Li Silêmaniyê pêşangeh: Bedewiya Kurdistanê nîşan dan

Rêveberiya Ciwanên Parêzgaha Silêmaniyê û Navenda Werzîşa Ciwanan bi amadebûna wênegiran, pêşangeha wêneyan bi sernavê ‘Wêneyên bêhempa’ vekirin.

Silêmanî – Îro li hola Muzexaneya Emnesor a bajarê Silêmanî, ji aliyê Rêveberiya Ciwanên Parêzgeha Silêmanî û Navenda Werzîşa Ciwanên Kurdistanê ve bi hevkariya komek wênekêşên Kurdistanê, pêşangehek bi sernavê ‘Wêneyên bêhempa’ bi amadebûna wênekêş û kesên navdar ên bajarê Silêmanî hat vekirin.

Di pêşangehê de gelek wêneyên bedew, wêneyên xwezaya Kurdistanê ku ji aliyê wênegirên Kurd ve hatine kişandin ve hatin pêşandan. Pêşangeh wê du rojan bidome.

Şêwekar Arîna Şêrzad a di pêşangehê de amade bû wiha got: “Hebûna pêşangehan ji bo pêşandana parçe û xaka Kurdistanê xebatek girîng e. Her wiha gelek hemwelatî nikarin serdana xwezaya Kurdistanê bikin lê belê ev pêşangeha ku ji aliyê koma ciwanan ve hatiye vekirin, tevahî werz, xweza û çiyayên Kurdistanê di nava vê holê de daye pêşandan. Ez di wê hêviyê de me ku dayîk û bav zarokên xwe bînin serdana pêşangehê da ku xweza û xaka Kurdistanê nas bikin. Her wiha ji bo ku nifşê nû li ser fikrên Kurdewar mezin bibin û xaka xwe binasin.”

‘Divê nifşê nû xwezaya xwe nas bike’

Kejal Hadî wiha got: “Me bi riya koma çiyagerî serdana vê pêşangehê kir. Her wiha tevî li çend herêmên Kurdistanê geriyame jî vê pêşangehê hemû xwezaya Kurdistanê pêşan daye. Hebûna van pêşangehan ji bo nifşên nû gelek girîng e. Divê aliyên pêwendîdar girîngî bidin mijarên xwezayî û pêşandanan.”