Li Qamişloyê pêşengeha hunerê hate lidarxistin
Pêşangeha hunerê ya li Qamîşloyê, berhemên hunermendên ji çandên cuda anî gel hev. Pêşangeha ku dê 3 rojan bidome, derfet dide beşdaran bi rêya reng û formê mijarên mirovahî, aştî û cihêrengiya çandî biceribînin.
Qamişlo – Saziya Çandî ya Kantona Cizîrê 21’ê Kanûnê bi hevkariya Komuna Wênesaziyê re di bin dirûşmeya "Hunerên plastîk di navbera gelan de pir ava dike" de li bajarê Qamişlo ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşangehek hunerên plastîk li dar xist. Gelek hunermendên jin û mêr ên berhemên cûrbecûr ên tecrûbeyên xwe yên afirîner û perspektîfên wan ên mirovî nîşan didin, beşdarî pêşengehê bûn.
Pêşengeh, armanc dike ku li herêmê çalakiyên çandî û hunerî xurt bike, bi rêya hunerên plastîk nêzîkbûna di navbera civakan de pêş bixe û nirxên diyalog û jiyana hevbeş xurt bike. Berhemên şêwazên cihêreng ên di pêşangehê de, bi rêya reng û formê pirsgirêkên hevpar ên mirovî û civakî digre dest.

Pêşangeh, ji bo parvekirina tecrûbeyên hunerî derfetan ava dike û derfet dide temaşevanan ku rasterast bi berheman re têkilî daynin. Çalakiya wê sê rojan bidome, rola hunerên plastîk ên hişmendiya civakî xurt dikin û di navbera gelan de pirekî diyalogê ya mayînde ava dike, tê tekez kirin.

Hebûna hunerê ya di dikê civakî de
Pêşangeh, bi axaftina vekirinê ya nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê dest pê kir. Di axaftinê de girîngiya piştgiriya çalakiyên çandî û hunerî, xurtkirina rola civakî ya hunerên plastîk û girîngiya hunerê ya belavkirina çanda aştî û diyalogê hate destgirtin. Her wiha berpirsiyariya saziyên çandî ya piştgirîkirina hunermendan jî hate tekez kirin.
Komîteya amadekar, armanc û mebesta pêşangehê diyar kir û da zanîn çalakî platformek hunerî ya vekiriye ku tecrûbeyên afirîner tên parvekirin. Berhemên tabloyan ên cûrbecûr a di pêşangehê de, dewlemendiya perspektîfên hunerî pêşkêş kir û ji çalakiyê re atmosferek zindî da qezençkirin.

Pêşangeh dê sê rojan bidome û di vê heyamê de deriyên xwe ji gel re vekirî bihêle û mîsoger bike ku mêvanan berhemên tên pêşkêşkirin lêkolîn bikin û bi naverokên estetîk û mirovî re têkilî deynin.