê rastîn ê Cezayîrî digerin.
Meryem Ziyad wiha didomîne: "Ev kûkla geştiyaran ji çar aliyên cîhanê dikşînin ji ber ku ew mînakek rastîn a cil û bergên kevneşopî, zêr û xemlên jinên Cezayîrê temsîl dikin.”
Di muzexaneyeke biçûk de 30 kûkla hene
Dema ku hûn di muzexaneya wê ya piçûk de digerin nêzî 30 kûklayan dibînin. Ew hemû bi cilên kevneşopî yên curbecur ên wekî hayk, kandura, karako, burnus û kaftan, digel serpoş û xemlan, li xwe kirine. Ew ne tenê aliyê mîrateyî yê projeyê ye, di heman demê de aliyê wê yê jîngehê jî tekez dike. Ew materyalên hêsan ên ku di malan de tên dîtin bi kar tîne. Şûşeyên plastîk, qapax, qedeh, qumaşên kevin û perçeyên tevnkirî yên avêtî. Meryem Ziyad wiha dibêje: "Ez cilên kevin vediguherînim materyalên xav ên nû, bi wan bûkan dixemilînim. Dibe ku min vê yekê ji girîngiya malbata xwe ya li ser hunerên destan ên kevneşopî girtibe. Dayîka min pispora hunerên destan bû."
Meryem Ziyad bi riya hesabên medyaya dîjîtal ji xerîdarên xwe daxwazan digre. Cezayîrîyên li hundirê welat û li derveyî welal û dilxwazên mîrateyê ji welatên din berhemên wê dikirin. Tevî serkeftinê jî ew hê bi kêmbûna piştgirî û pirsgirêkên dan û standinê re rûbirû ye. Xewna wê ew e ku dikaneke piçûk bi dest bixe da ku karê wê hêsantir bike û hêjayî projeya wê be.