Li Tûnisê jin bi dengên xwe li hember qalibên civakî têdikoşin
Mamosteya muzîkê Ayşe Hacî serpêhatiya xwe ya di warê muzîkê de û berxwedana xwe li hemberî qalibên civakî vedibêje. Senaa El-Atî jî girîngiya muzîkê di jiyana rojane ya jinan de eşkere dike.
ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Di nav zextên jiyana rojane û sînordariyên civakî de, muzîk ji bo gelek jinan dibe derfetek ji bo derbirîna hestan, xurtkirina baweriya bi xwe û keşfkirina jêhatîbûnên xwe.
Ji şermê bighîjin mamostetiyê

Ayşe Hacî di sala 2009'an de dest bi kariyera xwe yê muzîkê kir. Ew tevlî Enstîtuya Herêmî ya Mûzîkê ya Sefaqisê bû û peymana kar bi wê re îmze kir. Ayşe dibêje ku muzîkê alîkariya wê kir ku şerm û tirsên xwe derbas bike, baweriya bi xwe bi dest bixe û li pêş gel biaxive.
Tevî ku li dijî hilbijartina Ayşe Hacî ya muzîkê bertekên neyînî hebûn û hin kesan muzîkê tenê bi reqs û çepikdanê ve girê didan, wê xwendina xwe domand û bû mamosteya muzîkê. Ayşe got ku li navçeya Hasî El-Ferîd a parêzgeha Sîdî Bûzîd, tenê ew û xwişka wê wek mamosteyên muzîkê dixebitin.
Di jiyana rojane de muzîk

Senaa El-Atî ku di saziyekê ya giştî de dixebite û bi muzîkê re mijûl dibe, dibêje ku muzîk dikare bibe derfeteke ji bo jinan ku zextên rojane û berpirsyariyên malbatî derbas bikin, hestên xwe derbirînin û jêhatîbûnên xwe keşf bikin.
Senaa El-Atî balê dikşîne ser wê yekê ku qalibên civakî hê jî rê li pêş jinan digrin, bi taybetî jîdi warên govend û hunera gelêrî de. Ji ber vê yekê, Senaa bang li civakê dike ku hunerê bê pêşdarazî binirxînin û mafê jinan ê hilbijartina hunera ku dixwazin pê re mijûl bibin, nas bikin.
Tecrûbeya her du jinan nîşan dide ku muzîk ne tenê qadeke hunerî ye, her wiha amûrek e ji bo xurtkirina baweriya jinan a bi xwe, derbirîna hestan û têkbirina qalibên civakî.