Medya Qendîl: Dê sînema bibe amûra dîrok û têkoşîna jinan
Di Konferansa Sînemaya Rojavayê Kurdistanê de ku nîvê beşdarên wê jin bûn, rola jinan di çêkirin û rêvebirina fîlman de hat gotûbêjkirin. Yek ji girîngtirîn encamên konferansê avakirina Yekîtiya Sînemagerên Rojava bû.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Yek ji formên hunerî yên herî girîng sînema ye. Bi riya wê rastiya civakan tê nîşandan û bandorê li ser avakirina hişmendî û çandê dike. Sînema awêneyek e ji bo îfadekirina pirsgirêkên mirovî, civakî û danûstandina ramanan. Her wiha rêbaza veguhestina ezmûnan a di navbera gelan de ye.
Bi sînemayê derfet çêdibin ku jin çîrok, ezmûn û dijwariyên xwe îfade bikin, destkeftî û rolên xwe yên cihêreng di civakê de ronî bikin. Bi çêkirina fîlman çi lîstikvanî, çi derhênerî, çi nivîsandin çi jî hilberîn be, jin dikarin qeydan bişkînin û hebûna xwe di warên çandî û afrîneriyê de xurt bikin. Ji ber vê yekê, sînema ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan, hêzdarkirina wan û pêşvebirina wekheviyê amûreke bi bandor e.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Konferansa Sînemaya Rojava ku di navbera 24-26’ê Tirmehê de hate li darxistin û 3 rojan berdewam kir. Di konferansa ku li xwaringeha EL-Burc hat lidarxistin de rewşa heyî ya sînemayê û perspektîfên pêşveçûnê hatin gotûbêjkirin.
Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Medya Qendîl li ser sînemayê ji nûçegihana me re axivî.
Medya Qendîl diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyeke mezin bi konferansekî wiha hebûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya demekê hemû sînemagerên Rojava li hev civiyan û nîqaş li ser rewşa sînemayê hatin kirin. Ji bo wê jî me pêwîstî bi lidarxistina konferansek dît. Armanc ew bû ku gavên nû di warê hunerî û bi taybetî sînemayê de bên avêtin. Her wiha der barê danasîn, peywir û astengiyên ku derdikevin pêşiya sînemayê de nîqaş hatin kirin.”
‘Me bal kişand ser girîngiya rola jinan a di sînemayê de’
Medya Qendîl bal kişand ser xalên sereke yên ku di konferansê de hatine destgirtin û wiha berdewam kir: “Di konferansê de gelek xalên girîng hatin nîqaşkirin. Me sînemayê, rola jinan a di nava sînemayê de, civak û doza Kurd girtin dest. Me nirxand ku sînema çawa dikare ji civakê re bibe bersiv. Di heman demê de wekî sînemager divê em aliyên sosyolojîk, dîrokî û civakî temsîl bikin. Bi taybetî me bal kişand ser girîngiya jinan di çêkirin û rêvebirina fîlman û hemû aliyên sînemayê de.”
‘Di her fîlmek de peyamek ji bo civakê heye’
Medya Qendîl anî ziman ku dê piştî vê konferansê gavên pir mezin ji bo sînemayê werin avêtin û got: “Hejmareke pir baş a jinan beşdarî xebatên konferansê bûn. Daxwaza me ew e ku sînema bibe yek ji amûrên nîşandana civakê û dîroka jinan. Di welatekî ku her dem rastî êrîş û zehmetiyan tê de, me pirsî ka sînema heta çi astê dikare ji gel re bibe bersiv. Di çêkirina her fîlmek de peyamek ji bo civakê heye. Bi hêviyên mezin em ê gavên nû, girîng ji bo pêşeroja sînemayê bavêjin.”
Nîvê beşdaran jin bûn
Medya Qendîl destnîşan kir ku piraniya beşdarên konferansê ji Rojavayê Kurdistanê bûn û wiha pê de çû: “100 delege beşdarî konferansê bûn; di nav wan de derhêner, nivîskar û wênekêş hebûn. Ji 100 delegeyan 50 ji wan jin bûn. Beşdar piranî ji Rojava bûn lê belê çend kesayet li ser asta Sûriyeyê jî tevlî bûn.”
Konferans bi biryarên girîng bi dawî bû
Têkildarî encamên ku ji konferansê derketine Medya Qendîl wiha anî ziman: “Konferans piştî nîqaşên 3 rojan bi encam bû gihîşt armancên xwe. Yek ji girîngtirîn encaman avakirina Yekîtiya Sînemagerên Rojava û hilbijartina komîteyek bû ku kar û xebatên sînemayê birêve bibe. Sînemageran tekez kir ku dê hemû hêza xwe bixin xizmeta civakê.”
Pêwîst e sînemagerên her çar parçeyên Kurdistanê xebateke hevbeş bikin
Medya Qendîl bi bîr xist ku perwerde yek ji qadên herî girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nava biryarên ku hatin girtin de, ji bo berfirehbûn û pêşketina sînemayê girîngî dan perwerdeyê. Beşeke taybet ji bo xebatên jinan di sînemayê de hat veqetandin. Lê belê ji ber ku em beşek ji Sûriyeyê ne, pêwîst e danûstandina me bi hundir û derveyî Sûriyeyê re zêdetir bibe. Di heman demê de pêwîst e sînemagerên her çar parçeyên Kurdistanê xebateke hevbeş bimeşînin.”