Li Suweyda û Şamê nîqaşên li ser mîrat û azadiyên giştî kûr dibin

Nivîskar û çalakvan balê dikişînin ser wê yekê ku qedexekirina konseran û zextên olî yên li Sûriyeyê, armanc dikin civakê homojen bikin û diyar dikin ku jin jî di vê pêvajoyê de wekî ‘xeta yekem a parastinê’ tên dîtin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Ji nû ve weşandina strana kevneşopî ya “Mahboob Qalbak” (Evîndarê Dilê te) ji aliyê hunermend Asala ve, nîqaşekê li ser xwedîderketina li mîrata herêmî û sînorên derbaskirina çarçoveya orîjînal vedike. Ev nîqaş di heman demê de li ser nasname, bîranîn û rastbûna çandî ya vê derê gelek pirsan tîne rojevê.

Di çarçoveyeke din de, bangên qedexekirina konseran li Şamê ku rastî nerazîbûnên tund tên, nîqaşên li ser pêşeroja huner û azadiyên giştî di “Sûriyeya Nû” de kûrtir dikin. Bi taybetî jî ev rewş bandora xwe rasterast li ser hebûn û rola jinan a di jiyana çandî û hunerî de nîşan dide.

Stranek ku aliyê mirovî yê mîrata Suweydayê eşkere dike

Stranbêj û lîstikvan Emanî Ebû Esaf diyar kir ku ji nû ve weşandina "Mahboob Qalbak" ji aliyê Asala ve ne tenê şîrovekirineke ji nû ve ya strana kevneşopî ye, di heman demê de ronîkirina nasnameya estetîkî ya herêmê û piştrastkirina hebûna wê ya çandî û hestyarî ye. Emanî Esaf destnîşan kir ku her çend Suweyda bi şêwaza xwe ya stranbêjiyê ya bêhempa, hinekî tund û bi coş tê nasîn jî, vê berhemê aliyekî mirovîtir û hestyartir li mîratê zêde kiriye. Emanî wiha domand: “Ev jî bi karanîna jîr a zîrekiya zimanî û bikaranîna bêkêmasî ya qafiyeyê tê bidestxistin ku tê de heman peyv tê dubarekirin lê her car wateyek cûda hildigre.

Emanî Ebû Esaf bal kişand ser girîngiya gihîştina stranên kevneşopî ji temaşevanên berfirehtir re û wiha got: “Ev stran wekî amûrekê ji bo nîşandana hebûn û nasnameya çandî ya afirînerên xwe tevdigerin. Ferqek mezin di navbera gotina stranê ya di mîhenga wê ya orîjînal de û pêşkêşkirina wê ya ji bo temaşevanên berfireh heye. Civaka herêmî bêyî ku pêwîstiya wê bi şîrovekirina ferhenga stranê an çarçoveya civakî hebe guhdarî dike û pêşkêşkirina di mîhenga orîjînal de bêtir xweber e. Lê belê, dema ku ew dighîje temaşevanek berfireh, mîna ku di doza Asala de tê dîtin, ew vediguhere belgeyek hunerî, çandî û bihîstyarî.”

Emanî Ebû Esaf da zanîn tevî ku Asala bi tomarkirina vê stranê jesteke xweşik kiriye jî, di warê pêkanîna zaravayan de bi temamî serketî nebûye. Li gorî wê, parastina zarava, hest û çarçoveya resen a berhemê beşek girîng a pêvajoya veguhestina mîratê ye.

Bangên ji bo qedexekirina konseran xetereyeke mezin e

Rojnamevan Farah El-Aqil ji Suweydayê diyar kir ku bangên ji bo qedexekirina konseran li Şamê ne mijareke hêsan e, berevajî wê "pir xeternak" e. Ew bawer dike ku ev bang ji sînorên rexne û azadiya derbirînê derbas dibin û vediguhere hewldanek ji bo ferzkirina nêzîkatiyeke paşverû li ser jiyana giştî ya “Sûriyeya Nû”.

Farah El-Aqil bal kişand ser wê yekê ku tiştê van bangan hîn xeternaktir dike, tonên wan ên olî ne. Farah, bikaranîna hevokên wekî: "Bi îradeya Xwedê, qedexe dê werin bicîhanîn" mînak nîşan da û ragihand ku li ser tora dijîtal, mijareke civakî an hunerî vediguherîne mijareke olî û ev jî bandoreke neyînî li ser raya giştî dike.

Ji sînorkirina hunerê heta guhertina pêkhateya civakî

Farah El-Aqil hişyariya “ger hewldanên sansurê neyên kontrolkirin, ew ê bi demê re di nav civakê de normal bibin” kir û anî ziman ku pirsgirêk ne tenê li ser konseran e, her wiha li ser celebekî civakê ye ku tê teşekirin. Farah diyar kir ku ger nêzîkatiya muhafezekar û olî dewam bike, jin dê di nava komên pêşîn ên ku rastî zextan tên de bin û şîroveya xwe wiha bi dawî kir: “Jinan di qadên giştî de xeta yekem a parastinê pêk anîne. Tengkirina vê qadê dê ne tenê li ser jinan, her wiha li ser tevahiya civakê bibe xetereke mezin. Têkiliya di navbera Suweydayê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ji nakokiyên siyasî derbas bûye û di astên rewşenbîrî, çandî û îdeolojîk de kûr bûye.”