Lîstika “Erus-î Baran” li Serdeştê hat ecibandin

Lîstika “Erus-î Baran” ya ku derhêneriya wê Maede Darlekî dike, li Rojhilat çû ser dîkê û eleqeyek mezin girt. Şano peyamê dide jinan ku divê tu carî serî li ber zextên civakê netewînin.

BAHAR GOHAR

Serdeşt - Tevî hemû zextên civakî jî jin dest ji rola xwe ya di xebatên hunerî de bernadin. Li Kurdistanê jin bi derbaskirina astengan û rawestana li ber tabûyên çandî di vî warî de xebatên girîng dimeşînin. Herî dawî şanoya bi navê Erus-î Baran (Bûka Baranê) bi derhêneriya Maede Darlekî li bajarê Serdeştê bi temaşevanan re hat ba hev û gelek hat ecibandin.

Em bi Maede Darlekî re li ser lîstika ku qala berxwedana jinê ya li dijî zextê têdikoşe axivîn. Maede Darlekî der barê xebatên xwe yên hunerî de wiha got: “Ez bi eslê xwe ji Serdeştê me û li Urmiyê dijîm. 6 sal in di warê hunera dîkê de dixebitim. Di sala 2021’an de min şanoya Kurdî ya bi navê ‘Hamvu Eşra-Xekan Merdun’ nivîsand ku li ser bombekirina kîmyayî ya Serdeştê bû û min li heman bajarî şano li dar xist. Paşê min di şanoya ‘Xece û Siyamend’ û ‘Mem û Zîn’ê de ku yek ji mezintirîn projeyên şanoya Kurdî li Urmiyê ye, bi kurmancî lîst. Bi şanoya ‘Erus-î Baran’ ez wek derhêner û lîstikvan beşdarî pêncemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Çamçal bûm. Min ji vê mîhrîcanê xelata baştirîn lîstikvan a jin wergirt.” Maede Darlekî derbarê lîstina şanoya Erus-î Baran li Serdeştê got: “Ev lîstik 5 rojan hat li darxistin û bi taybetî di şevên sêyem, çarem û pêncemîn de rastî bertekeke erênî hat.”

‘Ez dixwazim zêdetir karê şanoyê bikim’

Maede Darlekî eleqeya xwe ya bi şanoyê re wiha vegot: “Çend salan min li Urmiyê kar kir û ji du lîstikên şanoyê re derhênerî kir. Min lîstika ku li navenda parêzgehê lîstibû anî Serdeştê û li vir jî lîst. Min xwest ku mirov vê hunerê bêtir nas bikin. Ez dixwazim di pêşerojê de bêtir xebatên şanoyê bikim ku bandorê li şanoya vê herêmê bike.” Jina serketî ya di warê hunerên dîkê de Maede Darlekî kêfxweşiya xwe ya ji bo xebat û serkeftina li gel hemû zextan anî ziman.

‘Divê jin teslîm nebin’

Maede Darlekî herî dawî got:

“Peyama min ji jinan re bi taybet jinên Kurd re ew e ku ji ber gotinên tu kesî dest ji hedefên xwe bernedin. Divê zanibin ku divê weke jin berxwedêr bin. Ji ber ku carna malbat jî ji ber zextên civakê pişta xwe bide. Lê divê jin li ser serxwebûna xwe bifikirin û vîna xwe xurt bikin. Ya girîng ew e ku bikevin vê rêyê û dest pê bikin. Ez bi tena serê xwe ketim vê rêyê û rastî gelek zehmetiyan hatim, bi gelek astengiyan re rû bi rû bûm û van hemûyan jî ez bi hêz kirim. Ger jin xeyalek, hedefek hebe bila teslîmî tu kesî û tiştekî nebin.”

‘Erus-î Baran sembola berxwedanê ye’

Xatûn Baziyan a ku di lîstikê de rola dayîkê dilîze jî wiha got: “Ev lîstik li ser Erus-î Baran e ku di folklora Kurdî de sembolek e. Mijara lîstikê bi tevahî li ser mijara jinê bû. Erus-î Baran sembola berxwedanê ye, zora li ser wê tê kirin qebûl nake û bi mirinê axa xwe rizgar dike. Erus-î Baran evîndarê baranê ye û karakterekî din ê bi navê Merd-î Yexî (Mirovê Qeşa) jî evîndarê wê dibe. Merd-î Yexî zextê li wê dike, gef lê dixwe û dibêje ger tu bi min re nezewicî ez ê hemû cîhanê bikim qeşa û hilweşînim. Erus-î Baran ji bo rizgarkirina axa xwe li ber xwe dide û di dawiyê de dimire.”