Li Rojava çanda gelan dê bi dibistana hunerê ya Hîlala Zêrîn bi pêş bikeve
Li Rojava ku malovaniyê ji nûbûn û vejînê re dike, weke tişteke nû Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn tê vekirin. Peymangeha bilind ku jinên ciwan eleqeyek mezin nîşan didin, hedef dike çanda gelên Rojhilata Navîn bi ruhekî hevpar bi pêş bixe.
NÛCAN ARAS
Hesekê- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa Rojava re di gelek waran de pêşketin çêbûn. Ev pêşketinên ku bala hemû cîhanê kişandin, di heman demê de ji bo gelan jî bû çavkaniya îlhamê. Li Rojava tiştên nû çêdibin niha jî wê Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn li bajarê Hesekê yê girêdayî kantona Cizîrê di demek nêz de vebe.
Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn ku ji 5 beşan pêk tê, bi eleqeya zêde ya jinên ciwan balê dikşîne. Li Peymangehê ku serlêdanên destpêkê 4 rojan domiyan, kêrhatî bi performansên zindî hatin diyarkirin. Rêveberiya Giştî ya Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn Evîn Paşo, seroka beşa muzîkê Mizgîn Tahir û xwendekarên ku beşdarî hilbijartinê bûne ji ajansa me re axivîn.
‘Nêrîna zayendperest û feodal jinan ji qada hunerê dûr xist’
Rêveberiya Giştî Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn Evîn Paşo diyar kir ku nêrîna zayendperest û feodal jinan ji qada hunerê dûr xistiye û di gelek qadên hunerê de di bin zextan de mane. Her wiha jinên ku girîngî didin qadên jiyanê, bi zanabûn tên hedefgirtin û wiha got: “Jin li dijî zihniyeta mêr ku jinan ji her qada civakê dûr xistiye û îradeya wan şikandiye, di her dema dîrokê de têdikoşin û bi ruhê yekitî û rêxistinkirî tabûyan şikandine, li dijî sîstemê bi awayekî çalak rawestiyane.”
‘Şoreşa Rojava bû destpêka ronesansek nû’
Evîn Paşo bal kişad ser girîngiya pêşketina jinan a di şoreşa Rojava de û wiha domand: “Şoreşa Rojava, weke şoreşa jinan hat dîtin û hemû kes xwedî lê derketin. Di pêşketin û vegera şoreşê de bi taybetî kombûnek jinan a bi kok ku xwe dispêrinê heye. Her wiha hest û fikrên wan, teyîsîn, ruhê wan, xwedî mîraseke çandî ya dîrokî ye. Çand û hunera Kurdî ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Civakên ku xwedî çanda kombûnê ne û di dewlemendiya xwe de dijîn, ji aliyê desthilatdariyê ve rastî zext û êrişan tên, rastî qirkirina çandî tên. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan navendên çand û hunerê hatine vekirin û xebat didin meşandin. Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê jinan di qada çandî û hunerî de kir xwedî deng û reng, bû destpêka ronesanseke nû.”
‘Koka wê digihîje felsefe zanist û akademiyê’
Evîn Paşo Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn weke navendeke ku jin li ser kokên xwe û hunera xwe di asta felsefî, zanistî û akademîk de bi pêş bixin pênase kir û wiha got: “Ji ber li cîhanê tiştek nû ye, Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn ne tenê di dîtin û teoriyê de; her xebatê ku hunerê digihîjîne asta akademîk, dike mijara eleqeyê, zimanê hunera jinan, terz, rengê wan derdixe holê, ruhê wê ava dike û mayînde dike loma divê weke xebateke girîng were dîtin.”
Evîn Paşo diyar kir ku dibistan demek 3 sal digre nava xwe û di 5 beşên bingehîn de perwerdeyan plan dikin û her jina xwendekar ku perwerdeya xwe temam kiriye wê diploma bigrin û got: “Baweriya me divê bingehê deye; Şoreşa Jinan ya Rojava ku di dîrokê de ewil bû, çawa ku ji bo mirovahî û tevgerên jinan bûye îlham û mînak, Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn di pêşengiya jinan de pispor bûye û wê kûr bibe, bi pêş bikeve, bibe wesîleya girîngîdayîna hemû civakan û xwedîderketina wan.”
‘Em orkestraya jinan a mînaka wê tune ye hedef dikin’
Seroka beşa muzîkê Mizgîn Tahir jî wiha got: “Armanca me ya bingehîn, ew e ku muzîka Kurdî ji aliyê jinan ve careke din were gotin. Di vê bingehê de em li gel xwendekaran hevdîtinan pêk tînin.” Mizgîn Tahir da zanîn ku hewldanên wan ên ku orkestrayeke jinan weke wê tune ye ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn xwe dispêre cudabûn û dewlemendiyê ava bikin û got: “Em hedef dikin ku çanda muzîkê ya gelê Mezopotamyayê digre nava xwe; muzîkên Kurdî, Sûryanî, Erebî û Ermenî dewlemendiya ruhê hevpar derdixin holê. Em hêvî dikin ku dibistana hunerê ji bo jinên ciwan û yên ji her temenî yên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bibe cihekî ku eleqeyê jê re nîşan bidin.”
‘Armanca me ew e em bibin xwedî nasnameya akademîk’
Mizgîn Tahir diyar kir ku weke projeyek dest bi dibistanê kirine, ji bo bigihîje nasnameyek akademîk wê bixebitin û got: “Bi dibistana Hunerê ya Hîlala Zêrîn, re em armanc dikin ku muzîka gelêrî ya Rojhilata Navîn û muzîka gelêrî ya Kurdî bigihîje asta akademiyê. Em girîng dibînin ku gele herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşketina çandî û hunerî de bigihîjin asta akademîk. Ez di wê baweriyê de me ku dibistan ji bo jinên ciwan şansek e û dikarin di vî warî de xwe baştir nîşan bidin.”
‘Armanca min a sereke ew e ku sînemaya Kurdî bidim nasîn’
Dilîn Ahmed li bajarê Hesekê yê kantuna Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, xwe li beşa Sînemayê ya Dibistana Bilind Hunerî ya Hîlala zêrîn qeyd kir. Dilîn Ahmed, wiha got; “Ez ji cihgirtina xebata sînemayê hez dikim û kêfxweş im. Meraq û eleqeya min a sînemaya Kurdî ji zarokatiya min tê. Ez dibistana hunerê ji bo xwe weke şansek mezin dibînim. Armanc û mebesta min a sereke ew e ku ez sînemayê ji nêz ve nas bikim. Di vî warî de xwe ragihînim û xwe bi pêş bêxim reng û dengên nedîtî yên sînemaya Kurdî ji hemû gelan re ragihînim.”
‘Ez dixwazim ruhê muzîka gelêrî bidim nasîn’
Aryen Îbrahîm ji bajarê Kobanê kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li dibistanê xwe qeyd kiriye, diyar kir ku armanca wê nasandin, pêşketin û pêşxistina ruhê muzîka gelêrî ya Kurdî ye. Aryen Îbrahîm wiha got: “Ez ji guhdarkirin û gotina stranan û lêdana enstrumanan gelek hez dikim. Çawa ku jinên li bajarên min, di her warî de serkeftî ne; ez ê jî nîşan bidim ku em dikarin di vî warî de jî serkeftî û afrîner bin.”